'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'

  • rojane
  • 09:01 20 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Hevserokên MED TÛHAD-FED û TÛHAY-DER'ê, diyar kirin ku bi dawîbûna tecrîdê re wê pirgirêk bi awayekî bingehîn bên çareserkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di 27'ê mijdara 2020'an de hatibû destpêkirin di roja 290'an de bi dawî bû. Girtiyan, ji bo çalakiya xwe ku di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiyê ye" de dabûn destpêkirin û di 12'ê îlonê de bi dawî kiribûn de ev daxuyanî dabûn: "Em ê bi çalakiyên cuda bizanebûn û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin." 
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) Mehmet Emîn Guzel û Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, derbarê pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya ji nêz ve şopandin de nirxandinan kirin. 
 
TECRÎDÊ KIRIN ROJEV
 
Hevseroka MED TÛHAD-DER'ê Emîne Kaya, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya girtiyan dike û wiha got: "Rexmî vê rewşê jî girtiyan ji bo ku tecrîdê bikin rojevê çalakiya xwe domandin. Girtî di grevê de gihîştin armanca xwe, mirov dikare bibêje ku tecrîd kirin rojeva dinyayê. Em daxwaz dikin ku binpêkirinên mafan demildest bi dawî bibin. Em naxwazin ku dubare greva birçîbûnê bê destpêkirin. Divê hikumet û rêxistinên sivîl berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bînin."
 
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
 
Hevserokê TÛHAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel jî da zanîn ku rewşa girtiyên tevlî çalakiyê bûne ji malbatê wan hîn dibin û wiha got: "Ji ber ku berê jî tevlî grevê bûne û şertên girtîgehan, li girtiyan dibin sedema nexweşiyên mayînde. Di vê pêvajoyê de piranî med û gurçikên wan diêşên. Hejmara girtiyên bi van nexweşiyan ketine zêde bûne. Gelek girtî kîloyên wan kêm bûne. Malbat dibêjin, 'zarokên me heliyan e'. Niha girtî xwarinên ku dertên dixwin tu xureka teqviye nadine wan."
 
CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ Û HEVDÎTINÊ
 
Di berdewamê de Mehmet Emîn Guzel, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên beriya grevê niha jî didomin û ev tişt anîn ziman: "Gaveke erênî nehat avêtin û gelek girtiyan avêtin hucreya yekkesî. Ji ber ku ketine greva birçîbûnê derbarê gelekan de jî lêpirsînên dîsiplînê hatine vekirin. Ji bo van cezayan hevdîtin hatine qedexekirin. Cezayê hucreyê û dîsiplînê dibin sedem ku înfaza girtiyan bê taloqkirin. Ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan divê rêxistinên sivîl û rêxistinên maf li girtîgehan lêkolînan bikin."
 
ÇARESERÎ OCALAN E
 
Guzel, destnîşan kir ku li welatê ku hiqûq û edalet tunebe wê demokrasî jî tunebe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Daxwaza sereke ya girtiyan bidawîkirina tecrîdê bû. Lê tecrîd hê jî didome. Ev pergala tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Êdî civak jî vê pergalê hîs dike. Divê şert bên sererastkirin û li gorî rûmeta mirovan jiyan bê domandin. Çareserkirina bingehîn a vê pirsgirêkê bi destpêkirina hevdîtina bi Birêz Ocalan re dibe. Divê destpêkê hevdîtina parêzer û malbatê pêk bê. Piştre ji aliyê dewletê ve muzekere bên destpêkirin."
 

Sernavên din

22/09/2021
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin