Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin

  • rojane
  • 19:32 11 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de bal kişand ser komloya navdewletî ya 15'ê Sibatê got: "Hûn vê darizandinê li ser navê AKP û MHP'ê dikin. Xwe ji navê bidin alî. Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin." 
 
Danişîna 9'an a Doza Kobanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê di roja 8'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Di danişînê de Sebahat Tûncel axivi. 
 
‘HÛN FERMANÊN SOYLÛ PÊK TÎNIN'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, destnîşan kir ku heyeta dadgehê di warê nixumandina rastiyan de serketî ye û got: "Hûn texdîrê heq dikin. Karê we hûn siyasetmedarên kurd, jinan, kesên ehlê demokrasiyê û kesên pêşî li ber îqtidarê digirin derxin. Li Tirkiyeyê îqtidar nikare rêvebirinê bike. Krîz hingî kûr bûye, li her derî pirsgirêkên mezin rû didin. Li vî welatî serokê AYM'ê îsyan dike. Serokê AYM'ê gilî dike. Nexwe em ê çi bikin li vira? Wekîlekî AKP'î got, 'qet tiştek nebûbe jî, miheqeq tiştek bûe.' Duh, we neyta xwe pir eşkere kir. We ji muştekiyan re got, 'divê em wan ceza bikin.' We hevokek wekî 'divê em we ceza bikin' bilêv kir. Ev, her tiştî eşkere dike. Hûn ji bo cezakirina me serî li hemû bêhiqûqîtiyan didin. Hûn fermanên Suleyman Soylû pêk tînin. Digot çi ew begefendiyo, 'Hûn bikin, dê berdewamî bê.' Hûn çawa dikevin bin vî barî? Hûn çawa dikevin ber vî gunehî? Wer xuya ye hûn ji kurdan, hûn ji HDP'ê wisa nefret dikin ku hûn van bêusûltiyan erê dikin. Navê vê çi ye? Ev ne helwesteke ku mirov qebûl bike. Ev dosye rûxiya. Dinya alem dizane ku hûn ji bo twîta ji bo gelê Kobanê hat belavkirin, hûn me ceza dikin. Tu eleqeya me bi mirina wan mirovan re tune ye." 
 
'HÛN Ê HESAB BIDIN'
 
Tûncel ku got "Nasnameya me, elewîtî, kurdîtî û jinbûna me ji bo we dezavantaj e" destnîşan kir ku ew ji ber nasnameya xwe tên darizandin. Tûncel got: "Hûn çima kurdan û dostên wan didarizînin? We kesên jinên êzidî firotin dîtin. Ji ber ku em li dijî van kesan e hûn me didarizînin. Tevahiya meseleyê ev e. Şahidê veşarî hatiye, dibêje kadroyek berê hatiye. Li gor çi yê berê? Serok Gultan digot, porê xwe boyax bike. Dibêje kamp hene, ev kamp li ku ne? Ez 25 sal in bi awayekî çalak siyasetê dikim. Li holê tu meseleye hiqûqî tune ye. Şahidên nepen dibêje, çûye kampê, çûye Qendîlê. Madem şahidê nepen me nas dike, çima hûn wêneyên me rê wan didin? Bila bên dadgehê, çi tevdîr hebe ji bo wî bigirin û bila were me teşxîs bike. Sirf ji bo hûn siyasetmedarên krud ceza bikin, hûn li usûlê nanêrin. Hûn ê di bin vê de bimînin. Dê demokrasî û aştî bên vî welatî. Wê çaxê hûn ê hesabên bêhqiqûîtiyê xwe bidin. Mesele ne em in. Mesele 85 milyon e. Em baş dizanin bê hûn vê cesaretê ji ku distînin. Hêza ku hûn pişta xwe didinê, qels dibe. Hay jê hebin. Ev meseleya we ye jî. Ew kesên li ser wan sendeliyan, niha li ku ne?" 
 
‘HÛN NIKARIN MESELEYA KURDÎ LI HÊWANÊN DADGEHAN ÇARESER BIKIN'
 
Tûncal, di axaftina xwe de pirsî bê kî ev welat xistiye vî halî û got: "Bi hezaran akademîsyen çûn derveyî welêt. Bi deh hezarran xwendekar dixwazin biçin derveyî welêt. AKP, qaçaxçîtiya derveyî welêt a vî welatî dike. Çima? Ji lew re demokrasî tune ye. Ma me ev welêt xistiye vî halî? Ên welêt xistine vî halî em li vira dîl girtine. Li pêvajoya 2015'an mêze bikin. Lê her ku em tên girtin rewşa vî welatî xirabtir dibe. Ev tişt hemû girêdayî çareserkirina meseleya kurdî ne. Hûn nikarin vê darizandinê bikin. Hûn vê darizandinê li ser navê AKP û MHP'ê dikin. Me duh jî ev ji we re got, xwe ji navê vekişînin. Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin." 
 
Tûncel, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Her wiha Tûncelê bibîr xist ku salvegera 15'ê Sibatê komploya navdewletî nêz bûye û got: "Komloya li ser Birêz Ocalan, pevçûna di navbera kurd û tirkan de mezintir dike. We hemû kesên meseleya kurdî nîqaş dikin xisting irtîgehan. Dê çawa be îja? Sedema ku mirov nikarin li Tirkiyeyê bijîn jî ev e." 
 
Tûncel di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku rûmeta hiqûqê biparêzin. 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ayşe Yagci jî got: "Ez li navnîşana xwe hatim binçavkirin. Serê sibehê ez ê biçûma kar, lê hatim binçavkirin. Ger fikarek min hebûna, gava berî min bi mehekê hevalên min hatin girtin ez ê wê çaxê bireviyama. Beyanên şahidên di dosyeya min a Dadgeha Cezayê Giran a 9'an de û yên niha wekî hev in. Ez ji wê dosyeyê bi awayekî negirtî têm darizandin, lê we ew dosye ji bo vira kiriye hinceta girtinê. Çi pêwendî di navbera wê dosyeyê û ya vir de heye? Doza berdana xwe dikim." 
 
Danişîn piştî navbereke bi qasî 15 deqeyan cardin dest pê kir. 

Sernavên din

13/02/2022
10:51 Berkpinar: Em bi têkoşînê dikarin pêşî li êrişan bigirin
10:36 Hatîp Dîcle: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî jî pêk nayê
09:54 Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn
09:46 Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim
09:13 'Gel birçî ye, êdî dengê me bibihîsin'
09:11 Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin
09:04 Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
09:03 Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin
09:03 Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast
09:03 Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN
08:31 Zilamê ku tundiyê li malbata xwe kir, hat binçavkirin
12/02/2022
21:55 Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye
21:09 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê
18:48 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
18:31 Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin
18:00 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Dengê me bibîhisin
17:36 'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin'
17:29 ‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’
17:01 Aydenîz: Di pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e
16:51 Xwîşka du windakiriyan: Ez naxwazim wêneyên birayên min bêxwedî bimînin
16:16 Sancar: Werin em bi Tifaqa Demokrasiyê vê pergala zalim biguherînin
15:51 Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Fatma Ozbay heye
15:27 Dayika 65 salî ku hatibû girtin hat berdan
15:17 Girtiya nexweş Siya Çinar ev 5 heyvin nayê dermankirin
14:38 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
14:19 Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn
14:18 Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
13:58 Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv
13:49 Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da
13:41 SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan
13:29 Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin
12:55 Smellie: Divê DAIŞ’î li welatên xwe bên vegerandin
12:07 HDP’ê ji bo girtîgehan di mehekê de 203 caran serî li ÎHÎK’ê da
11:52 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar kete roja 341’an
11:33 Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin
11:30 HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe
10:25 Çalakiya greva birçîbûnê ku 140 girtiyan daye destpêkirin didome
10:03 Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Li Girtîgeha Rihayê pêkanînên dijmirovî!
09:07 Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali!
09:06 Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
09:05 Sefar ji ber krîzê nikarin hilberînin
09:04 Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne!
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'YAN
11/02/2022
23:13 Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan
21:43 Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir
20:50 Derhêner Selamo hat berdan
19:47 HDP'ê li Nisêbînê ji bo kongreyê bang kir
19:41 Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da
19:32 Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin
18:28 Li Licê operasyona eskerî
18:22 Yuksekdag: We edaletê li çarmixê da, hûn ê bi ser nekevin
17:43 DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike
17:25 Komîsyona Mafên Zarokan a Wanê hat avakirin
17:16 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
17:05 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 63'yan de ye
16:42 Li Cizîrê zem bi meşeke girseyî hatin protestokirin
16:16 140 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin: Bila mirina Tûran bê zelalkirin
15:57 Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin
15:10 'Berpirsyarên gotinên li dijî elewiyan serkarê desthilatê ne'
15:07 Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin
14:23 Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
14:20 Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye
14:19 Îfadeya yekane şahidê êrişa Dedeogûllari piştî meh û nîvan hat wergirtin
14:03 Şandeya HDP’ê serdana Dêra Surp Giragosê kir
13:51 Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir