Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne

  • rojane
  • 09:06 2 Hezîran 2022
  • |
COLEMÊRG – Sercerdevanê berê Osman Arslan ku dest ji cerdevantiyê berdaye bang li cerdevanên tevli operasyonan dibin kir û got: “Min 6 salan cerdevantî kir. Ez poşman im ku min ev kar kiriye. Her tim ji bo kuştinê me didan pêşiya xwe. Ji ber vê çendê hewceye ku cerdevan hemû çekên xwe deynin."
 
Di salên 1980'yî û salên 1990'an de gelek kes ji ber ku cerdevantî qebûl nekirin dewletê ew ji xwe re kirin hedef. Ev kes an hatin sirgûnkirin, an jî warên wan hatin şewitandin û ji ber vê ji bêgavî koç kirin. Gelek kesên ku ji bêgavî cerdevantî qebûlkirin jî li gundên xwe man. Lê piştî çend salan ev kes gelek kesên ku cerdevantî qebûl kiribûn hêdî hêdî çek danîn û dest ji cerdevamtiyê berdan. Her wiha ên dest ji cerdevantiyê bernedan jî tevli eskerên Tirkiyeyê daxilî operasyonan hatin kirin. Niha di operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe de jî ku ji 17'ê Nîsanê ve didome, gelek cerdevan cih girtine. 
 
Ji van cerdevanên ku çek danîne yek jê jî Osman Arslan e. Arslan di salên 90’î de ji ber ku polîtîqayên wê demê ji bêgavî bûye cerdevan û paşê jî bûye sercerdevan. Arslan piştî ku 6 salan dest ji cerdevantiyê berdaye. 
 
Osman Arslan, sercerdevanê berê têkildarî operasyonên li herêmê tên kirin û cerdevanên tevli operasyonan bûne axivî. Arslan bang li cerdevanên tevli operasyonan dibin kir ku rojek berî rojekê çekê deynin.
 
Arslan diyar kir ku di 1992’yan de bûye cerdevan û piştî 4 salan jî bûye sercerdevan. Arslan ku 2 salan sercerdevantî kiriye bilêv kir ku li herêmên çiyayên Morê û Cîloyê cerdevantî kiriye û di operasyonên tev li wan bûye de ne gerîla ne jî esker jiyana xwe ji dest nedane. 
‘JI MIN RE GOTIN BIBE SÎXUR'
 
Arslan behsa sedema çekdanîna xwe jî kir û got: “Dewletê rojekê bang li min kir. Ji min re got, ‘Tu yê ji me re sîxurtiyê bikî. Li gund çi diqewime tu yê ji me re bêjî û 'keleyan' ji bo me bînî.’ Piştî van gotinen bi demekê li herêmê şerek qewimî û di şer de ji her du aliyan jî kes mirin. Êdî dilê min negirt ku ez cerdevantiyê bikim. Min piştî wan her du mijaran dest ji cerdevantiyê kêşa.”
 
‘ÇEKÊN XWE DEYNIN Û TEVLI OPERASYONAN NEBIN’
 
Arslan bang li cerdevanên nû û yên ku niha tev li operasyonan bûne jî kir û bila dest ji vî karî berdin û çekên xwe deynin. Arslan got: "Guneh in. Gava bên kuştin dê zarokên wan perîşan bibin. Bila çekên xwe deynin û tevli operasyonan nebin. Dewlet çi qasî qadro û maaş jî bide ne rast e ku bira bira bikuje. Em ricayê dikin ku bila çekên xwe deynin. Min 6 salan cerdevantî kir û ez poşman im ku min ev kar kiriye. Her tim ji bo kuştinê me di dan pêşiya xwe. Ji ber vê çendê hewce ye ku cerdevan tev çekên xwe deynin." 
 
‘MALBATÊN ESKER Û POLÎSAN BILA RABIN SER XWE’
 
Arlsan di berdewamiya axaftina xwe de bang li malbatên esker û polîsan jî kir û got: “Ez ricayê kn malbatên eskeran dikim ku bila derkevin televşzyonan û nehêlin zarokên wan biçin operasyonê û ji bo xatirê desthilatê neyên kuştin. Bila daxuyaniyan bidin ku ev şer rawest e. Esker, polîs û gerîla neyên kuştinê. Yên ji her du milan jî tên kuştinê ciwan in, heyf û mixabina wan ciwana ye ku bên kuştinê. Îro em dibînin ku operasyon birine ser Herêma Kurdistana Federe. Bila biçin ewlehiya erdê xwe bikin. Çi karê wan li wê derê heye? Ev tişta ku dikin Xwedê jî qebûl nake.”
 
Arslan di dawiyê de got: “Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Gelê çav bernedaye heqê kesî. Tenê doza nasnameya xwe û mafên xwe dike. Û ev maf jî bi kuştinê çareser nabe. Em di vê operasyonê de wan serkeftî nabînin. Roj bi roj dewlet bêqawet dibe. Îro dewletê aborî di topbarankirina vanmn çiyayan de xerc kiriye. Tevahiya budçeya Tirkiyeyê li van çiyayan tê xerckirin. Gel birçî ye."
 

Sernavên din

06/06/2022
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan