Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê

  • rojane
  • 09:04 28 Îlon 2021
  • |
img

RIHA - Danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Serdil Îzol, bang li hemû kesî kir ku xwedî li dozê derkevin. 

Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di 20'ê Tîrmeha 2015'an de gelek ciwan ji bajarên cuda berê xwe dabûn Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê ji bo ku pêlîstokan ji zaroknên Kobanê re bibin. Li hemberî ciwanên li komeleyê kom bûbûn êrişeke bombeyî pêk hatibû û di vê êrişê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn gelek jê jî birînndar bûbûn. Dê danişîna 20'an a derbarê vê komkujiyê de sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin. Danişîn dê li hêwana li Kampusa Girtîgeha Cirnê Reş bê lidarxistin. Heya niha tenê kesek ji ber vê komkujiyê hatiye girtin. Ew jî bersûcê Komkujiya Gara Enqereyê Yakûp Şahîn e. 
 
Di danişîna 19'an de dozger mutalaaya xwe berpêş kiribû û xwestibû li Şahînê ku heya niha neanîne tu danişînê, 34 caran cezayê muebeta giran bê birîn û ji ber 70 kesên birîndar jî bê ceakirin. Her wiha dozger xwestibû dosyeyên bersûcên firarî yên dozê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî jî ji hev bên cudakirin. 
 
Ji parêzerên Doza Komkujiya Pirsûsê Parêzer Serdil Îzol, tiştên di 6 salên borî de qewimîne nirxandin. 
 
DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRI
 
Îzol, anî ziman ku ji roja komkujî çêbûye heya niha malbat, mexdûr û parêzer ji bo kiryar bên eşkerekirin gelek hewl dane û got: "Lêpirsîneke çalak nehat kirin. Me xwest xwekuj bê tespîtkirin. Derbarê Abdûrrahman Alagoz (xwekuj) de ku çawa hatiye Pirsûsê, çawa çiye Navenda Çandê ya Amarayê tu tespît tune ne. Wê rojê tevdîrine zêde hatine girtin, lê Alagoz di tu kontrolê de asê nemaye. Me xwest bê tespîtkirin ku bê Alagoz çawa hatiye Pirsûsê û pêwendî bi kê re daniye. Lê daxwazên me nehatin qebûlkirin." 
 
RÊGEZA RÛBIRÛBÛNÊ HAT BINPÊKIRIN
 
Îzol, diyar kir ku bi qasî 5 saetan dîmenên dema komkujiyê ne li holê ne û divê kesên ev dîmen ji holê rakirine wekî kiryarê komkujiyê bên darizandin. Îzol, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê ne komkujiyek e ku kesek bi tena serê xwe bike û got: "Li deverek ku MÎT lê xwedî hêz e, 6 sal in nayê zanîn bê ka Alagoz ji ku hatiye!" 
 
Îzol, helwesta dadgehê ya 6 salên derbasbûyî jî nirxand û got: "Heyetê heya niha tu daxwazên me yên têkildarî dosyeyê qebûl nekirine. Mînak; tenê bersûcekî dosyeyê heye. Ew jî Yakûp Şahîn e. Li gor rêgeza rûbirûbûnê ya darizandinê, divê bersûc bê dadgehê. Lê heya niha wî qet neanîne. Daxwaza me ya 'divê kes bê hizûra dadgehê' hat redkirin. Me Şahîn, qet li ser kursiya bersûc nedît. Bi sedan kes birîndar bûne û 33 kes jiyana xwe ji dest dane, lê bersûc bi SEGBÎS'ê tevli danişînan dibe. Ji bo darizandineke adil, divê daxwazên me bên qebûlkirin." 
 
DAXUYANIYA WEZARETÊ YA DERBARÊ 'EL AGGAL' BIBÎR XIST
 
Îzol, daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya 12'ê Çileya 2021'ê ku gotibû "Terorîstê DAIŞ'î yên teqemeniyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peydekirine hat girtin" bibîr xist û îfade û zabita lêpirsînê ya derbarê Azzo Xelef Suleyman el Aggalê navê wî di daxuyaniyê de derbas dibe, di 9'ê Sibata 2021'ê di danişîna 19'an de ji dadgehê re hatiye şandin, lê belê di zabitnameyê de derbarê Pirsûsê de hevokek jî tune bye. Dosye tenê di ser Yakûp Şahîn re tê birêvebirin, lê belê ev ne rast e û got: "Di mutalaayê de kêmasiya herî mezin, îdianame heman îdianame ye. Du bersûcên firarî hene ku tiliya wan di komkujiya Enqere û ya Pirsûsê de heye. Ev, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ye. Çarçoveyeke hatiye xêzkirin û doz jî heya niha li gor vê tê kirin. Ew jî di ser Yakîp Şahîn re tê kirin. Heyeta dadgehê dixwaze ceza li bersûcê di dest xwe de bibire û bi vî awayî dosyeyê bigire." 
 
‘KIRYAR BALÎ Û BUYUKÇELEBÎ NE'
 
Îzol, destnîşan kir ku di navbera belgeyên hatine dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê û yên hatine dosyeya Komkujiya Pirsûsê de cuhêtî hene. Îzol got: "Mixabin em di vir de tu kiryareke ji bo zelalkirina dosyeyê nabînin. Kiryarên sereke yên van dosyeyên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ne ku wekî şahid hatine guhdarkirin û fermana komkujiya Pirsûsê û ya Enqereyê dane û di raporên MÎT'ê û Wezareta Karên Navxweyî de hene. Hevjînên her du kesan di 2015'an de di çarçoveya qanûna poşmantiyê de hatin Tirkiyeyê. Bi operasyona MÎT'ê ew anîn, lê derbarê komkujiya Enqere û ya Pirsûsê de pirsek jî ji wan nehatiye pirsîn. Me xwest ev kes bên guhdarkirin, lê gotin derbarê vê dosyeyê de 'tu zanyariyên' wan tune ne." 
 
Îzol, bibîr xist ku îfadeyên bersûcê girtî Yakûp Şahîn jî li hev dernayên û got: "Îfadeyên di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de ne û yên di dosyeya Komkujiya Pirsûsê de dane,  li xwe mikur tê ku peymanek çêkirine. Ne diyar e ku mikurhatinên wî xwe disipêrin çi. Şahîn nabêje bê ji bo wî çi soz hatine dayîn, bi kêre li hev kiriye û lihevkirinek çawa kiriye. Bi gelek tiştan dizane, lê ji bo zelalkirina komkujiyê zanyariyek tune ye. Tenê dibêje, li hev kirine." 
 
‘BILA DAVÛTOGLÛ BÊ Û TIŞTÊN DIZANE BIBÊJE'
 
Îzol, destnîşan kir ku "koma" ku Komkujiya Pirsûsê kiriye û "koma" ku Komkujiya Gara Enqereyê kiriye heman kom e û got: "Heger Pirsûs bihatana zelalkirin, dê Komkujiya Gara Enqereyê çênebûna. Me dikaribû pêşî li vê bigira. Telefonî kesên pêwendiya wan bi bombekar Alagoz re hene kirine û ji wan pirsîne 'pêwendiyeke we ya çawa hebû?' Pêwendiyek nehatiye tespîtkirin, tenê wekî ku lêpirsînek tê kirin tevgeriyane." 
 
Îzol, bibîr xist ku serokwezîrê wê demê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû bûye û got: "Yek ji kesên herî karbidest ê wê demê Davûtoglû ye. Piştî ji AKP'ê veqetiya, derbarê wê demê de hin daxuyanî dan. Em wisa bawer dikin ku dê beyanên Davûtoglû komkujiyê zelal bikin. Me xwest bê dadgehê û bê guhdarkirin. Ne parlementer e, lê heger jidil be dikare were dadgehê û tiştên dizane bibêje. Ew neyê jî, gava dadgeh gazî wî bike mecbûr e were. Bila Davûtoglû bê û tiştên dizane bibêje." 
 
BANGAWAZÎ
 
Îzol, anî ziman ku di danişîna berê de mutalaa hatiye xwendin û diyar kir ku dibe ku di danişîna sibê de biryarek bê dayîn. Îzol, destnîşan kir ku lê belê agahî kêm in û heger tevî van agahiyên kêm biryar bê dayîn, dê bi vê biryarê edalet pêk neyê û got: "Ji roja ku îdianame hatiye amadekirin heya niha tu guherîn çênebûye. Heger bi vî awayî biryar bê dayîn, dê ev bibe danişîneke ku kiryarên 33 Rêwiyên Xeyalê nehatine darizandin. Heger biryar bê dayîn, dê ev wijdanê her kesî biêşîne. Hemû kesên divê ez mirov im, divê ji bo vê dosyeyê hesas tevbigere. Divê hemû kesên tiliya wan tê de heye bên darizandin û cezakirin. Bi vî awayî dê pêşî li ber komkujiyên gengaz jî bê girtin. Em bang li parêzeran û mirovên hestiyar dikin ku sibê bên û dozê bişopînin." 
 
MA / Ferhat Çalîk - Mujdat Can

Sernavên din

29/09/2021
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye