COLEMÊRG - Li Herêma Kurdistanê, di şerê leşkerên artêşa tirk û gerîllayên HPG'ê de 3 leşker hatin kuştin.
Êrişa Tirkiyeyê ya di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dest pê kir, didome. Walîtiya Colemêrgê, derbarê êrişê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di navbera 27 û 30'ê gulanê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
Navê leşkerên ku hatine kuştin wiha ne: Çawişê Pispor Hasan Çatal, Çawişê Pispor Îslam Sancak, Çawişê Pispor Mûhammed Serttaş.
Hat ragihandin li herêma ku sewqiyata leşkerî lê hatiye kirin jî liv û tevgera helîkopteran heye.