BEDLÎS - Hat hînbûn ku li Bedlîsê dest bi operasyona eskerî hatiye kirin û li daristana herêma Sahî şewatê rû da.
Hat zanîn ku li herêma Sahî ya nêzî gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, dest bi operasyona eskerî hatiye kirin. Hat diyar kirin ku helîkopterên skorsky di saetên serê sibê de esker danîne herêmê û piştî operasyonê daristana qada Geliyê Şêxcimal a herêma Sehî şewatê rû daye.
Hat dest nîşan kirin ku operasyona li herêmê dewam dike û bi tu awayî mudaxileyî şewata daristanê nayê kirin.