Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn

  • rojane
  • 09:04 6 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Malbatên ku piştî li navçeya Sûrê di çarçoveya "veguhertina bajêr" de xaniyên wan hatin hilweşandin û di konteynir û xaniyê yek odeyî de dijîn, wiha gotin: "Hikûmet di qesran de em jî di xaniyên yekodeyî de dijîn."
 
Ji ber qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin, 20 hezar kesan zêdetir ên li 6 taxan dijîn neçar man koç bikin. Taxên Alî Paşa û Lale Bey tevî ku şerê di pevajoya qedexeyan de bandor lê nekirin jî di bin navê "Veguhertina bajêr" de hatin hilweşandin û şêniyên taxê neçarî koçberiyê kirin. Gelek malbatên ku mal û milkên wan bi bihayeke kêm hatin îstîmlakkirin, neçar man koçî tax û navçeyên cuda bibin. Du ji van malbatên ku koç kirine jî malbatên Demîr û Sansarkan in. Malbatên Demîr û Sansarkan ku piştî ji malên xwe yên li Taxa Alî Paşa hatin derxistin, koçî navçeya Yenîşehîrê kirin di şertên zor û zehmet de dijîn. Me têkildarî rewşa malbatan mîkrofon dirêjî wan kir. 
 
9 KES DI KONTEYNIRÊ DE DIJÎN
 
Hanim Demîr a 60 salî diyar kir ku di dema pêvajoya qedexeyan de dewletê ew ji mala wan derxistine û anî ziman ku pişt re 2 salan di kirê de mane lê ji ber ku nekarîne kirêya xwe bidin ji malê hatine derxistin. Demîr, bi lêv kir ku 3 sal in ku di konteynirê de dijîn û rewşa xwe wiha vegot: “Berî ku em werin vê derê em di konan de dijîn, pişt re yekî ji me re ev konteynir kirî û em ketin konteynirê. Niha 80 hezar lîre deynê me heye. 2 zarokên min di girtîgehe de ne. Ez û keça xwe û 7 newiyên xwe di konteynirê de dijîn. Li malê kesekî ku bixebite tune ye. 5 zarok diçin dibistanê 2 jî hêj biçûk in. Keça min li wan dinêre. Ez jî pîr im nikarim bixebitim. Ava germ jî nîne. Em avê li ser agir germ dikin. Dema baran an berf dibare, konteynir dilopan dike. Ne ocax, ne dolab, ne cilşo û ne jî mitbexa me heye. Em xwarinê li derve çedikin. Em cilan bi destan dişon. Tuwalet û serşo her du li heman cihî ne. Di vê krîzê de pere nîne ku em sabun an jî deterjanan bikirin. Em wisa perîşan hiştin.” Demîr a beriya çend salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku hemû barê malê li ser milên wê ye. 
 
Demîr, bi lêv kir ku bi alîkariya milet li ser piyan in û wiha got: "Hikûmet niha di vîlayan de em jî di konteyniran de dijîn. Tiştê ku ew dikin ne li gorî mirovahiyê û ne jî li gor misilmantiyê ne."
 
'JI BER KU XWARIN TUNE YE ZAROK DIGIRÎN'
 
Dîndar Sarsarkan ê bi 5 zarokên xwe ve di xaniyekî yek odeyî de dijî jî da zanîn ku bi mûçeyê nexweşiyê dikare debara xwe bike û wiha domand: "Hinek kes bûn alîkar em hatin vî xaniyî. Lê ne xaniyê me ye. 3 sal in em li vir in. Ez nexweşê sarayê me, nikarim bixebitim. Ji bo nexweşiya min 600 lîreyan didin min lê di vî zemanî de wê tê re çi bike? Ji ber bihabûnê ez nikarim ne şekir û ne rûn bistînim." Sansarkan, destnîşan kir ku dewletê ew ji malên wan derxistine, xaniyê wan şewitandine û wiha berdewam kir: “Niha em di odeyekê de dijîn. Ne mitbax û ne jî serşok heye. Xwarine jî em li derve çêdikin. Carna xwarin heye em dixwin, carna jî tune ye. Ji ber ku xwarin tune ye, zarok digirîn. Heke dewletê xaniyên me xirab nekirina û em jê nederxistina, em jî nediketin vê rewşê. Ew di qesran de ne û halê me jî ev e.”
 

Sernavên din

09/06/2022
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin