Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin

img

MANÎSA - Malbata siyasetmedarê kurd Omer Bartan ê ji aliyê PDK’ê ve teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, da zanîn ku ji ber ku Bartan sîxûrtî qebûl nekir, di 28’ê çileyê de, bi awayekê çavên wî girêdayî, destên wî kelepçekirî teslîmî Tirkiyeyê kirin.”

Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan (48), ji ber li Tirkiyeyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê lê tê birin, neçar dimîne ku biçe bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir bi cih bibe. Bartan piştî demek kurt, di 3’yê tîrmeha 2019’an de, ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tê girtin. 
 
Asayîşa PDK’ê di 19 mehên Bartan girtî dimîne de bi tu awayî agahiyê nade malbata wî. Malbata wî ya  li Tirkiyeyê dijî, bi dehan car diçe Hewlêrê, lê asayîşa PDK’ê derbarê Bartan de tu agahiyan nade malbatê. Ligel ku malbatê xwest hevdîtinê bi kurê xwe re bike jî, lê destûr nehat dayîn û malbata paşve hat şandin.
 
Bartan herî dawî di 28’ê çileyê de, dest û çavên wî girêdayî, di Deriyê Sînor ê Xabûr a navçeya Sîlopî ya Şirnexê re teslîmî Tirkiyeyê hat kirin.
 
Bartan ê hat girtin, şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Bartan di 22’yê Sibatê de, bi telefonê li malbata xwe geriya û tiştên jiyan bi raya giştî re parvekir. 
 
WEZÎRÊ KARÊN HÛNDIR QEBÛL NEKIR 
 
Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hat ragihandin, Wezîrê Karên Hûndir ê Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên têkildarî Bartan ne rastin û tiştên hatin serê Bartan derewandin.
 
Malbata Bartan, pêvajoya jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
NEÇAR MA KU BIÇE
 
Birayê Bartan Bekîr Bartan, bal kişand ser rewşa birayê xwe û wiha axivî: “Birayê min di sala 1992’yan, di Şaredariya Bedlîsê de dixebitî. Wê demê hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Destpêkê wî şandin Girtîgeha Mêrdînê, ji wir jî sewqî Bartinê kirin. Cezayê Omer di Hezîrana 2001’an de, qediya û hat berdan. Piştî hat berdan, cihê xwe di xebatên Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a Manîsa de, girt. Di partiya siyasî de dixebitî. Dema ku dixebitî, polîsan her tim ew dişopandin û her tim rastî zextên derûnî dihat. Omer tenê li Manîsa xebitî. Di salên 2014, 2015 û 2016’an de jî li Wan û Edenê xebatên xwe yên siyasî dewam kirin. Ji ber xebatên xwe yên siyasî lêpirsîn derbarê wî de hatin vekirin. Ji ber dozeke wî jî 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber ku dadgeha bilind cezayê wî erê kir, neçar ma ku biçe Herêma Federe ya Kurdistanê.”
 
‘ASAYÎŞA KDP’Ê WÎ GIRT’
 
Bira Bartan, diyar kir ku dema ku Omer çû bajarê Hewlêrê jî her tim têkiliya wan bi hevre hebû û wiha got: “Birayê min di 3’yê Tîrmeha 2019’an de, ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê bêyî ku tu hincetekê nîşan bidin hat girtin. Heya 3 meh û nîvan me bi tu awayî agahî jê negirt. Bi derfetên xwe em fêrbûn ku hêzên PDK’ê birayê min girtine.” 
 
'EZ ÇÛM HEWLÊRÊ'
 
Bartan, bal kişand ser çûyîna xwe ya Hewlêrê û wiha pê de çû: “Di meha Cotmeha 2019’an de ez çûm Hewlêrê. Ez 15 rojan li wê derê mam. Ez çûm asayîşa Hewlêrê û min pirsa birayê xwe kir. Min xwest hevdîtinekê pê re bikim. Lê ji min re gotin, ‘ne pêkane ku tu wî bibînî û li vê derê vale ne raweste. Te bivê reqema xwe ya telefonê bide me, dema me wî berda, em ê li te bigerin. Wê demê tu dikarî bêyî hevdîtin bikî.’ Min jî reqema xwe da wan û ez neçar mam ku paşve vegerim. Ji xwe kesek jî li min negeriya. Dûre pêvajoya pandemiyê dest pê kir. Deriyê sînor hat girtin. Ji ber vê min çarek din nekarî biçim Hewlêrê. Di 28’ê Sibatê de jî, PDK’ê birayê min teslîmî Tirkiyeyê kir. Polîsan li me geriya û agahî dan me.” 
 
‘KDP’Ê EZ TESLÎM KIRIM’
 
Bartan, agahiyên ku birayê wî Omer Bartan di 22’yê Sibatê de, jê re ragihandin wiha vegotin: “Li ser telefonê ez nêzî 10 deqeyan bi birayê xwe re axivîm. Ji min re got, PDK’ê bi zanebûn ew teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Behsa tiştên di girtîgeha Hewlêrê de anîbûn serê wî û îxaneta PDK’ê ji me re kir. Pir bi hirs bû. Birayê min ji me re got; ‘Ez 19 mehan di girtîgeha Hewlêrê de mam. Her tim zext li min dikirin û gef li min dixwarin. Sîxûrtî ferzî min kirin. Min ev daxwaza wan her tim red kir. Di girtîgeha Hewlêrê de, zext û tecrîdek mezin a PDK’ê li ser kesên li Tirkiyeyê ceza girtine û çûne Hewlêrê heye. Li wê derê gelek girtî, di şert û mercên bi xirab de dimînin. Di demek kurt de min li wê derê 13 kîlo dan. Herî dawî ji ber ku min daxwaza wan a sîxûrtiyê red kir, ez di 28’ê Çileyê de, bi awayekê dest û çavên min girêdayî teslîmî Tirkiyeyê kirim.’ Birayê min niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di qawîşa karantînayê de tê girtin.”
 
‘KDP’Ê ŞAŞÎ KIR’
 
Bartan, têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Hûndir jî, ev nirxandin kir: “PDK’ê şaşiyek mezin kir. Ji bo ku îxaneta kiriye, veşêre derewan dike. Asayişa li Hewlêrê girêdayî PDK’ê ye. Em hemû jî vê baş dizanînin. Asayişa PDK’ê bi xwe ji min re got ku Omer di destê wan de ye. PDK’ê bi xwe Omer teslîmî Tirkiyeyê kir. Ji ber vê ne hewceya ku rêveberiya Hewlêrê derewan bike. Divê tu kes li hemberî vê îxaneta PDK’ê bê deng nemîne.” 
 
‘6 SALIN KURÊ XWE NABÎNIM’
 
Dayika Bartan Hûrî Bartan jî, diyar kir ku 10 zarokên wê hene û wiha axivî: “Omer kurê min ê duyemîne. Kurê min di temenê xwe yê ciwan de beşdarî siyaseta Kurd bû. 6 salin min kurê xwe neditiye. Derbarê kurê min de gelek dosya vekirin. Di rojên derbasbûyî min wî di televîzyonê de dît. PDK’ê wî teslîmî Tirkiyeyê kir. PDK jî Kurd, lê îxanetê li Kurdan dike. PDK pir qirêj bûye. Ger di nava Kurdan de yekitî hebûya, îro PDK’ê ne dikarî kurê min teslîmî Tirkiyeyê bike. Ez li Manîsayê, kurê min jî li girtîgeha Şirnexê dimîne. Nexweşiya vîrûsa koronayê heye. Ez 65 salime. Ez ê niha çawan biçim hevdîtin kurê xwe? Ev vîrûs jî wê çi demî xelas bibe, ez nizanim. Êdî ez nizanim ezê çi demê kurê xwe bibînin."
 

Sernavên din

01/03/2021
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê