Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
- ekolojî
- 09:31 09/10/2017
Tesîsa Kevirê Şikandî ya Erkoç li Çeşmeyê li ser erdê gundiyan hatiye avakirin û 5 caran hatiye girtin, 3 caran bi rapora ÇED'ê îptal bûye, lê dîsa jî li qadê belav dibe û xebatên xwe dewam dike. Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya da zanîn ku biryarên dadgehê kêrê wan nayê.