Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne

  • rojane
  • 09:04 2 Hezîran 2022
  • |
img
WAN - Fevzî Çelebî, birayê siyasetmedar Zekî Çelebî got: "Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne. Hin zanyariyên me hene bê kî birayê me qetil kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raa giştî re parve bikin." 
 
Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe di 17'ê Gulanê de siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî piştî qetilkirina wî bi 10 rojan li bajarê wî Wanê di bin dorpêça polîsan de hatibû veşartin. 
 
Fevzî Çelebî, birayê Mehmet Zekî Çelebî behsa birayê xwe û têkoşîna wî kir. 
 
DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE DAXULÎ NAVA SIYASETÊ BÛ
 
Mehmet Zekî Çelebî di sala 1973'Yan de li gundê Norşînê yê navçeya Elcewazê ya Bedlîsê hatiye dinê. Malbata wî ji ber rewşa aborî di sala 1984'an de bar kiriye çûye Wanê. Ji ber ku malbat nikaribûye debara xwe bike Zekî Çelebî hê di zarokatiya xwe de çûye Stenbolê xebitiye. Gava lis er înşeatan xebitiye tevgera kurd nas kiriye û ji wê rojê heya roja hatiye qetilkirin jî bi wê ferasetê tevgeriyaye. 
 
Fevzî Çelebî, bilêv kir ku birayê wî her cara ku hatiye Wanê tiştên ji têkoşîna kurdan fêr bûye bi ferdên malbatê re parve kiriye û behsa liv û tevgerên wî yên rêxistinbûyînê kir. 
 
Çelebî got: "Birayê min wekî navê xwe zekî (jîr) bû. Çi kar bikirana zû bi ber diket. Der barê têkoşîna siyasî de zanyariyên xwe bi me re parve dikir, diaxivî. Tiştên biryaê min ji me re digot û êrişên nijadperest ên li ser kurdan ferasetek bi me re çêdikir. Piştî daxilî nava siyasetê bû ji bo malbata me bû rêber." 
 
CEZAYÊ MUEBEDÊ LÊ HAT BIRÎN
 
Çelebî da zanîn ku birayê wî di sala 1999'an de li navçeya Erdîş a Wanê hatiye binçavkirin û 9 rojan hatiye îşkencekirin û 6 salan jî di girtîgehê de maye. Çelebî anî ziman ku piştî hatiye berdan jî dadgeha wî dewam kiriye û paşê ji ber "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê lê hatiye birîn û ji ber vê çûye sirgûnê. Çelebî got: "Birayê min piştî hat girtin dewletê mala me ji xwe re kir hedef. Kesên sivîl tim li ber mala me bûn. Birayê min piştî 6 salên gitîgehê hat Wanê, lê di sala 2008'an de cezayê muebedê lê hat birîn. Ji ber vî cezayî çû Herêma Kurdistana Federe û li Silêmaniyeyê bi cî bû. Li vira jî xebatên xwe yên siyasî yên legal domandin. Lê mixabin li wir hat qetilkirin." 
 
‘DIXWEST BI NASNAMEYA XWE BIJÎ'
 
Çelebî destnîşan kir ku birayê wî ji bo aştiyê têkoşiyaye û got: "Em tim pê serbilind bûn. Rêya wî, dê bibe rêya me. Ji bo aştî bê vê axê têdikoşiya. Ji bo azadî û demokrasiyê xebitî û dixwest bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe bijî. Her wiha biryaê min zarokên xwe jî bi vî awayî mezin dikir. Gava çû sirgûnê jî tim alîkariya kesên mexdûr dikir. Hin kes bi mehan dibûn mêvanên wî." 
 
‘DI DEST ME DE AGAHÎ HENE, LÊ NE ZELAL IN'
 
Çelebî da zanîn ku ji bo kesên Zekî Çelebî kuştine bên dîtin dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û got: "Di dest me de zanyariyên berbiçav tune ne. Heya tiştekî berbiçav tune be, em naxwazin tiştekî bibêjin. Me serî li hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyeyê dan ji bo berpirs bên dîtin. Em ê dest ji vê yekê bernedin. Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne. Hin zanyariyên me hene bê kî birayê me qetil kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo ev yek bê dîtin çi hewce be em ê bikin. Ev kes kî dibin bila bibin gava agahî û zanyariyek bi dest me bikeve em ê bi raya giştî re parve bikin. Em ê serî li saziyên têkildarî ên Tirkiyeyê jî bidin. Em dixwazin kujer û ên rê li ber wan xistine bên darizandin. Hin agahî di dest me de hene bê kî kiriye, lê gava tam zelal bibe em ê bi raya giştî re parve bikin." 
 
‘DIVÊ KURD BIBIN YEK'
 
Çelebî di dawiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin tu kes bi vî awayî jiyana xwe ji dest bide. Em naxwazin tu dayik û bav bi vê êşê bijîn. Êşa me xedar e û bi rastî jî nayê pênasekirin. Em dixwazin meseleya kurdî bi aştî, wekhevî û demokrasiyê bê çareserkirin. Ji bo ev atmosfer bê afirandin jî divê kurd bibin yek. Ger em nebin yek em ê bibin qurbanên suîqastan, cinayetên kiryar nediyar û di zindanan de birizin. Mixabin ev rastî ne. Kurd hemû divê bibin yek." 

Sernavên din

06/06/2022
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan