Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye

  • rojane
  • 14:09 2 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de şahidê nû yê nepen "225" ku bi daxuyaniyên razber siyasetmedaran sûcdar dike ji bo pirsa "Van siyasetmedaran di kudera bûyerên Kobanê de bûn?" got ku agahiyeke wî tuneye. 
 
Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar têde tên darizandin di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Danişîn li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Enqerê, parlamenterên HDP'ê û gelek parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê hatin amadekirin û siyasetmedarên li girtîgehên din girtî jî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. 
 
Siyasetmedarên jin beriya danişînê li cihê lê bûn bi tilîliyan stranên kurdî gotin. 
 
Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi xwendina ewraqên zêdek berdewam kir. 
 
ÎFADE LI DIJÎ CMK'Ê YE
 
Di danişînê de parêzer Kenan Maçoglû, debrarê guhdakirina şahidan de daxuyanî da. Maçoglû, xwest ku rojek berî ku şahid bên guhdarkirin bên agahdarkirin. Her wiha Maçoglû, got ku îfadeyên şahidê nepen ABC123 bêhikmên û li dijî xala 147/1-i ya CMK'ê hatiye guhdarîkirin. 
 
BIRYARA ŞAHIDÊ NEPEN
 
Serokê dadgehê derbarê daxwaza parêzer Maçoglû de biryara navberê da û ev tişt got: "Di periyoda danişînê de navên şahidên nepen ên bên guhdarîkirin hatiye diyarkirin. Dema ku şahidên nepen û vekirî bên amadekirin wê di rojên guncav de bên guhdarîkirin. Ji bo daxwazên ku şahidê nepen ABC123 xwe çawa gihandiye dadgehê, îfadeya wî çawa û li kuderê hatiye girtin jî li gorî xala 58'an CMK'ê ya ji bo deşîfrenkirina şahid hatiye redkirin."
 
ŞAHID 225 HAT GUHDARÎKIRIN
 
Piştre şahid 225 bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Ji ber ku navê siyasetmêdarên tên darizandin ji şahid re xwend parêzeran bertek nîşanî serokê dadgehê da û gotin ku ev li dikî usûlê ye. 
 
Şahid 225, li ser pira serokê dadgehê ya derbarê Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata de ev angaşt kir: "Li Amedê di TJA'yê de cih digire. Li Amedê di civînan de di mekanîzmaneya biryargirtinê de cih digire. Piştre serokê dadgehê navê siyasetmedaran jê re xwend û pirsa ku wan nas dike jê kir. Şahid 225 li ser vê pirsê got ku tenê ji ber di nav HDP'ê de dixebitin wan nas dike. Rexmî vê jî serokê dadgehê bi israr navê siyasetmedaran dubare kir û îfadedayînê li şahid ferz kir. 
 
TÛNCEL: HÛN ŞAHID ARAST EDIKIN
 
Ji bo teşhîskirina şahidê nepen serokê dadgehê xwest ku qamera SEGBÎS'ê biçe ser siyasetmedar Pervîn Odûncû û Aynûr Aşan. Parêzeran bertek nîşanî vê pêkanînê da. Seroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ji serokê dadgehê re got ku şahid areste dikî. Şahidê nepen got ku derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de ne xwedî agahi ye. 
 
ÎFADEYA XWE AŞKERA NEKIR
 
Pişre serokê dadgehê îfadeya ku şahidê nepen berê dabû xwend.Serokê Dadgehê, ji şahidê nepen pirsa ku çima ji Ayla Akat Ata re gotiye "Berpirsyara dîplomasiyê" kir Şahid vê aşkera nekir û asê ma. 
 
AGAHIYA WÎ PROTESTOYAN TUNEYE
 
Serokê dadgehê ji şahidê nepen 225 pirsa "Van siyasetmedaran di kudera bûyerên Kobanê de bûn?" kir û got ku dema bûyeran li herêmê bûye û agahiyeke wî tuneye.
 
Piştre parêzerê Ata Ozgur Erol xwest ku şahidê nepen qesta xwe ya ji civînên rêxistinê aşkera bike û li gorî wî civînên HDP, KCD an TJA'yê civînên rêxistinê ne ya na? Şahidê nepen got ku li gorî wî civîn ên rêxistinê ne û tev li wan bûye. 
 
Piştre parêzeran xwest ku şahidê nepen cihê xwe aşkera bike û dadger li cem wî heye ya na. 
 
Bi hinceta ewlehiyê heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir û şahidê nepen jî nexweş cihê xwe aşkera bike. 
 
ODÛNCÛ: NÎYETA WE XERAB E
 
Herî dawî siyasetmedara Pervîn Odûncû jî got ku serokê dadgehê şahidê nepen areste dike û nîyeta wî xerab e û hemû heyeta dadgehê red kir. 
 
 
 

Sernavên din

06/06/2022
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan