NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê gundê Mielek ê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bû.
Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê rojavayê navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin. Hat zanîn ku di encama topbarana li dijî gundê Mielek ê Eyn Îsayê de welatiyê bi navê Fadî Xalawî birîndar bû.
Hat ragihandin ku topbarana Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ya li ser navçeya Eyn Îsayê berdewam e.