MÊRDÎN - Guleyeke hewanê li gundê Boxziya Biçûk ê Qoserê ket. Nehat hînbûn bê ka gule ji ku hatiye avêtin.
Guleyeke hewanê li gundê Boxaziya Biçûk ê navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Guleya hewanê li nav gundê gundiyan ket û kortek bi qasî 2 metreyan çêkir. Di bûyerê de kes birîndar nebûye.
Nehat hînbûn bê ka gule ji kîjan aliyî hatiye avêtin.
Gundiyan xeber gihand cendirmeyan.
Cendirme li herêmê dest vekolandinê kirin.