Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye

  • rojane
  • 11:08 31 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku helwesta Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ya li dijî daxwaza Tirkiyeyê ya li vegera sînorên Mîsak-î Mîllî girîng e û wiha got: “Sedema bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ev bû. Ji ber gotina ‘çi karê we li Mûsilê heye’ hate bidarvekirin. Lê malbata Barzanî niha bi Tirkiyeyê re hevkariyeke stratejîk dike. Ev jî nîşan dide ku vê projeyê erê dikin.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi êrişeke berfireh kiribû. Di demekî ku ev êrişe didomin de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan îşareta êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de ev planên AKP’ê weke stratejiyeke hilbijartinê tê nirxandin. Tê gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo qebûlkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya bo NATO’yê, destûra êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şert di dane pêşiya wan. 
 
Dîroknas Dr. Sedat Ulugana têkildarî êrişên ji serdema Osmaniyan heta roja me û polîtîkaya şer a AKP’ê ji ajansa me re nirxand. Ulugana, dibêje ku êrişên li dijî Mûsil û Helebê parçeyeke projeya Mîsak-i Mîllî ye û malbata Barzanî jî ev proje “erê” kiriye. 
 
PÊNGAVÊN INGILISTAN Û FRANSAYÊ
 
Dr. Sedat Ulugana da zanîn ku bi çaryêka sedsala 20’an ve êdî sînorên dewleta Osmanî tenê ji herêma Anatoliyayê pêk dihat û wiha got: “Bakurê erdnîgariya Kurdistanê li ber Anatoliyayê nakeve. Bi Peymana Lozanê re polîtîkayeke ji bo îllhaqkirina tevahiya Kurdistanê hate meşandin. Ingilistanê ji bo ku kanên neftê yên başûrê Kurdistanê û Fransayê jî ji bo yên Rojava, Bakurê Kurdistanê bi qurbanî Kemalîstan kirin. Osmaniyan hewl dan di dema Şerê Kirimê de rewşa xwe ya jeopolîtîk li dijî Rûsya û Ingilistanê bi kar bînin. Sûdgirtina ji van avantajan, di van demên dawî de ji hêla Tirkiyeyê ve bêhtir tê bikaranîn.” 
 
NEO-OSMANÎ
 
Bi domdarî Ulugana bal kişand ser Neo-Osmantiya ku derdora rastgir tîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide polîtîkayên Ne-Osmanî bi awayên cuda têxe meriyetê. Di vê çarçoveyê de derdorên weke SADAT û hwd. ku li pey damezirandina împaratoriyeke mezin a navend Stenbol xistin nava hewldanan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl da Sûdan, Somalî, Tûnûs, Lubnan û Misrê jî tev li vê plana xwe bike. Lê belê siyaseta îslamî anku projeya Îxwan-î Muslimîn a li Rojhilata Navîn têk çû. AKP-MHP niha jî li pey Neo-Osmaniya bi tûraniyê hatiye biserûberkirin ketiye. Lê belê ev proje, projeyeke xurt nîne. Gelê ereb dê nekare xwe di vê projeya tûraniyê de bibîne. Ji ber ku nasnameya osmaniyan di bîra gelê ereb de xwedî cihekî baş nîne. Tevî vê yekê jî AKP-MHP dev ji van hewldanên xwe bernadin.” 
 
PROJEYA MÎSAK-I MÎLLÎ
 
Di berdewamê de Ulugana got ku AKP-MHP ji ewil hewl didin xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî û wiha berdewam kir: “Di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de Heleb û Mûsil jî hene. Welayeta Helebê tevahiya Rojava û ya Mûsilê jî tevahiya başûrê Kurdistanê digire nava xwe. AKP hewl dide van her du herêman bi dest bixe. Di vê mijarê de helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê dê diyarker be. Nizanim bê ka ew çiqas di ferqa vê meseleyê de ne. Birayê Mele Mistefa Barzanî, Şêx Abdulselam Barzanî bi vê sedemê hate bidarvekirin. Digot; ‘çi karê we li Mûsilê heye’ û ji ber vê gotinê hate bidarvekirin. Lê belê malbata Barzanî îro bi Tirkiyeyê re hevkariyeke stratejîk dike û ev jî nîşaneya erêkirina wan a vê projeyê ye. Em dibînin ku gelemperiya xelkê Başûr û pêşmergeyan li dijî vê projeyê ne. Lewma em dibînin ku ev erêkirin, tenê li ser bingeha berjewendiyên malbatî ne.” 
 
BAZARIYA BI NATO Û RÛSYAYÊ RE 
 
Ulugana, bazariya Tirkiyeyê ya ji ber endamtiya NATO’yê bi Fînlandiya û Swêdê re dike û ev nirxandin kir: “Di piştperdeya vê bazariyê de, bazariya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re heye. Dibe ku Rûsyayê li hemberî astengkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê, deverên cuda yên Rojava pêşkeşî Tirkiyeyê kiribin. Bêguman Tirkiye hewl dide hem ji Rûsya û hem jî ji NATO’yê çendek tawîzan bigire. Heke Tirkiye di mijara endamtiya Fîlandiya û Swêdê de israra xwe bidomîne, dê NATO li dijî Tirkiyeyê helwestekî tund nîşan bide. Lewma dibe ku dewletên rojavayî di mijara êrişa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê de bertek nîşan bidin. Heke Tirkiyeyê xwe bide cem NATO’yê, wê demê dibe ku Rûsya jî bibêje; ‘li Minbic û Til Rifatê ez heme. Ez ê qada hewayî bigirim.’ Di daxuyaniyên ji çapemeniya DYA û dewletên rojaveyî diyar dibe ku Tirkiye zêdetir dixwaze tawîzan ji Rûsyayê bistîne. Ji bo ku baş jê fêm bike bê ka çi dibe, divê mirov hinek li bendê bisekine. Lê divê em ji bîr nekin ku AKP di vê pêvajoyê de hewl dide hemû otonomiyên kurdan tune bike.” 
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Dr. Sedat Ulugana da zanîn ku di Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî (MGK) yên di salên 2016 û 2018’an de nîqaşa “gelo em ê bikarin qirkirineke kurdan a qismî bikin an na” hatine kirin û wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de zehmete ku êdî operasyonên wiha bên kirin. Li şûna wê, girtîgehên bi tîpên F ku weke kampan in hatin pêşxistin û çekên kîmyewî tên bikaranîn. NATO dengê xwe naderxîne ji ber ku berjewendiyên wê bi Tirkiyeyê re hene. Ji bo bazariyeke baş a bi Tirkiyeyê re, bêdudilî dikarin kurdan di yek deqeyê de bifiroşin.” 
 
OSMANÎ Û SAFEWΠ
 
Bi domdarî Ulugana bal kişand ser helwesta Îranê ya di demên pêş de û ev tişt anî ziman: “Helwesta Îranê krîtîk e. Pirsgirêka di navbera Tirkiye û Îranê de, pirsgirêkeke ontolojîk e. Osmaniyên ku nûnertiya dinyaya sunî û Safewiyên ku nûnertiya dinyaya şîe dikin, du hêzên emperyal in ku hewl didin hukmê li cîhanê bikin. Şerê di navbera van hêzan de bi sedsalan domiya. Navê qada şer a van hêzan jî Kurdistan bû. Vî şerî rê li ber wêranebûna Kurdistanê û parçebûna erdnîgariya civakî ya Kurdistanê vekir. Di dema vî şerî de bi dehan mîrtiyên kurdan nekarîn bên cem hev.”
 
SIYASETA DI NAVBERA SALÊN 1100-1850’AN DE 
 
Di berdewamê de Ulugana bi bîr xist ku gelê kurd wê demê siyaseta rêya 3’yemîn kiriye û wiha derbirî: “Kurdan, piştî Mêrwaniyan êdî şensê împaratorîbûnê winda kir û piştre jî tu împaratoriyek ava nekirin. Ji salên 1100’an heta salên 1850’an derdora bîst û pênc mîrtiyên biçûk an jî mezin ên kurdan nûnertiya siyasî kirin. Ji bo mayîndetiya xwe carnan bi Osmaniyan re û carnan jî bi Safewiyan re hevkarî kirin. Carnan di dema şer de jî li gorî rewşa şer xwe bi cih kirin û hewl dan ji şerê di navbera van her du hêzên emperyal de sûdê bigirin. Ev siyaseta wan heta salên 1850’an jî berdewam kir. Piştî ku şerê di navbera Osmanî û Îranê de bi tevahî xelas bûyîn, Osmaniyan dest bi tesfiyekirina mîrtiyên kurdan kir.” 
 
‘RÊYA 3’YEMÎN SIYASETA QEDÎM A KURDAN E’
 
Ulugana, da zanîn ku tevî hemû dorpêç û ambargoyan jî Îran hêzeke emperyal e û wiha got: “Îran di şerê Iraq û Sûriyeyê de bi rolekî çalak radibe. Bi Rûsya û Çînê re tifaqan pêş dixe. Çanda îslama sunî ya tundrew jî bo xwe weke gefekî dibîne. Lewma naxwaze AKP-MHP li vê erdnîgariyê serwer be û naxwaze tevgera kurd jî qels bibe. Ez qala wan kurdan dikim ku navberekê li dijî wê şer dikir û hêj niha jî endamên wê bi dar ve dike. Divê mirov vêya bibîne, gelê kurd li Rojava Rêya 3’yemîn ceriband û bi ser ketin. Siyaseta qedîm a kurdan dîsa bi ser ket. Rêya 3’yemîn, siyaseta qedîm a gelê kurd e.” 
 
PARADÎGMAYA DIJ-EMPERYAL 
 
Ulugana, destnîşan kir ku di çanda exlakî û dîrokî ya kurdan de bûyîna hêzeke emperyal tune ye û wiha axivî: “Gelê kurd, gelekî şerker e. Ev 2 hezar sal in ji bo xaka xwe şer dike. Moxol hatin û çûn, Îskender hat û çû. Gelek serdestên cîhanê êrişî Kurdistanê kirin lê kurdan dîsa jî paşde gav neavêtin. Kurd ji ber xwezaya xwe, zû bi zû êrişî cihekî nakin. Selahaddîn Eyûbî jî ji bo vê rewşê wiha dibêje; ‘Min Împaratoriya Eyyûbiyan a ewqas mezin ava kir. Lê tevî hemû hewldanan jî min nekarî berê eşîra xwe bidim çolên ereban. Dev ji çiyayan bernedan.’ Kurdên çiyayî zû bi zû çav bernadin xaka kesekê din. Girêdana wan a bi xaka wan re pir xurt e. Tu carî nakevin nava mêtingehkirina erdnîgariyeke din. Lewma paradîgmaya siyasî ya kurdan a îro jî dij-emperyal e. Ji dewletan zêdetir, gelan esas digirin.” 
 
HEM ÎSKENDER Û HEM JÎ MOXOL TÊK ÇÛN
 
Ulugana, daxuyand ku paronayeke mezin a AKP-MHP’ê ya kurdan heye û wiha pê de çû: “Kurdan, ji bo mîsogeriya xwe weke talûkeyeke mezin dibînin. Dixwazin ku li kurdan bê xistin. Lê ji dîrokê ve erdnîgariya  Kurdistanê li dijî êrişan di pozîsyoneke xurt de ye. Vê erdnîgariyê kurd ji Îskendar parastin. Moxolên ku tevahiya Rojhilata Navîn hilweşandîn, li Kurdistanê têk çûn. Dîrok gelek qala vê nake. Şirîkê herî mezin ê kurdan, erdnîgariya wê ya çiyayî ye.”
 
REWŞA MALBATA BARZANÎ
 
Dîroknas Ulugana, diyar kir ku malbata Barzanî li şûna kurdan pere tercîh kirine û ev tişt anî ziman: “Bendewariya herî mezin a kurdan azadî ye. Tevî vê yekê jî hesabên banqeyê yên Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî li Tirkiye û welatên din hene. Îro Kurdistan, ji bo parastina mal û milkê wan ê malbatî weke aksesûarekê tê bikaranîn. YNK û Goran jî ji polîtîkaya PDK’ê gelek dûr nînin. Meseleya wan jî para kêm a ji dahatên petrolê ye. Tam di rewşeke wiha de rastiya gelê Başûr derdikeve holê ku hestên wan ên welatparêziyê xurt in lê ji hêla desthilatdariya PDK-YNK’ê ve bi tundiyê hatine terbiyekirin. Siyaseta bakurê Kurdistanê ya ji bo gelê kurd tê meşandin, dê ji bo Başûr û Rojhilat jî bibe hêviyek. Sedema dijminatiya partiyên Başûr a li dijî tevgera kurdan a Bakur, ji ber sempatiya gelê Başûr a ji bo siyaseta li Bakur e.”
 
‘AKP DÊ WINDAN BIKE’
 
Herî dawî jî Ulugana wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li Tirkiyeyê amûrên zextê pir zêde bi kar tîne, dê bi hilbijartineke demokratîk neçe. Dê ferqa rehiyan jî gelek zêde be. Ne di asteke ku bikarin bidizin de ye. Dê di hilbijartina ewil de winda bikin û şensê xwe yê dawî diceribînin. Bi êrişeke li dijî Rojava û kurdan re hewl didin dengên nîjadperestan bigirin. Lê belê gelemperiya raya giştî ya Tirkiyeyê di ferqa vê yekê de ye.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

03/06/2022
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin