Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin

img

ENQERE – Konferansa Mezin a 4'an a HDP'ê ku du rojan dewam kir bi coş û biryardariyeke mezin bi dawî bû. 

 
Konferansa Mezin a 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. 
 
Konferans bi dirûşmeya "Berxwedana Mezin Meşa Mezin" hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêvebir a Navendî, parlementer, hevserokên bajaran, endamên Meclîsa Jinan, endamên Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren, Hevserokên Partiya Damezrandina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûrlû, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 647 delege tevli konferansê bûn. 
 
Konferans îro bi coşa jin û ciwanan dewam kir. Duh di konferansê de geşedanên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Bi awayekî berfirehî li ser rol û rista sereke ya HDP'ê ya di siyasetê de, helwesta muxalefetê ya ji bo HDP'ê û polîtîkayên desthilatê yên ji bo domandina tehkuma wê hat sekinandin. 
 
Îro jî li ser rêxistinbûyînê, astengiyên li ber rêxistinbûyînê û avakirina komara demokratîk hat sekinandin. 
 
Piştî nîqaşan pêşniyazên komîsyonan û komîsyona navendî hatin nîqaşkirin. 
 
MEŞA GEMLÎKÊ
 
Her wiha di her du rojên konferansê de jî li ser Meşa Gemlîkê hat sekinandin ku dê KCD, HDK û DBP di 12'ê Hezîranê de bi hev re li dar bixin hat sekinandin. Di konferansê de ji bo vê meşa li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, bang li rêxistinên demokratîk û hemû welatiyan hat kirin. Di konferansa HDP'ê de biryardariyeke mezin xwe da der ji bo Meşa Gemlîkê. Ji biryar û nîqaşên girîng yek jê jî komar bû. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku ew bi biryar in ku Komara Demokratîk ava bikin. 
 
BI GOVENDGERANDINÊ BI DAWÎ BÛ
 
Piştî nîqaşan û biryaran wêne hat girtin. Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwedana HDP'ê” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.  Di dawiya konferansê de jin û ciwanan govend gerandin.
 
HDP, dê danezana xwe ya encamê ya konferansê van rojan bi raya giştî re parve bike. 

Sernavên din

11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir