SÊRT - Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan bertek nîşanî xespkirina îradeyê ya li Sêrtê da û wiha got: “Em bi awayekî xurt tev li mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bibin û bersivê bidin polîtîkayên qirêjî yên îktîdarê.”
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê didomin. Bi vê serdemê re bû cara sêyemîn ku li Şaredariya Sêrtê qeyûm tê tayînkirin. Welatiyên li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiyê kirin, peyama berxwedanê didin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan ku li dijî xespkirina îradeyê li bajar e, diyar kir ku pratîka qeyûm a AKP’ê ji sala 2016’an ve xistiye meriyetê, li tevahiya qadên jiyanê belav bûye û got: “Qanûneke nû derxistin ku li şîrketan jî qeyûman tayîn dikin. Ku derê bixwazin qeyûm tayînî wir dikin. Li şûna ku vê bêhiqûqiyê ji holê rakin, hîn bêhtir giran dikin.”
‘LI DIJÎ QANÛNÊ YE’
Bi domdarî Tanhan da zanîn ku xelkê Sêrtê tevî polîtîkayên qirêjî yên AKP’ê jî şaredarî bidest xistiye û wiha pê de çû: “Sêrt cihekî pirzimanî, pirçandî û pirolî ye. Pergala yekperest tehemûla vê nekir lewma îradeya wan xesp kir. Heke em dizî, xesp û nelirêtiyên qeyûman vebêjin, pirtûk têr nakin. Weke mînak li Mêrdînê mezintirîn nelirêtiya di dîroka komarê de derket holê. Diyar bû ka mal û milkê xelk çawa pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Bi nanê xelkê dilîzin û karkeran ji kar derdixînin. Her tiştê wan derqanûnî ye.”
‘AKP DIJMINÊ DEMOKRASIYÊ YE’
Tanhan, got ku AKP dijminatiya demokrasiyê dike û ev tişt anî ziman: “Demokrasî û AKP li gel hev nabin. Ji feraseta yekperest demokrasî dernakeve. Demokrasiya wan tenê ji wan re ye. Li dijî wan tiştekî herî biçûk çêbibe qiyametê radikin. Lê ev sê sal in îradeya gel xesp dikin. AKP’ê her tim dijminatiya demokrasiyê kiriye.”
‘HEVSENGIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIGUHERIN’
Tanhan, bal kişand ser hevdîtinên bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin û wiha pê de çû: “Di rewşekî wiha de qeyûman tayîn dikin. Hevsengiyên Rojhilata Navîn diguherin. Ji ber têkoşîna heyî neçar man li ser maseyê rûnin. Hem li ser maseyê rûdinin hem jî êriş diki. Heta niha jî tu gavên jidil nehatine avêtin. Gavên şênber tune ne. Tecrîd didome.”
JI BO MITÎNGÊ BANG KIR
Tanhan, bertek nîşanî bêdengiya welatên ewropî ya li dijî tayînkirina qeyûman da. Tanhan, got ku dê têkoşîna wan a li dijî êrişên AKP’ê bidome û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Polîtîkayên AKP’ê yên tecrîd, qeyûm û hwd dê bi berxwedana gel têk biçin. Dê di 8’ê Sibatê de li Amedê mitîng bê lidarxistin. Bi tevlibûneke xurt em ji van polîtîkayên qirêjî re bibin bersiv.”