Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin

  • rojane
  • 09:02 6 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî, 6 hezar û 115 îmzeyên ku ji bo girtiyê nexweş kom kirine wê di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bişînin. 
 
Xebatên Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî ku di 9’ê sibatê de li dijî binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan diqewimin li Îzmîrê hate avakirin, bênavber didomin. Platformê heta niha di çarçoveya kampanyayê de ji bo azadiya girtiyên nexweş 5 hezar û 715 îmze kom kirine. Platformê di heman demê de di çarçoveya xebatên ku rojnamevan, nivîskar û hunermend di nav de jî 400 îmze kom kirin. 6 hezar û 115 îmzeyên hatine kom kirin dê di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bên şandin. Yek ji endamên platformê Dîdar Gul der barê armancên xebatên xwe de axivî. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Gul, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji damezirandina komarê ve didomin û bi lêv kir ku bi taybetî di salên dawî de zext û binpêkirinên mafan zêde bûne. Gul, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî girtîgehan “polîtîkaya qetilkirinê” dimeşîne û wiha got: “Bi van polîtîkayan dixwazin girtiyên siyasî teslîm bigirin. Helwesta girtiyan a li dijî van pêkanînan zelal e. Li ber xwe didin. Di van şert û mercan de pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên cidî hene. Terkî mirinê hatine kirin. Hema bêje her hefte ji girtîgehan cenaze derdikevin. Herî dawî li Girtîgeha Kiriklarê Abdûllah Ece jiyana xwe ji dest da. Ece yê 80 salî tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nehate berdan. Dîsa di kesayeta Aysel Tûglûk de polîtîkayên pir taybet tên meşandin. Tê xwestin ku em li dijî van pêkanînan bêdeng bimînin û bîatî wan bikin. Em jî bêdeng neman û me platforma xwe ava kir.”
 
LI HER DERÊ BAJÊR DIXEBITIN
 
Bi domdarî Gul destnîşan kir ku armanca wan ewe ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin rojevê û wiha berdewam kir: “Ji bo berdana Aysel Tûglûk û bidawîbûna zextên li ser girtiyan, me di 9’ê sibatê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Dîsa bi van daxwazan me hin çalakî lidarxistin. Me li hemû navçeyên Îzmîrê standên îmzeyan danîn û belavok belav kirin. Me bi hezaran îmze kom kirin. Eleqeyeke zêde ji bo kampanyaya me hebû. Mirovan dixwestin îmzeyan biavêjin. Lê li Tirkiyeyê desthilateke cidî ya tirsê heye. Tevî vê yekê jî me 5 hezar û 715 îmze komkirin. Em ê van îmzeyan di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bişînin.”
 
Di berdewamê de Gul anî ziman ku dê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin ji niha û şunde jî xebatên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî tiştên li girtîgeh diqewimin em ê çalakiyên ku em bikarin xurttir deng derxînin pêk bînin. Em plan dikin ku li ser medyaya dîjîtal jî kampanyayan pêk bînin. Em ê dengê girtiyên nexweş li kolanan, li wesayîtên veguhestina komî û li hemû cihên ku mirov lê hene ragihînin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIR
 
Gul, bal kişand ser çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li bajarên cuda dane destpêkirin û bi lêv kir ku nobet hêzê didin wan. Gul, bang kir ku welatî li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin hestiyar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna azadiya ya îro ji bo girtiyên nexweş tê dayîn ji têkoşîna wijdanê wêdetir e. Tu garantî nîne ku sibê dusibe yek ji me nekeve girtîgehê. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide bi girtin û qetilkirinê kesên li dijî wan derdikevin bîne ser rê. Divê girtiyên nexweş tenê neyên hiştin û xwedî li wan were derketin. Mirovên li derve dikarin ji girtiyan re name bişînin. Dikarin tiştên girtî hildiberînin bigihînin mirovan.”
 
MA / Delal Akyuz 
 
 

Sernavên din

09/06/2022
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin