NAVENDA NUÇEYAN - Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî gundê Ebû Nîtûna yê Eyn Îsayê kirin. Di êrîşê de 3 welatî birîndar bûn.
Komên çekdar ên bi pere ku girêdayî Tirkiyeyê ne, li gundê Ebû Nîtûna yê Eyn Îsayê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn.
Di êrîşa hêzên çekdar ên bi pere de welatî Ebdil Ezîz El-Yusif, Salih El-Taha û Basil El-Ûbeyd birîndar bûn. Welatiyên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Çelebiyê.
Welatiyan diyar kirin ku hêzên çekdar ên bi pere li gundê Dêr Cemal ê Til Rifatê û Bênê yê Şêrawa jî kirine.