HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin

  • rojane
  • 13:20 8 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - HDP’ê binçavkirina xebatkarên çapemeniya kurd şermezar kir û bang li rêxistinên rojnamevanan kir ku li dijî êrişên ser rojnamevanan bêdeng nemînin û piştevaniyê mezin bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirina rojnamevanan a li Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsiyar e hat belavkirin. 
 
Di daxuyaniya bi sernavê “AKP û MHP xebatkarên çapemeniya azad kiriye hedef û li ser rêya Çîller û Cemaatê diçin” hat belavkirin de wiha tê gotin: “Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin hatin binçav kirin. Îktidara AKP-MHP’ê her ku piştevaniya xwe ya civakî winda dike, di siyasetê de têk diçe û bêçare maye, êrişî partiya me, saziyên kurdan, muxalîfan dike. Bi êrişên dijhiqûqû û tirsonek dixwaze temenê xwe dirêj bike. 
 
LI SER ŞOPA ÇÎLLER Û CEMAATÊ TEVDIGERIN 
 
Xebatkarên çapemeniya azad ku îro di navenda êrîşan de ne, her tim bûne hedefa îktidar, hêzên wan ên paramîlîter û pêkhateyên paralel. Xebatkarên çapemeniya azad ku di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM, Hîzbûllah û çeteyên çekdar ên îlegal ên girêdayî îktidara Çîller ve hatin qetilkirin, di salên 2000’î de ji aliyê îktidara AKP’ê û hevkarê wê Cemaatê ve bûn hedefa operasyonên qirkirina siyasî. Bi dehan rojnamevanên kurd ku di şert û mercên giran de rastî ji raya giştî re parve kirin, hatin qetilkirin, girtîgeh bi rojnamegeran hatin dagirtin, avahiyên rojnameyan bi bombeyan hatin teqandin. Bi biryarên îktidara Çîller ên MGK'ê hatin girtin, hewl dan saziyên çapemeniya azad bêdeng bikin.
 
Rojnamegerên kurd ên di sala 2011’an de di bin navê ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ de ji aliyê AKP’ê û Cemaatê ve hedef hatin girtin, îro jî bi heman rêbazan rastî êrişên AKP û MHP’ê tên. AKP bi pêkanîna van polîtîkayên neçareseriyê yên ji serdema tarî ya salên 90’î, ji cemaata weke derbeker tê pênasekirin, mîrata xwe girtiye, hewl dide encameke cuda bi dest bixe. Em dizanin ku ev êrişên li dijî gelê kurd, saziyên gelê kurd, partiya me, mûxalefet û rojnamevanan di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên îktidarê de ne.
 
AKP DI NAV ÇI AMADEKARIYAN DE YE? 
 
Ev zîhniyeta faşîst beriya qetlîamên ku li ser kurdan pêk anî, bi hedefgirtina rojnamegerên kurd, xwest civakê bêdeng bike. Hefteyek piştî êrişa binçavkirin û girtinê ya li dijî rojnamegerên kurd a di sala 2011’an de, Komkujiya Roboskî pêk hat û komkujî di tariyê de ma. Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro xebatkarên çapemeniya azad beriya êrişa muhtemel a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin binçavkirin. AKP di nava çi amadekariyên sûc de ye, dixwaze çi veşêre?
 
AKP-MHP JÎ LI SER RÊÇA CEMAATÊ YE 
 
Êrişên li dijî rojnamegeran jî encama bêhêzîtî, bêçaretî û hewldana dirêjkirina temenê îktidarê ye. Lê ev hemû hewldanên pûç in. Xebatkarên çapemeniya azad ên ku têkoşîna heqîqetê ji Apê Musa û Gurbetelî Ersoz û bi dehan rojnamevanên din girtin, duh li kolanan li dijî çeteyên Çîller, li dijî çeteyên ku Cemaatê li darazê bi cih kirin, serî netewandin û îro jî wê tu carî serî netewînin. Wê rojnamevanên kurd li dijî polîtîkayên faşîst û êrişkar ên AKP û MHP’ê qet serî netewînin. Hemû kesên ku duh rojnameger kirin hedef, çeteyên ku cil û bergên dadgeriyê li xwe kiribûn, di rûpela tarî ya dîrokê de cih girtin û aktorên îro jî wê li ser rêça wan biçin. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ 
 
Em êrişên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em li cem rojnamegerên ku ji bo heqîqetê têdikoşin in. Her wiha em bang li raya giştî û hemû rêxistinên rojnamevanan dikin ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin û piştevaniyek xurt nîşan bidin.”
 
 
 

Sernavên din

11/06/2022
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin