Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe

  • rojane
  • 11:07 6 Hezîran 2022
  • |
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku ji bo aştiyê hewceye girîngî bi rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê dayîn û wiha got: “Tu desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û birûmet çareser neke, dê nekare bibe aktoreke serkeftî.” Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî anî ziman ku îradeyeke xurt a gel heye ku desthilatdariyê têk bibe. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 5’emîn Kongreya Mezin, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin li dar dixe. Konferans bi dirûşma “Berxwedana Mezin Meşa Mezin” tê lidarxistin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclisa Jinan, endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çepa Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevserokên Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugurlu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi giştî 647 delege beşdarî konferansê bûn. 
 
Di roja ewil a konferansê de geşedanên siyasî û rewşa rêxistinî dê were nirxandin, di roja duyemîn de dê pêşnûmeyên biryarê yên ku dê xeta têkoşîna serdema pêş a partiyê diyar bike bên nîqaşkirin. Dê biryarên hatine dayîn di 3’yê tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin û weke metnên konferansê bibin biryar. 
 
COŞA MEZIN A KONFERANSÊ
 
Li eywana konferansê bi 7 zimanan pankartên “Hûn bi xêr hatin”, “Bi Ciwanên Demokratîk re Ber bi Pêşerojeke Azad ve” û “Hevserokatî Xeta me ya Mor e” hatibûn daliqandin. Hêj ji saetên serê sibehê ve eywana konferansê bi coşa delegeyan olan da. Jin û ciwanan beriya destpêkirina konferansê govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzyoneke ku HDP’ê amade kiribû berdewam kir. Dêrsim Dag, Mahfûz Guleryuz, Tulay Hatîmogullari, Samet Menguç û Îlknûr Bîrol weke dîwan hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Mahfûz Guleryuz axivî û pêşengên şoreşger bi bîr anî. Guleryuz, got ku ew bi hêza ku ji têkoşîn û paşerojê digirin re vê konferansa xwe li dar dixin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir. 
 
 ‘EM Ê AŞTIYEKE BIRÛMET PÊK BÎNIN’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Buldan, diyar kir ku ew di serdemekî dîrokî de konferansa xwe li dar dixin û wiha got: “Em ê biryarên girîng bigirin û pêşeroja demokratîk bi hev re ava bikin. Ji ber ku HDP, hêza xwe ji paşerojê digire û nûnertiya hêviyeke mezin dike. Weke nûnerên vê hêviyê, em ê têkoşîna xwe bi ked û fikrên xwe mezintir bikin û demokrasiyeke xurt û aştiyeke birûmet ava bikin. 
 
Bi domdarî Buldan diyar kir ku rejîma bloka AKP-MHP’ê tê wateya redkirina heq û gelan û wiha domand: “Ev desthilatdariye her cureyên heqaretê li jinan dike, komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan di rojevê de digire û hewl dide hebûna xwe bi vî awayî biparêze. Bi paşguhkirina daxwaza hemwelatiya wekhev a elewiyan hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Ev tifaq, hebûna xwe û înkarkirina pirsgirêka kurd weke hev dibîne. Ev desthilatdarî ji demokrasî û hiqûqê dûr ketiye, di serî de pirsgirêka kurd, polîtîkaya xwe li ser înkarkirina pirsgirêkên mezin ên li welêt ava kiriye. Lê rastiyek heye ku heqîqet li dijî hemû desthilatdariyên zalim jî meşa xwe didomîne. Dê meşa me bidome.” 
 
ROLA OCALAN 
 
Di berdewamê de Buldan, destnîşan kir ku bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ve dikare li Tirkiyeyê pêkvejiyanek bê avakirin û wiha pê de çû: “Divê guftûgo û muzakere bikevin rojevê û ji bo aştiyeke birûmet gav bên avêtin. Ji bo aştiyê divê girîngî bi rola birêz Ocalan a di muzakere û guftûgoya de bidin. Ji bo ku birêz Ocalan bikare rola xwe ya di çareseriyeke demokratîk û aştiyê de bilîze, divê tecrîda girankirî bi dawî bibe. Vî welatî şahidiya pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2011-2015’an de kir. Wê demê her kesî bi hêviyeke mezin li pêşerojê dinihêrt, kesek nedihat kuştin, xwîn nedirijiya. Kengî ku tecrîd dest pê kir û deriyên Îmraliyê hatin girtin; wê demê li vî welatî dîsa mirin û pevçûn dest pê kirin.” 
 
PIRSGIRÊKA KURD Û DEMOKRASÎ
 
Buldan, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî û azadî nayê Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Tu desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser neke, dê nekare bibe aktoreke serkeftî. Pirsgirêka kurd, bandorê li hemû kesî dike. Divê her kes baş bizane ku heta ev pirsgirêk çareser nebe, dê aştî û demokrasî jî neyê vî welatî. Divê her kesên li vî welatî guherînan dixwazin, demek beriya demekî ji bo pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe bikin û mafên qanûnî û baweriyê nas bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê li dijî hêzên înkarger û ji çareseriyê dûr têbikoşîn. Li dijî binpêkirina hiqûq û demokrasiyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, em ê bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin ve serbikevin. Em ê di sedsala duyemîn a komarê de bi gelên Tirkiyeyê re demokrasiya herêmî, laîktiya azadîxwaz û aştiya birûmet ava bikin.”
 
ŞER Û ÊRIŞ 
 
Pervîn Buldan, daxuyand ku tifaqa AKP-MHP’ê bi krîzên kûr re hêza xwe winda dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo nixûmandina vê têkçûna xwe jî hem li hundir û hem jî li serve siyaseta şer pêş dixe. Siyaseta îlhakkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê berdewam e. Li kîjan devera dinyayê destkeftiyeke kurdan hebe, êrişî wir dikin. Ev êriş ne tenê ji bo kurdan lê belê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê encamên rûxîner tîne. Her rêya ku rê li ber aştiyê digirin, Tirkiyeyê bêhtir ber bi têkçûnê ve dibe. Deriyên ku ji aştiyê re hatine girtin, şer mezintir kir û aboriyeke ku çavkaniya xwe ji sûcan digire ava kir. Pergala ku xwe dispêre şer, çavkaniyên aborî pêşkeşî çendek alîgiran dike û pergala rant û mêtingeriyê ye. Em ê dawî li xizaniya ji ber aboriya şer derketî bînin û bi aboriya aştiyê re û di nava xweşiyê de bijîn. Em ê bi nîqaş û biryarên xwe yên di vê konferansê de ne tenê rêgeha HDP’ê diyar bikin lê belê qedera siyaseta Tirkiyeyê diyar bikin.”
 
KRÎZEKE SEDSALÎ YE 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, di serî de bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye. Ev krîz, ne krîzeke 3-5 salî ye. Krîzên sedsalî ne. Vê desthilatdariyê ew mîrasa xerab a sedsalî dewr girt û hêj kûrtir kir û ber bi têkçûnê ve diçe. Di bingeha vê krîzê de nêzikatiya li dijî pirsgirêka kurd heye. Nêzikatiyên ku hewl dan pirsgirêka kurd bi rêyên îmha û înkarê çareser bikin, her tim rê li ber çerxa krîzan vekirin û Tirkiye anîn vê astê. Vê desthilatdariyê jî piştî sala 2015’an, polîtîkayên milîtarîst hêj zêdetir kirin. Ne tenê bi Tirkiyeyê re lê li her devera ku kurd lê ne berbelav kirin. Lewma krîza heyî girantir bû. Ya ku em dikin divê ew be ku nêzikatî û meşa mezin a ku dê van pirsgirêkan çareser bike birêxistin bikin. Çareserî di Rêya 3’yemîn de ye, di bernameya siyasî ya HDP’ê de ye.”
 
RÊYA ÇARESERIYÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de jî Sancar ev tişt anî ziman: “Tevgerên leşkerî û planên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û Rojava dê ji encamên berê cudatir encamekî nedin. Çareserî ne di feraseta leşkerî û nêzikatiya milîtarîst de lê di demokrasî û siyaseta demokratîk de ye. Rêya çareseriyê muzakere û diyalog e. Her wiha yek ji deriyên herî girîng ên çareserî û diyalogê Îmrali ye lê hatiye tecrîdkirin. Lê belê em baş pê dizanin ku heke di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ferasetek pêş ketibe, rola Abdullah Ocalan di vê de gelek e. Lewma girankirina tecrîdê û neçareserî cêwiyên hev in. Encama vê polîtîkayê li holê ye. Bi milyonan kes birçî ne. Nifteya çareseriyê di destê me de ye. Ev nifte jî piştgiriya gel e. Me biryar da ku rêya xwe bi tifaqa demokrasiyê bidomînin. Em dibêjin ku îradeyeke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê biguherîne. Dema meşeke xurt û armancên bibiryar hatin destnîşankirin, dê hem desthilatdarî û hem jî pergal biguhere. Armanca esasî ya tifaqa demokrasiyê jî ev e. Em ê vê desthilatdariyê biguherînin lê belê em ê piştgiriyê nedin zîhniyetên din ên mîna desthilatdariya niha. Em ê bi tifaqa demokrasiyê re, bi tifaqa xwe re bikevin hilbijartinên parlamentoyê. Ji bo hilbijartina Serokkomariyê jî helwesta me ya di deklarasyona 27’ê îlonê de hatiye ragihandin derbasdar e.”
 
Konferans, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.
 
 
 

Sernavên din

09/06/2022
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin