Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin

img

STENBOL - Yek ji parêzerên ewil ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Eren Keskîn qala rojên destpêkê kir û wiha got: “Wê demê me nekarî 6 mehan biçin malên xwe. Ji bo kuştina me, li ber deriyên malên me disekiniyan. Her roja ku em ji mala xwe derdiketin, me digot ‘em ê îro bên kuştin.’” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de jî di encama komployeke navneteweyî de hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di derheqê Ocalan de demildest doz hat vekirin û di 31’ê Gulana 1999’an de darizandina wî dest pê kir. Doza Ocalan, li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Hejmar 2 dest pê kir û di 29’ê Hezîranê de bi dawî bû. Cezayê darvekirinê li Ocalan hatibû birîn lê belê TCK’ê, di çarçoveya qanûnên guncaniyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) de cezayê darvekirinê rakir û bi vê yekê re cezayê muebbeta giran li Ocalan birî. 
 
Bi anîna Ocalan a li Tirkiyeyê re protestoyên mezin dest pê kirin û li dijî gelê kurd û parêzerên Ocalan êrişên mezin hatin kirin. Bi hezaran kes hatin girtin, parêzerên Ocalan gelek caran bûn armanca êrişan û ji hêla çapemeniyê ve hedef hatin nîşandan. Di serdemekî ku zext, tundî û gefên kuştinê di lûtkeyê de, yek ji kesên parêzertiya Ocalan kir jî Alîkara Serokê Giştî yê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a wê demê Eren Keskîn bû. Ji ber ku parêzertiya Ocalan dikir, gelek caran gefên kuştinê li Keskîn hat xwarin. Eren Keskîn têkildarî zehmetiyên ku wê demê hiqûqnasan dijiyan bi ajansa me re parve kir. 
 
‘RADESTKIRINA OCALAN DERHIQÛQÎ BÛ’
 
Eren Keskîn da zanîn ku Ocalan bi operasyoneke Tirkiyeyê nehat girtin û wiha got: “Encama xebat û komployeke navneteweyî ye. Di esasê xwe de hiqûqê rê nedida ku Ocalan bê radestkirin. Ji ber ku dihat zanîn ku bi radestkirinê re dê were binçavkirin, îşkencekirin û cezayê darvekirinê lê were birîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî diviya bû nehata radestkirin. Ji bo radestkirinê jî şêwaza ‘li vir e, were bibin’ hat bikaranîn. Hêj di serî de hem hiqûqa navneteweyî û hem jî ya navxweyî hat binpêkirin. Tiştên di serî de hem bi serê wî û hem jî bi serê parêzerên wî hatî, bêhiqûqî bûn.” 
 
PÊVAJOYA QEBÛLKIRINA PARÊZERTIYA OCALAN
 
Keskîn di berdewamê de jî qala sedema parêzertîkirina Ocalan kir û wiha got: “Wê demê em komeke parêzeran bi pêşengtiya parêzer Medet Serhat de dihatin ba hev û em diciviyan. Anku komeke parêzerên kurd hatibû avakirin. Neheqî li kîjan kurdekî bihata kirin, em jê re dibûn alîkar. Lewma bi girtina Ocalan re çapemenî li me digeriya. Pirsên wek ‘gelo hûn parêzerên Ocalan in?’ ji me dikirin. Bêguman ew roj, rojên gelek bitirs bûn. Li kolanan mirov dihatin qetilkirin. Di 5’emîn şeva anîna Ocalan de Osman Baydemîr li min geriya. Wê demê em her du jî Alîkarên Serokê Giştî yê ÎHD’ê bûn. Ji bo kesek nezane bê ka em derheqê çi de diaxivin, em çûn xwaringeheke lûks. Li wir tenê Osman pirsa ‘gelo tu dê bikî’ ji min kir û min jî got ‘erê.’ Piştre jî em li ser hûrgiliyan axivîn. Me ji bo civîneke li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) bang li hevalan kir. Em 12 parêzer bi hev re hatin. Ji ewil hinek kes bifikar bûn. Lê piştre hejmara me zêde bû. Piştre jî em çûn DGM’ê. Wê demê parêzer Ahmet Zekî Okçuoglu jî beşdar bû û em bi hatina wî gelek keyfxweş bûn. Ahmet bû berdevk û piştre em bi hev re çûn cem dozger. Me ji dozger re got ku ‘Em parêzerên Ocalan in û dixwazin pê re hevdîtinê bikin.’ Dozger ewqas hêrs bû ku hindik ma ji kursiyê bikeve. Got; ‘Hûn çawa dibêjin em parêzerên wî ne?’ Piştre jî daxwaznameya me wergirt û ji DGM’ya Enqereyê re şand.” 
 
‘HESTA MIRINÊ BI ME RE ÇÊBÛBÛ’
 
Di berdewamê de jî Keskîn bal kişand ser zextên di wê serdemê de û ev tişt anî ziman: “Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Ji bo kuştina me li ber deriyên malên me disekiniyan. Alên tirkan bi mala min ve kiribûn. Li kolanan êrişî me dikirin. Polîsan hemû parêzer li Enqereyê ji wesayîtên wan anîn xwarê û lê xistin. Her roja ku em ji malê derdiketin, me ji xwe re digot ‘Ez ê îro bêm kuştin.’ Hestekî wisa bi me re çêbûbû. Her roj wêneyên me di rojnameyan de dihatin parvekirin. Mesele wê demê navê ‘çûka mê ya Apo’ li min kiribûn. Lê piştre rojnameger Taha Akyol di rojnameya Mîlliyetê de nivîsek nivîsand û got ku ‘ew karê xwe yê parêzertiyê dikin û êrişên li dijî wan ne rast in.’ Piştî vê nivîsê, êriş jî kêm bûn. Xuya bû ku ev êriş jî ji hêla heman navendê ve dihatin birêvebirin.” 
 
HEVDÎTIN Û DAXUYANIYA EWIL
 
Keskîn got ku ji ewil Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglu bi Ocalan re hevdîtin kirine û wiha pê de çû: “Di hevdîtinê de Ocalan ji parêzeran xwest ku zimanekî çêker bi kar bînin û rewşa wî bi raya giştî re parve bikin. Piştî van gotinan jî me civîna xwe ya çapemeniyê ya ewil li cihê Konseya Çapemeniyê ya li Sultanahmetê pêk anî. Ulkucu hatibûn wir û gefa kuştinê li me dixwarin. Xwestin Baydemîr lînç bikin. Di wê navberê de hevalê me parêzer Îma Şahîn bi rêya telefonê deng ji MED TV re dişand. Di dema daxuyaniyê de hejmara faşîstan jî zêde bû. Bi derketinê re dê em bihatina kuştin. Piştre Okçuoglu ji polîsan re got’ li konsolosxaneya DYA’yê bigerin. Dewleta tirk me naparêze. Ez ê serlêdana îltîcayê bikim.’ Bi gotina wî re polîs tirsiyan. Piştre gotin ‘em ê we biparêzin.’ Em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin.”
 
‘PERGALA DEWLETÊ GUHERÎ LÊ MEJÎ WEKÎ XWE MA’
 
Bi domdarî jî Keskîn destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha li ser Îmraliyê tecrîd heye û wiha dom kir: “Rewşa Ocalan a li wir ne li gorî qanûnan bû. Hevdîtinên me dihatin astengkirin. Wek hincet jî digotin ‘keştî xerab bûye.’ Me ji bo vê hincetê serî li dozgeriya Mudanyayê da lê dozger ji me re got ‘tiştekî ji min nepirsin. Ti rayeyeke min nîne. Bawer bikin ez jî nizanim bê ka rayedar kî ye.’  Wê demê saziya rayedar, Daîreya Şerê Taybet bû. Ew jî girêdayî Serfermandariyê bû. Me dizanî ku Serfermandarî destûrê nade. Pergala dewletê piştre guherî lê mejiyê wê wekî xwe ma.” 
 
‘OCALAN BI ADILANE NEHAT DARIZANDIN’
 
Bi domdarî Keskîn daxuyand ku pêvajoya darizandinê demekî gelek kurt domiya û ev hûrgilî parve kirin: “Ti carî li Tirkiyeyê darazeke serbixwe nebûye. Di vê rewşê de gelo ma pêkane ku Ocalan bi adilane bê darizandin? Ji xwe heke hebûya, dê pirsgirêka kurd hem li hundir û hem jî di qada navneteweyî bihata nîqaşkirin. Pirsgirêka kurd, ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê lê pirsgirêka 4 parçeyan e. Me jî dixwest di vê dozê de vê yekê bikin. Mebesta me ya esasî jî ev bû. Lê destûra vê nedan. Piştî biryara darvekirinê, me Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ava kir. Bi xelas bûna hemû rêyên hiqûqa navxweyî re vêcarê me doz bir DMME’yê.”
 
‘HIQÛQA XWE JÎ NAS NAKIN’
 
Parêzer Keskîn bal kişand ser rakirina biryara darvekirinê û ev nirxandin kir: “Piştî vê biryarê, di hiqûqa navxweyî de hinek sererastkirin çêbûn. Sedema herî mezin a rakirina cezayê darvekirinê ya li Tirkiyeyê, Ocalan e. Dizanîn bê ka encamên çawa dê bi xwe re bîne. Lewma jî rakirin û cezayê muebbeta giran li Ocalan birîn. Dewleteke ku bi hiqûqa xwe ya navxweyî nake, gelo ma pêkane bi hiqûqa navneteweyî bike? Mînak; malbat û vasiyekî her girtiyekî heye. Di çarçoveya wekaleta wî vasî de hevdîtin tên kirin. Lê hem ev mafê Ocalan û hem jî yê girtiyên bi wî re tê binpêkirin. Anku hiqûqa xwe bi xwe jî nas nakin.” 
  
‘CARA EWIL BÛ KU MIN DIDÎT RÛYÊ KURDAN DIKENIYA’
 
Derheqê xebatên Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî de jî Keskîn ev agahî dan: “Dema me ev platform ava kirî, pêvajoya aştiyê hêj dest pê nekiribû. Em li bendê bûn ku rojek piştî damezirandina platformê werîn girtin. Lê yek du roj piştre pêvajoya aştiyê dest pê kir. Wek platformê me bi wezîran re hevdîtin kirin. Digotin ku gelek bihêvî ne, keyfxweş in û pirsgirêka kurd dê were çareserkirin. Di tevahiya jiyana xwe de min cara ewil dît ku rûyê kurdan dikeniya. Wê demê me dît bê ka pêdiviyeke çiqas mezin bi aştiyê heye. Dewlet heke bixwaze dikare pêvajoyeke din a wiha bide destpêkirin.” 
 
‘BI PARÊZERTIYA OCALAN RE ME KAREKÎ RAST KIR’ 
 
Keskîn gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku digot ‘rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ bi bîr xist û got ku hewcehiya kîjan siyasetmedarî bi dengê kurdan çêbibe, vê gotinê bi kar tîne. Keskîn diyar kir ku ne tenê Amed lê divê Îmrali jî esas bê girtin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji ber ku gelemperiya civaka me Îmraliyê wek pêşengê xwe dibîne. Heke CHP hinek biwêrektir tevbigere, dibe ku gelek tişt biguherin. Ji ber parêzertiya Ocalan, ez tu carî poşman nebûm. Parêzertiya Ocalan, di heman demê de dihat wateya parêzertiya gelê kurd. Bi ya min, me karekî rast kir.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

08/02/2022
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir