Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe

  • rojane
  • 13:03 10 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Nazîme Boltan dema li kurê xwe ducanî, hevjînê wê hat girtin û kurê xwe Civan bêyî bavê wî mezin kir. Civan, di temenê xwe yê biçûk de kete girtîgehê û bi derketinê re jî berê xwe da çiyê. Lê di pevçûnekê de birîndar dibe û bi vî halê xwe tê girtin. Dayik Nazîme Boltan, niha jî bo azadiya kurê xwe têdikoşe. 
 
Peyva edaletê li Tirkiyeyê li ser zimanê her kesî ye. Yek ji wan kesên ku edaletê diqîre jî Nazîme Boltan (58) e. Nazîme Boltan ji bo ku dengê wê bêhtir bê bihîstin, li Baroya Amedê beşdarî çalakiya malbatên girtiyan a Nobeta Edaletê bû. Her çiqas raya giştî navê Boltan hêj nû bihîstibe jî lê temamiya emrê vê dayikê bi berxwedana li dijî zextan derbas bû. 
 
ROJÊN ZEHMET BÛN LÊ XWEŞ IN
 
Nazime Boltan li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê di nava malbateke xwedî 7 zarokan de ji dayik bû. Zarokatiya xwe li gund derbas kir. Malbata wê debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û ew jî bi malbata xwe re dixebitî. Li çiyayan şivantiya pez dikir û di demsalên biharê de jî li nava zeviyan dixebitî. Rojên wê yên zivistanê jî bi xwedîkirina pez derbas dibû. Temamiya van mijûlahiyan ku dayika Nazîme wek “em wiha mezin bû” pênase dike, di esasê xwe de ji kar zêdetir, parçeyeke jiyanê bû. Dema dayika Nazîme qala rojên li gund dike, çavên wê dibiriqin û wiha dibêje: “Jiyana li gund, jiyana me ya li wir gelek xweş bû. Rojên zor û zehmet bûn. Carnan bi sewalan re li çiyê bûm û carnan jî di nava zeviyan de dixebitîm. Em tu carî li hundir nediman. Hêj niha jî ji ber xwe ve dibêjim; ‘xweziya niha li gund bûma.’ Min tu carî nexwest li bajêr bijîm. Ava me tune bû lewma me ava xwe ji bîrê peyda dikir.” 
 
GUNDÊ WAN 3 CARAN HAT ŞEWITANDIN
 
Lê ev rewş zêde berdewam nake. Wek encameke polîtîkaya şer, gund tên şewitandin û pêla koçberiyê dest pê dike. Gundê Nazîme Boltan jî tê şewitandin û koç lê dikeve. Di salên 90’î de gundê wan 3 caran tê şewitandin. Her carê bavê wê mala xwe dîsa çêdike lê dawiyek li zextên heyî nayê. 
 
LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DA
 
Nazîme Boltan, di 20 saliya xwe de bi Hakki Boltan re dizewice û berê xwe didin navçeya Bongilan a Çewlikê. Hevjînê wê Hakki Boltan bi sedemên siyasî tê girtin û nêzî 16 salan di girtîgehê de dimîne. Zarokê Nazîmeyê yê herî mezin 5 salî bû û li kurê xwe Civan ku niha di girtîgehê de ye ducanî bû. Civan, 8 meh piştî girtina bavê xwe ji dayik dibe. Lewma di salên destpêkê yên xortaniya xwe de hema hema bavê xwe qet nabîne. Di wê navberê de Boltan sirgûnî Girtîgeha Bûrsayê tê kirin û ji ber bêderfetiyan, malbat dikare salê tenê carekî biçe hevdîtina wî. Nazîme Boltan, li hêlekê barê jiyanê digire ser milê xwe û li hêla din jî li dijî zextên dewletê li ber xwe dide. Di vê navberê de debara malbata xwe jî bi sewalkariyê dike. 
 
HER KU MÊVAN DIHATIN BI SER MALÊ DE DIGIRTIN 
 
Malbata Boltan êdî bûye hedefa dewletê. Kengî mêvanekî bihewînin, dewlet bi ser mala wan de digire û mêvanên wan binçav dike. Êdî ev sepan vediguhere rewşekî wisa ku heta birayê Boltan ê li heman gundî tê serdana wan jî tê binçavkirin. Demek piştre Boltan tê berdan lê dîsa jî dawiyek li vê zextê nayê. Lewma Hakki Boltan tevî keçeka xwe, bar dike Amedê. Nazîme Boltan dibîne ku malbat dîsa parçe dibe lewma jî neçar dimîne ku koçî Amedê bike. Pêvajoya hatina wan a Amedê û hînbûna jiyana li bajêr bo wan hinek biêş derbas dibe. Çendek caran dîsa vegeriyan gund lê di dawiya dawî de konê xwe li Amedê vegirtin. Bi hatina xwe ya dawî re Civan dişînin dibistana amadeyî. 
 
HATINA SEROKWEZÎR A AMEDÊ
 
Civan, zarokekî çalak e û Nazîme Boltan jî hêj hînî şert û mercên jiyana Amedê nebûye. Serokwezîr Tayyîp Erdogan di sala 2008’an de tê Amedê û li seranserî bajêr çalakiyên mezin çêdibin. Dayika Nazîme baş pê bi rewşa zarokên xwe dizane lewma naxwaze beşdarî çalakiyan bibin. Demek piştre Hogir û Civan bi mebesta çêkirina spartekên xwe, berê xwe didin kafeya înternetê ya li nêzî malê. Lê her du zarokên Nazîme Boltan li ber çavên wê tên binçavkirin. Hogir dibin Dibistana Polîsan a Rezanê û Civan jî ji ber ku emrê wî di bin 18 saliyê de ye, tevî bi sedan zarokên wek “zarokên kevir avêtîn” tên pênasekirin derbasî qereqola li navçeya Yenîşehîrê dikin. Nazîme Boltan bajêr baş nas nake û tevî keça xwe ya mezin, bi daxwaza dîtina kurê xwe diçe Dibistana Polîsan. Polîs vê daxwaza wê red dikin lê ew li ber xwe dide, li hundirê qereqolê rûdine û dibêje ku dê bi cihekî ve neçe. 
 
ÎŞKENCEYA LI ZAROKAN HATIYE KIRIN
 
Berxwedana Nazîmeyê encam dide û polîs neçar dimînin ku Civan bînin cem Nazîmeyê. Dibîne ku îşkence li kurê wê hatiye kirin û her devera laşê wî reş û şîn bûye. Demek piştre zarokeke din jî bi Civan re dibin qata jor û milê wî zarokî jî hatiye şikandin. Ji bo ku ev şopên îşkenceyê neyên dîtin, qederê hefteyekê ev zarok li jêrzemînên qereqolê tên sekinandin. 
 
MAZLUM Û CIVAN
 
Hem Hogir û hem jî Civan tên girtin. Hogir 18 saliya xwe derbas kiribû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Civan jî wê demê hêj zarok bû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Dayika Nazîme bi mehan di navbera herdu girtîgehan de tê û diçe. Hogir çend meh piştre hat berdan û Civan jî di wî emrê xwe yê biçûk de 9 mehan li girtîgehê dimîne. Demek piştre Civan bi rojnameger Mazlum Erencî re ku tev li PKK’ê bûbû, li heman qawîşê dimîne. Ji zilm û zordariya heyî bibandor dibin û hêrseke mezin dikeve dilê wan. Dayika Nazîme vê rewşê wiha vedibêje: “Sedema hemû tiştên bi serê zarokên min hatin, serokwezîr e. Tevî 36 zarokan di girtîgehê de man. Ji bilî 5 kesan, temamiya koma wan berê xwe dan çiyê.” 
Ji ber rewşa girtinê, Civan ji dibistanê tê avêtin. Vêcarê jî dixwaze mîna Mazlum bibe rojnameger. Heta demekî belavkariya rojnameyan dike. Demek piştî tevlibûna xwe, Mazlum di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dide. Hefteyek piştî merasîma cenazeyê Mazlum jî vê carê Civan berê xwe dide çiyê. 
 
ÇÛYÎNA CIVAN 
 
Di berdewamê de Nazîme Boltan wiha behsa wan rojan dike: “Ji zarokên biçûçik re digotin terorîst. Lê ew terorîst nebûn. Di 15 saliya xwe de hat girtin. Piştî ji girtîgehê derketî, belavkariya rojnameyê kir. Hêrsa wî hinek daketibû lê di dilê wî de têkoşîn hebû. Beriya ku biçe çiyê, hate malê. Wê demê ez nexweş bûm û min jê xwest ku biçe nan bîne. Ji min re got; ‘Dayê hinek karê min heye. Ez ê biçim Gola Hazarê soberiyê. Dibe ku yek du rojekan li wir bimînim.’ Dema çûyî jî du caran ez maç kirim. Min texmîn nedikir ku dê biçe. Min jî jê re got ‘heke ne bi dilê te be, neçe. Ma çi karê te li Xarpêtê heye. Dê li wir bixeniqî.’ Çû û êdî nehat. Bi daxwaza xwe çû û min nedikariya pêşî lê bigirim. 11 meh piştî çûna xwe di pevçûnekî de birîndar bû. Cerdevanan agahî şandin û gotin jiyana xwe ji dest da ye. Bavê wî beriya min çûbû Xarpêtê lê ew hatibû binçavkirin. Li her devera nexweşxaneyê polîs hebûn. Dor li min girtin û sedema hatina min pirsîn. Min jî mijar ji wan re qala hatina xwe kir.”
 
TÊKOŞÎNA DAYIKÊ
 
Bi domdarî jî Nazîme Boltan dibêje ku polîsekê li ber deriyê nexweşxaneyê jê re dibêje ku kesek bi birîndarî hatiye girtin, du emeliyatan bûye û di bandora narkozê de dirûşm berz kirine. Polîs herî dawî jî ji dayika Nazîme re dibêje ku ew kes kurê wê ye. Dayika Nazîme ji bo ku derheqê zarokê xwe de agahiyekî bigire, bi rojan li Xarpêt, Çewlik û Amedê derî bi derî digere. Herî dawî xwe digihîne dozgerekî û dozger wiha jê re dibêje: “Heke leşkeran bizaniya ku kurê te sax e, dê ew sax nehiştibûna. Digotin qey mirî ye lewma biribûn morgê. Bijîşkan piştre ferq kir ku hêj dijî. Destekî wê jê bûye û di bedena wî de parçeyên şarapnalê hene.” 
 
BI BIRÎNDARÎ HAT GIRTIN
 
Hêj tedawiya Civan Boltan neqediya bû ku bi birîndarî hat girtin. Di vê pêvajoyê de çavekî xwe winda dike. Li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “parçekirina yekitiya dewlet û welat” cezayê muebbeta giran û bi tawanbariyên sûcdariyên din jî 95 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dayika Nazîme wiha qala çalakiya xwe jî dike: “Me çalakiya xwe ji bo edaletê da destpêkirin. Ji roja destpêkirina çalakiyê heta niha 10 cenaze ji girtîgehan derketin. Em dixwazin ku kesên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan. Her cara ku kurê min dibin nexweşxaneyê, 14 rojan di karantînayê de dimîne. Roja ku me dest bi çalakiyê kirî heta niha di karantînayê de ye. Heke testa wî pozîtîf derbikeve jî dê têxin hucreya yekkesî. Destek û çavekî wî nîne. Gelo dê ev kes li hucreyê çawa sexbêra xwe bike?"
 
TECRÎDA LI SER OCALAN 
 
Dayika Nazîme axaftina xwe wiha xelas kir: “Cezayê ku li kurê min hatiye birîn di hiqûqê de nîne. Gelo ma dê kî bikare vî cezayî temam bike. Raporan didin lê bi raporên xwe nakin. Di mejiyê wî de şarapnel hene û xetereya felc û mirinê heye. Ev bû 3 sal ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê min nekarî kurê xwe bibînim. Ji bo ku bînin Amedê, me daxwazname dan lê red kirin. Hem li me û hem jî li wî zilm tê kirin. Banga min ji bo malbatên girtiyan ew e ku piştgiriyê bidin çalakiyê. Rewşa zarokên me girêdayî rewşa tecrîda li ser Ocalan e. Divê Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Nexwe dê li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê bikin.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglu - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

10/02/2022
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin
17:24 Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere
17:07 Li Feleknas Uca cezayê pere birîn
16:47 Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
16:45 Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin
16:42 Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn
16:29 Di Doza Komkujiya Konyayê de serokê dadgehê şahid beralî kirin
16:29 Nivîskar Omer Agin ji doza xwe beraet kir
15:56 Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in
15:52 Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir
15:44 Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan
15:29 Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand
15:21 Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin
14:49 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:48 Doza Kobanê: Kurd biçin li Çînê jî tiştekî bikin Tirkiye xwe aciz dike
14:07 Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin
14:06 Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
13:49 ‘Tirkiye krîza li Iraqê kûrtir dike’
13:46 Li hevjînê Remziye Yoldaş cezayê hefsê yê muebbetê hat birîn
13:41 Xelkê Amedê zem protesto kirin
13:00 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:53 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:52 Xwestin dadgerê Doza Komkujiya Konyayê bê guherandin
12:50 Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
12:44 Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin
12:13 Xebatkarên Gur Tekstîl û Aras Kargoyê dest ji kar berdan
12:10 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
11:53 Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin
11:47 Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin
11:21 Li çiyayên Spîrêzê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:13 Sozerî: Peyvên kurd û Kurdistanê bi zanebûn tên sansûrkirin
10:39 Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin
10:22 Îdianameya Şîmon Dîrîl: Heta ku kuştîn lê xistine
09:59 Strana kurdî weke ‘propagandaya rêxistinê’ hat hesibandin