AMED - Li Amedê, 3 xwedekarên ku ji bo xwe hênik bikin ketine ava çemê Dîcleyê di ava çem de winda bûn û xeniqîn.
Li gundê Kabê yê navçeya Sûra Amedê, ji bo ku xwe hênik bikin 4 xwedekarên lîseyê ketin ava Çemê Dîcleyê û 3 ji wan wenda bûn û qeniqîn. Li gor agahiyên hatin bidestxistin 4 xwendekar li aliyê Kargeha Tekelê ketine avê û tenê yek ji wan xelas bûye û ên din bi avê re çûne û winda bûne û xeniqîne.
Li ser agahdarkirina kesên hawirdorê gelek ambûlans, cendirme û tîmên AFAD'ê sewqî cihê buyerê hatin kirin û ji bo dîtina xwendkarên ku bi avê re çûne û nayên dîtin xebatên lêgerînê dan destpêkirin.