Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin

  • rojane
  • 09:02 8 Hezîran 2022
  • |

MÊRSÎN - Malbatan diyar kir ku dê li ber îşkenceya ku beriya danişînê li girtiyên di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de hatiye kirin bêdeng nemînin û gilî bikin. 

Li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê di 13'ê Mijdara 2015'an de bi hinceta kamerayên li qawîşan hatine bicihkirin şikandine gardiyanan êriş biribû ser girtiyan. Ji ber vê îdiayê der barê 22 girtiyan de lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin û der barê gardiyanên ku li girtiyan xistibûn jî tu lêpirsîn nehatibû destpêkirin. Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî derbarê girtiyan de bi îdiaya "seîrhildana girtî û hikumxwaran" û "zirara li malê cemaweriyê" îdianame amade kiribû. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Îskenderûnê jî îdianame qebûl kiribû. Danişîna 3'yan a dozê di 6'ê Hezîranê de hatibû lidarxistin. 
Emrûllah Abay, Mehmet Şafak Elçîçek, Suleyman Benzer û Îsmaîl Gennç ku di girtîgehên cuda de ne, di 5'ê Hezîranê de beriya danişînê anîne Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li her 4 girtiyan hatiye ferzkirin. Girtiyan jî qebûl nekiriye. Piştî qebûl nekirine gardiyanan li wan xistiye. Piştî vê girtî birine revîra îdareyê û revîrê rapora li gor daxwazê gardiyanan daye girtiyan. Girtiyên ku bi kincên xwe yên bi xwîn tevli danişînê bûne û li bara dadgehê giliyê gardiyanan kirine, lê dadgehê giliyê wan red kiriye û biryar daye ku zabitnameya danişînê ji Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê re bê şandin. 
 
'LA HIQÛQ, KA EDALET'
 
Malbatan bertek nîşanî van pêkanînan dan. Malbatan diyar kir ku li ser canê girtiyan dewsa lêdanê hebûye û ya hatiye kirin dijminatiye û dê bêdeng nemînin. 
 
Gulten Benzer, jinbira girtî Suleyman Benzer ê ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê ew ji bo danişînê anîne Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê û li vir hatiye îşkencekirin, anî ziman ku roja duşemê çûne tevli dnaişînê bûne û di danişînê de kincên bixwîn ên li ser girtiyan dîtine û girtiyan jî di parastina xwe de behsa îşkenceyê kirine. Benzer diyar kir ku girtiyan rapor li gor daxwazên gardiyanan hatiye amadekirin qebûl nekirine û dê bi rêya parêzerên xwe dozê vekin. Benzer got: "Em van nêzîkatiyên dijminatiyê qebûl nakin. Girtî ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine îşkencekirin. Em li dijî van pêkanînên binpêkirina rûmetê ne. Ka hiqûq, ka edalet? Her roj dibêjin biratî. Ma ev e biratî?"
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN'
 
Halîde Abay diyar kir ku kurê wê Emrûllah Abay 11 sal in girtiye û di sala 2015'an de li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê hatiye îşkencekirin û paşê sewqî Girtîgeha Gîresûn a Tîpa L'yê hatiye kirin û gava ji bo danişînê ew anîne Girtîgeha Îskenderûnê hatiye îşkencekirin. Abay wiha got: "Ez jî ji bo kurê xwe bibînim tevli danişînê bûm. Min xwest kurê xwe hemêz bikim, lê nehiştin. Di 5'ê Hezîranê de kurê min û hevalên wî îşkence kiribûn. Li ser canê wan hê jî dewsa îşkenceyê hebû. Li dadgehê giliyê gardiyanan kirin. Lê dadgehê giliya wan qebûl nekir, got divê li cihekî din bikin. Jixw erapora dane wan jî li gor daxwaza gardiyanan hatiye çêkirin." 
 
Abay, diyar kir ku dê gilî bikin û qethiyen dê tiştekî wiha qebûl nekin. 
 
Garîp Çîçek, birayê girtî Şafak Çîçek jî diyar kir ku piştî tevli danişînê bûne bi tiştên hatine serê birayê wî hesiyane û îşkenceya li birayê wî hatiye kirin wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir. Elçîçek diyar kir ku dê van neheqiyan qebûl nekin û gilî bikin. 
 
BEHSA TIŞTÊN HATINE SERA KIR
 
Faîka Demîrbaş, dêya girtî Ferhat Demîrbaş jî diyar kir ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê hevdîtina vekirî kirine û di hevdîtinê de dewsa şopên îşkenceyê li ser laşê kurê wê hebûne. Dayik Demîrbaş anî ziman ku kurê wê gotiye: "Roja yekşemê min ji Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa M'yê anîn Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê. Li her du girtîgehan jî belesebeb li min xistin. Îşkence li min kirin. Dest û pêyên min girêdan, heqaret li min kirin, çêr gotin. Tu serlêdan û giliya min esas nehat girtin." 
 
Faîka Demîrbaş got: "Fikarên wan hene. Îdareya Girtîgeha Îskenderûnê rasterast qesda canê wan kiriye. Tu qanûnan nas nake. Ger tiştek bê serê kurê min û hevalên wî berpirs rayedarên Girtîgeha Îskenderûnê û daraza pê ve girêdayî ne." 

Sernavên din

11/06/2022
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin