Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin

  • jin
  • 09:12 21 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren diyar kir ku êdî tecrîdê, qirkirina jinê û nîjadperestiya li ser kurdan tehamûl nakin û got: "Em ji bo azadiya xwe ji malê dertên. Lewma em dibêjin 'Niha dem dema jinê ye." Uren, ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê bang li jinan kir. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 16'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Jin dê beriya mîtîngê serdana bajar, navçe û taxan bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang bikin. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren, polîtîkayên li ser jinên kurd tên pêşxistin nirxandin û ji bo mîtîngê bang kir. 
 
JINA BERXWEDÊR
 
Uren, anî ziman ku ew jinên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn hem li hundir hem jî li derve bi êrişine mezin re rû bi rû ne û got: "Li ber jiyan û azadiya jina kurd astengiyên mezin hene. Îqtidara şovenîst û nîjadperest li ser jinên kurd polîtîkayan çêdike. A rast tenê êrişeke fizîkî nakin; di ser ziman. çand û jiyanê de jî êrişeke derûnî dikin. Me ji Leyla Qasiman heya niha pir bedêlên giran dan. Hê jî em didin. Feraseta tekparêz a îqtidara AKP-MHP'ê her roj êrişên xwe zêdetir dike. Dixwazin destkeftiyên jinan ku jinan bi têkoşîna xwe ew bi dest xistine, berteref bikin. Lê li hemberî van êrişên mezin, parastineke mezin jî heye." 
 
AZADÎ
 
Uren, bal kişand ser girîngiya daxilbûna jinan a nav siyasetê û destnîşan kir ku hêz û bandora jinê li hemû qadên jiyanê heye û got: "Li hemberî jinên datên qadê û heqîqetê eşkere dikin di cidî êudaxile çêdibin. Li hemberî xeta azadiyê xeta kapîtalîst li wan tê ferzkirin. Nahêlin jin azad bibe. Em vê gefê pir dibiihîsin. Li dijî van êrişên ku li Kurdistanê li hemberî jinan, ciwanan û zarokan tên kirin, parastin pir girîng e. Em di xwesteka xwe ya ji bo azadiyê de biisrar in. Em ê pergala kapîtalîst pûç bikin." 
 
‘EM BI KUŞTINÊ NEQEDIYAN' 
 
Uren, bilêv kir ku jina bîrewer dê li hemberî êrişan bi awayek bihêz xwe biparêze û got: "Em kevirên çewt hatine danîn rast dikin. Tişta ku niha em dikin tiştekî pir şiyandar e. Em jiyaneke nû ava dikin û helbet dê beêdleke vê hebe, em hay ji vê hene. Lê em ê van êrişên sîstematîk bişikînin. Êdî em tecrîdê, qirkirina jinê û nîjadperestiya li kurdan tê kirin hew tamûl dikin. Dixwazin bi tecrîdê têkoşîna azadiyê biqedînin. Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin. Lewma em dibêjin 'niha dem dema jinê ye.'" 
 
‘TIŞTA EM WINDA BIKIN TENÊ KOLETÎ YE' 
 
Uren, bal kişand ser bijartina cihê mîtîngê û bilêv kir ku cihê wê Amed e û bi awayekî dîrokî xwedî girîngiyeke pir mezin e. Uren, destnîşan kir ku Amed di berxwedan jinê de pêşeng e û got: "Gelek siyasetmedar an jî aktivîstên jin an hatin girtin an jî hatin sirgûnkirin. Tiştekî ku em winda bikin tune ye. Tekane tişta ku em winda bikin koletî ye. Em ji ber çîroka xwe û hebûna xwe tên qetilkirin û kuştin. Tişta ku em naxwazin winda bikin azadî ye. A ku hebûna me didomîne azadî ye û ji bo vê bedêl çi dibe bila bibe em ê bidin." 
 
RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ
 
Uren, destnîşan kir ku dê bi Rêya Sêyem di xeta jinê de israr bikin û got: "Em li kendava di navbera azadî û koletiyê de ne. Em jinên kurd, ji bo hemû jinan têdikoşin. Berê kurd nedihatin naskirin, lê niha kurd li seranserê cîhanê tên naskirin û bi piranî jî yên berbiçav jinên kurd in. Cîhanê hemû bi çavê xwe dît ku jinên kurd li dijî DAIŞ'ê şer kirin û li ber xwe dan. Ev ji bo me bû cihê kelecaneke mezin. Jin hemû bi êrişê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê jin tên kuştin û tu temînata jiyana jinekê tune ye. Mêr nikarin me biparêzin, a ku me biparêze piştevaniya jinê ye. Jin dikarin hev du rizgar bikin. Em ê mal bi mal, tax bi tax bigerin û vê ferasetê tune bikin. Em piştî vê saetê paş de gav navêjin." 
 
BANGAWAZÎ JI BO MÎTÎNGÊ
 
Uren ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê jî bilêv kir ku telêbûna vê mîtîngê pir girîng e û bang li hemû jinan kir: "Em ê biçin her malê. Jinên serî rakirine qethiyen ne bi tenê ne. Em ê êrişên li ser bedena xwe û fikira xwe, bi deng û rengê jinê bidin sekinandin. Em ê ji vê mîtîngê heya 25'ê Mijdarê, ji 25'ê Mijdarê heya 8'ê Adarê bênavber bitêkoşin. Divê em zilmê, faşîzmê, êrişên li ser jinan û kurdan pûç bikin. Lewma banga me ji bo hemû jina ye. Em jin hemû xwe bigihînin hev, em hev fêm bikin. Em tevli mîtîngê bibin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

22/09/2021
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin