* Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk re 28 sal derbas bûn. Hevjîna wî Şenay Melîk got: "Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin, serî li jiholêrakirina wî dan. Dê bi fikirên xwe bijî."
* Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtinên dîplomatîk ên li Îngîltereyê kirin de dîtine ku haya gelek derdoran ji tecrîda li ser Ocalan heye û li dijî vê kampanya tên lidarxistin. Temellî got, partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê jî divê êdî derheqê Ocalan de biaxivin.
* Girtiyê nexweş helbestvan û nivîskar Naîl Demîr ê pençeşêra kolon û prostatê, nexweşîna rodiyan pê re heye û çavên wî baş nabînin nayê berdan.
* Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dê sibê dest pê bike. Ji dilxwazên mîhrîcana Alî Denîz Karahan ji bo beşdarbûnê bang kir.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 450 de berdewam dike.
* Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, li ber Edliyeya Stenbolê derbarê doza girtinê ku lê hatiye vekirin de daxuyanî bide. (10.00)
* Danişîna duyemîn a doza Komkujiya Pirsûsê ku ji bo bersûcên firarî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî berdewam dike wê li Kampûsa Girtîgeha Hewaqê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)
* DTK, HDK, DBP, TJA, HDP û TÛHAD FED ji bo meşa ku wê li dijî tecrîdê li dar bixin civîna çapameniyê li dar bixin. (13.00) (ZINDÎ)
* Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amedê li ber ATK'ê berdewam bike. (13.00)
* Şaxa OHD'ê ya Wanê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Behra Reş de wê li Baroya Wanê daxuyanî bide. (13.30)
* 11'emîn danişîna Komkujiya Îzol li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Aksarayê bê dîtin. (16.00)
* DAKAP, wê derbarê binçavkirina jinan a li Êlihê de li Parqa Xezal a Amedê daxuyanî bide. (17.30)
* Hevseroka GiştÎ ya HDP'ê Pervîn Bûldan, tev li bernameya "Xwarina Piştevaniyê" ya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê bibe. (19.00)