NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 221 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 27 hezar û 197 kes jî pê ketin.
Li gor daneyên Covîd-19'ê yên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de 355 hezar û 226 test hatine kirin û 27 hezar û 197 kes jî bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 221 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine.