Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin

  • rojane
  • 09:10 8 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Bi hezaran kes ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî amadekariyên Meşa Gemlîkê dikin. Girseya ku dê tevli Meşa Gemlîkê ya Mezin a 5'an bibe dê bi dirûşmeya "Li dijî siyaseta tecrîda parastina azadiyê" bimeşin. 
 
Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet ocalan jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî an tên redkirin an jî nayên bersivandin. 
 
Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe. 
 
Meşa Gemlîk ku ya ewil di sala 2005'an de hatibû lidarxistin, dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bê lidarxistin. 
 
MEŞA EWIL A GEMLÎKÊ
 
Di Îlona 2005'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) re li dijî şert û mercên Ocalan tê de ne "Meşa Gemlîkê" hat lidarxistin. Dihat payin ku 20 hezar kes tevli vê meşê bibin. 
 
BI FERÎBOTÊ TEVLI MEŞÊ BÛN
 
Bi hezaran kesên ji Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Mereş, Riha, Dêrsim, Agirî, Mûş, Dîlok, Semsûr, Qers, Îdir, Erdexan,  Edene, Mêrsîn, Antalya, Enqere, Bûrsa, Eskîşehîr, Hatay, Stenbolê û bajarên din bi rê ketin bi astengiyan re rû bi rû man. Li hin cihan wesayît hatin sekinandin û li hin cihan jî astengî hatin şermezarkirin. Nêzî 100 kesên xwestin ji Gebzeyê ber bi Gemlîkê ve biçin bi ferîbotê tevli meşê bûn. 
 
6 HEZAR KES TEVLI MEŞÊ BÛN
 
Lê tevî hemû astengî û zextan jî nêzî 6 hezar kes tevli meşa Gemlîkê bûn. Girseya tevli meşê bû li navçeya Înegol a Bûrsayê ji aliyê polîs û eskeran ve hat sekinandin. Girseyê li vira çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyand ku peyama xwe ragihandiye û gihaştiye armanca xwe û bi vî awayî çalakiya xwe bi dawî kir. 
 
ÊRÎŞ
 
Girse di vegerê de li navçeya Bozuyuk a Bîlecîjê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Di vê êrişa nijadperest a organîzekirî de gelek kes bi keviran birîndar bûn. Ev êriş li gelek deveran bi daxuyaniyan û meşan hat şermezarkirin. 
 
5 HEZAR KES LI AMEDÊ LI HEV KOM BÛN
 
Piştî vê êrişê di serî de li bajarên kurdan û li gelek deverên din gel daket kuçeyan. Meşvanên Gemlîkê li Amedê ji aliyê 5 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwaziyê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
‘AZADÎ JI BO OCALAN'
 
Di sala 2011'an de di salvegera komloya navdewletî ya li hemberî Ocalan de di 9'ê Cotmehê de Meşa Gemlîkê ya Duyemîn hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya TÛHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" hat lidarxistin. Dihat payin 100 hezar kes tevli meşê bibe. Ji 5 milan ve bi sedan otobês û wesayîtên zirxî bi hezaran kes tevli meşê bûn.
 
JI 40 BAJARÎ TEVLI MEŞÊ BÛN
 
Walitıya Bûrsayê beriya meşê li Bûrsayê heya 3 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Lê dîsa jî bi giştî ji 40 bajarî bi sedan wesayît ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Di guzergahên meşê de wesayîtên çalakgeran hatin sekinandin. Astengkirina Meşa Gemlîkê ya Duyemîn li gelek bajaran hat şermezarkirin. Çalakgeran di protestoyan de çelengên reş danîn ber avahiyên AKP'ê û daxuyanî dan û meş li darxistin. 
 
‘SEDHEZAR DIÇIN CEM MIROVÊ AZAD'
 
Di 1'ê Tebaxa 2015'an de bi pêşengiya TÛHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Em bi sedhezaran re ji bo azadiya Serok dimeşin" ji Amedê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Çalakger bi pêşmalkên li ser "Sedhezar diçin cem mirovê azad" û "Azadî ji bo Ocalan" nivîsandîû bi wêneyên Ocalan li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxileyî girseyê kir. 
 
‘JI KOMPLOYÊ RE NA, JI OCALAN RE AZADÎ'
 
Bi bangawaziya Platforma Azadî Ji Bo Ocalan di 15'ê Sibata 2016'an de bi dirûşmeya "Ji komployê re na, ji Ocalan re azadî" ji Bûrsayê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û HDK û HDP jî piştgiriya meşê kirin. Girse li ber Nûnertiya HDP'ê ya Osmangaziyê li hev kom bû û bi pankarta li ser "Muxatabê aştiyê Ocalan e. Dawî li tecrîdê bînin. Azadî ji bo Ocalan" nivîsandî dest bi meşê kir. Polîsan mudaxileyî kir. 
 
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADÎ'
 
Dê piştî 6 salan cardin ji bo Ocalan ku bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û xeber jê nayê girtin, "Meşa Mezin" a Gemlîkê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin. HDK, KCD, TJA, HDP, DBP û MED TÛHAD-FED bi dirûşmeya "Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin" ji 3 milan ve bimeşin. Armanca sereke ya meşê azadiya fîzîkî ya Ocalan û tecrîda li ser wî ye. 
 
MA / Dîren Yûrtsever 

Sernavên din

11/06/2022
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin