ŞIRNEX - Hat ragihandin ku serê vê sibehê gelek balafirên bêmirov ji Şirnexê ber bi Çiyayê Cûdî ve firiyan.
Li herêma Bestayê û çiyayê Cûdî û Gabarê yên bi ser Şirnexê ve operasyon û êrişên leşkerên Tirkiyeyê berdewam dikin. Serê vê sibehê gelek balafirên bêmirov (SÎHA) şandin operasyona li herêmên navborî. Hat ragihandin ku SÎHA ji navenda Şirnexê ber bi Cûdî ve firiyan e.