Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin

  • jin
  • 13:21 3 Hezîran 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu da û xwestin ku di zûtirin demê de were berdan.

 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binçavkirina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopoptamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu daxuyaniyeke nivîskî da. MKGP’ê diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê, civaka Tirkiyeyê roj bi roj bi krîzên nû re rû bi rû dimîne û bi astengkirina rêyên demokrasiyê re jî hewl didin civakê bifetisînin. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Desthilatdariya AKP-MHP’ê, xebatkarên çapemeniyê azad ku li hemberî manîpulasyonên medyaya hawîz rastiyê radigihînin gel, hedef nîşan didin. Lewma hewl didin bi binçavkirin û zextan wan bêdeng bikin. Tevî her şert û mercan jî weke xebatkarên çapemeniya azad em di vê rêya heqîqetê de karê xwe dikin. Bi taybet jî rojnamegerên jin bêhtir rastî van zextan tên. 
 
Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser mala Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglu de girtin. Dîcle li malê nebû lê bi awayekî derhiqûqî li mala wê lêgerîn hate kirin. Ji bo îfadeyê gazî Dîcleyê kirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate binçavkirin. 
 
Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî di roja pêncşemê de derheqê hempîşeya me Bêrîvan Altan de bi hinceta nûçeyên çêkiribûn lêpirsîn da destpêkirin. Ev lêpirsîn û biryarên binçavkirinê dê bi me paşdegav nedin avêtin. Em bang dikin ku hevala me Dîcle di zûtirin dem de bê berdan.” 
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“DFG, ji roja destpêkê heta niha ji bo ku rojnameger bikarin di şert û mercên azad û demokratîk de karê xwe bikin xebat meşandin. Ji bo vê jî em hewl didin pirsgirêkên rojnamegeran û binpêkirinên li dijî wan tên kirin xuyanîtir bikin. Mixabin di mijara ragihandin û çapemeniyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mezin tên kirin. Bi sererastkirina qanûnî ya dawî re ku desthilatdariya AKP-MHP’ê anî Meclisê re zextên heyî dê hêj girantir bibin. Ji van binpêkirin û zextan jî herî zêde endamên komeleya me jê bandor dibin. Hema hema her roj bi binçavkirin û zextan hewl didin pêşî li rojnamegeran bigirin ku nekarin karê xwe bikin. Derheqê bi sedan rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin. Gelek ji wan bi sedema nûçeyan û fikrên xwe tên cezakirin.

DIXWAZIN TÊXIN DORPÊÇA DARAZÊ

Girtina hevala me Dîcle Mufuoglu jî berdewamiya vê zextê ye. Lêpirsîn û dozên di demên berê de derheqê wê de hatine vekirin hene. Bi lêpirsîneke nû re hewl didin têxin dorpêça darazê. Bi vê sepanê mebest ew e ku çavê wê bitirsînin û nekare karê xwe bike. Em nizanin bê ka bi çi tê sûcdarkirin. Lê em bi dil rehetî dikarin bibêjin ku ji ber karê rojnamegeriyê ye. Ji ber ku Dîcle rojnameger e û tenê nûçeyan çê dike. Di nava hewla ragihandina geşedanên li welêt e. Ji ber ku em bi xwe şahidin bê ka ji ber rojnamegeriyê çi bi serê hevalên me hatiye.

BANG

Tu sûcekî hevseroka me Dîcle Muftuoglu nîne. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de were berdan. Banga me li her kesekê ji xwe re dibêje ez rojnamegerî birûmet im ew e ku li dijî vê derhiqûqiyê piştgirî û piştevaniyê bikin. Ev daxuyaniya me ji bo rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî jî bangeke lezgîn e; ji bo berdana hevseroka me Dîcle Muftuoglu di zûtirin demê de bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê jî dikin ku li dijî van zextan dengê xwe bêhtir derxînin û ji sepanên derhiqûqî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê re jî bibêjin ‘bes e.’” 

Sernavên din

06/06/2022
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan