Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne

  • rojane
  • 09:07 28 Gulan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Hevserokê OHD'a Îzmîrê Velat Zeren ku li Girtîgeha Kiriklarê hevdîtin bi girtiyan re kiriye diyar kir ku îdareya girtîgehê soz daye ku dê pirsgirêkan çareser bike, lê li ser sozek xwe jî nesekiniye. 

Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê tahdeya li girtiyan tê kirin her diçe zêde dibe. Ji roja ku Haydar Alî Ak (di Îlona 2021'ê de wekî midûr tayinî girtîgehê hatiye kirin) hatiye binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Di 28'ê Mijdara 2021'ê de gelek girtî li dijî van çewisandinên Ak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Piştî hevdîtin hatibûn kirin û hin soz hatibûn dayin girtiyan di roja 63'yan de greva xwe bi dawî kiribû. Lê ji wê demê heya niha îdareya girtîgehê li ser sozek xwe jî nesekiniye û her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. 
 
Girtî Onûr Yilmaz nameyek ji parêzerê xwe re şandibû û ragihandibû ku di 17'ê Gulanê de ketiye rojiya mirinê. Her wiha Yilmaz ragihandibû ku ger tiştek bê serê wî berpirs midûrê girtîgehê Ak e. 
 
OHD HEVDÎTIN BI GIRTIYAN RE KIR
 
Piştî zext û çewisandin zêde bûn Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Velat Zeren di 25'ê Gulanê de çû Girtîgeha Kiriklarê û hevdîtin bi Onûr Yilmazê di rojiya mirinê de û girtiyên din ên ketibûn greva birçîbûnê re kir. 
 
TECRÎD ZÊDE BÛYE
 
Zeren bibîr xist ku girtî beriya niha bi çend mehan li dijî binpêkirinên mafan û çewisandinan ketibûn greva birçîbûnê û got, îdareya girtîgehê soz dabû ku dê şert û merc bên sivikkirin. Zeren bilêv kir ku lê berevajî wê tecrîd zêdetir bûye. Zeren ragihand ku berê qawîşên girtiyên siyasî li heman korîdorê li kêleka hev bûne, lê di demên dawî de ji hev hatine dûrxistin û got: "Bi vî awayî şert û mercên tecrîdeke taybet hatine afirandin. Girtiyê ji sûcên cuda anîne xistine hin qawîşên wan. Faşîst anîne. Faşîst tim girtiyên siyasî taciz dikin. Dengê televîzyonên xwe bilind dikin. Li gor tiştên muwekîlên me gotine, gardiyan jî ji bo vê xwe li nedîtinê datînin." 
 
QEFES
 
Zeren diyar kir ku girtî li hewadariyên ser wan bi têlan hatine girtin ku girtî ji bo vê dibêjin "têlên qefesan" tên ragirtin û got, ev yek hem li dijî rûmeta mirovan e hem jî ji bo tenduristiya girtiyan nebaş e. Zeren bilêv kir ku ji bo vê hevdîtin bi rêvebiriya girtîgehê re hatiye kirin lê tiştek ji vê hevdîtinê derneketiye. 
 
Zeren anî ziman ku mafê sporê, atolye û sohbetê heftê 10 saet bûye lê bi hinceta pandemiyê ev maf hatine binpêkirin. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Zeren destnîşan kir ku muwekîlê wan Onûr Yilmaz li dijî van binpêkirinên mafan ketiye rojiya mirinê û wiha domand: "Girtiyên siyasî berê jî ketibûn greva birçîbûnê. Em parêzer me gelek caran hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirin. Girtî jî hevdîtin bi îdareya girtîgehê û dozgeriyê re kirin. Piştî hevdîtinê dozger gotibû dê bi meseleyê re eleqedar bibe û dê ev pêkanîn bi dawî bibin. Bi vê re girtî greva xwe bi dawî kiribûn. Lê li ser sozên xwe nesekinîn. Wê demê tenê girtiyên di du qawîşan de birin cihê ku girtiyan dixwest. Lê piştî greva birçîbûnê bi dawî bû bi hinceta 'qawîş tên tadîlatkirin' hatin valakirin û girtî birin qawîşên wan ên berê. Îdare li ser sozên xwe nesekinî. Gavên bi awayekî qismî hatibûn avêtin jî paşê cardin bûn wek berê." 
 
ZIHÎF BÛYE
 
Zeren diyar kir ku Yilmaz ji roja ku dest bi rojiya mirinê kiriye heya niha 5 kîlo zihîf bûye û tenduristiya wî nebaş e û wiha got: "Got, serê wî diêşe û zingînî ji guhê wî tê. Got, ji ber îdare li ser sozên xwe nesekiniye û ji ber midûr AK ketiye rojiya mirinê." 
 
'BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'
 
Zeren xwest rêvebiriya girtîgehê dawî li pêkanînên xwe yên nerewa bîne û got: "Di hevdîtinê de me biryardariya muwekîlê xwe dît. Ger ev pêkanîn bidomin dibe ku çalakiya muwekîlê me bi mirinê bi dawî bibe. Ger wisa bibe berpirs îdareya girtîgehê ye." 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

01/06/2022
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir