AMED - Danişîna doza ku bi angaşta "propagandaya rê xistinê" li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû vekirin, ji ber ku dozger mutalaaya xwe amade nekiribû taloq bû.
Danişîna doza ku ji yekkirina 3 dosyayan pêk dihat û bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Leyla Ji ber ku SEGBÎS xerabe bû Guven nikaribû ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tev li danişînê bibe û pê re têkilî bê danîn.
Parêzerê Guven Serdar Çelebî ku tev li danişînê bû, diyar kir ku dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê nekiriye û got ku piştî pêşkêşkirina mutalaayê parastin bikin.
Ji ber ku bi Guven re têkilî nehat danîn û dozger mutalaaya xwe amade nekiribû heyeta dadgehê danişînê taloqî 4'ê tîrmehê kir.