Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin

img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Em kesên welatparêz in û bi xaka xwe re dilsoz in. Lê belê em, dijminatiya li gelên din tên kirin jî qebûl nakin.” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna Doza Kobanê piştî navbera 2 rojan, di roja 5’emîn de berdewam kir. Doz li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê kirin û di danişînê de li gel endamên MYK’a HDP’ê, nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û gelek parêzer jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hinek siyasetmedar jî bi sedemên cuda beşdarî danişînê nebûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz dest bi parastinê kir. 
 
JI HEV CIHÊ KIRINA SERDEST Û BINDESTAN 
 
Parmaksiz di parastina xwe de diyar kir ku ew di heman demê de xwedî li berhemên komarê jî derdikevin û wiha domand: “Wek kesên sosyalîst, em ê di demên pêş de Tirkiyeyeke sosyalîst ava bikin. Her tişt di nava tevgerê de ye, tu tiştek nasekine. Gelên kurd, çerkez, ereb û hwd. êşên giran kişandin û di şer de cih girtin. Em xwedî li berhemên komarê derdikevin lê ev bi têrî me nake. Em ê van derbas bikin. Em kesên welatparêz in û dilsozên xaka xwe ne. Lê em dijminatiya li dijî gelên din jî qebûl nakin.”
 
‘ŞARISTANÎ LI MEZOPOTAMYAYÊ DERKET’
 
Parmaksiz bal kişand ser cînayetên jinan, destdirêjiyên li dijî zarokan, rûxandina goristanan û wiha pê de çû: “Gelo ma ev welatekî çawa ye? Ma em hêjayî van kiryaran in? Desthilatdar, karmend û kapîtalîzmê mirov dîn û har kirine. Şaristanî, li xaka Mezopotamyayê derket. Ji pisûlayê heta kaxiz û pere, gelek tişt ji vê xakê derketin. Ya ku jê re dibêjin şaristaniya rojava, xwedî çîrokeke 500 salan e. Beriya niha her tişt li rojhilat bû. Şaristanî ji rojhilat derket û di nava hezaran salan de niha derbasî rojava û Pasîfîkê bûye. Em ji dîroka xwe natirsîn. Em oryantalîzmê red dikin û cihêkariyê di navbera rojhilat an jî rojava de nakin. Tevgera hemdemîbûnê ku êdî bûye bîrdoziya serdestan, em ê li gorî daxwaza wan qebûl nekin.”
 
Şandeya dadgehê heta saet 13.30’an navber da danişînê. 
 

Sernavên din

08/02/2022
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin
09:15 Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma
09:13 Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe
09:09 Nava Sûrê kirin herêma rantê
09:09 Qeyûm dixwaze bi betonê bêhna bajêr biçikîne!
09:08 Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike
09:08 Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye
09:07 Maçîn: Hatina Barzanî wekî ku kêrê li hestên netewî xistibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN
07/02/2022
21:05 'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin
20:12 Rojnamevan Yalçin hat berdan
18:22 Îstinafê cezayê ku li derhênerên fîlmê Bakur hatibû birîn xera kir
16:57 Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de
16:30 Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir
15:58 Li Efrînê 5 kes hatin revandin
15:40 Meşa ji bo Ocalan a li Fransayê di roja duyemîn de ye
15:39 Hilbijartina serokomariyê ya Iraqê hat taloqkirin
15:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe
15:20 Dema binçavkirina endamê ÎHD’ê Berkpinar hat dirêjkirin
15:15 Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje
14:53 Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin
14:35 HDP: Bila tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn derhî bikin
14:27 Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye
13:59 Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin
13:48 Bijîşk sibê dest ji kar berdidin
13:41 Doza Kobanê: Em dijminatiya li dijî gelên din qebûl nakin
13:29 Kesên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
13:28 HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir
13:11 Ferît Şenyaşar: Navên rayedaran wê bi komkujiyê bên bîranîn
13:10 Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin
12:13 Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin
12:13 Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan
11:18 Tevî ku cezayê Peldek û Ozerk xelas bûye jî nayên berdan
11:13 Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da
10:51 Eren Keskîn: Ji ber ku me parêzertiya Ocalan dikir, xwestin me bikujin
09:34 Salvegera 10'emîn a GKSM’ê bi coş hat pîrozkirin
09:25 Polîsan bi ser malên HDP’iyan de girtin
09:03 Avên koçeran qut kirin: 16 hezar serî pez tî maye
09:03 Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e
09:02 'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN
06/02/2022
22:58 Li Qoserê şahiya helbestên pirzimanî hat lidarxistin
22:12 Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir
19:06 Li Şemrexê jî xelk li dijî fatûreyên ceyranê rabû
17:56 Aydenîz: Yê ku çareseriyê pêşkêş dike birêz Ocalan e
16:41 Li Qoserê bi hezaran kes li dijî zeman daket qadan: Tayyîp îstîfa, dewlet îstîfa
16:18 Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin
15:59 Farqînê zema ceyranê hat şermezarkirin
15:49 TÛHAY-DER: Deemildest dawî li îşkenceyê bînin
15:13 Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin
14:25 Yek ji jin 2 kes bi çeka cerdevanan hatin kuştin
14:18 Li Semsûrê bi hezaran kes tevlî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Jina ku hatibû Tirkiyeyê û careke din wê biribûn Îranê hat kuştin
12:46 Li kongreya Dersimê HDP'î li eywanê bi cih nebûn
12:28 Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir
10:36 Esnafên Geverê li şûna ceyranê find pêxistin!
10:36 Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin
10:35 Bijîjkan tedawiya girtiyê siyasî sekinandin û emeliyata wî betal kirin
09:01 Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike
09:01 Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî
09:00 Projeya Mezin rûxiya: Dixwazin kurdan di navbera Tirkiye û PDK'ê de asê bikin
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN
05/02/2022
22:49 Piştî kuştina emîrê DAIŞ'ê bi 2 rojan Soylû çû Îdlîbê
22:07 Ji bo rojnamevan Yalçin kampanyaya #NurcanYalçınGazetecidir
21:20 Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir