Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye

  • rojane
  • 09:58 28 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Li gundê Xanika Jêr a bi ser navçeya Çinarê ya Amedê ve bi salane av tune ye. Tevî ku li gund av tune jî DÎSKÎ'yê ava Xanika Jêr ji bo turistan da Keleha Zerzewanê. Şêniyên gund jî ji ber pirsgirêka avê û plansaziya binesaziyê bi gilî û gazinde ne.
 
Li mezra, gund, bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, di mehên havîne de pirsgirêkên avê derdikevin holê. Ji ber ku pirsgirêka avê li gundan baş nayê çareserkirin şêniyên li gundan her sal bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dimînin. Li gundê Xanika Jêr a bi ser navçeya Çinarê ya Amedê ve jî bi salan e pirsgirêka avê heye. Gundê Xanika Jêr 13 kîlometre dûrî navçeya Çinare ye û nezî 600 mal lê hene. Li gorî hejmariya 2021’an 2 hezar û 26 kes li gund dijîn. Li gund bi salane av tune û pirsgirêka avê nayê çareserkirin. Ji ber ku pirsgireka avê nayê çareserkirin, gundî bi derfetên xwe bîrên sondajê lêdixin û avê dikişinin malen xwe. 
 
GUNDÎ BÊAV IN 
 
Lê ji ber ku li gund derfetên her kesî yên lêxistina bîrên sondajê tuneye gelek gundî bêav dimînin. Ew mal jî pêdiviyên xwe avê bi alikariya cîranan dabîn dikin. Tevî ku di nava gund de depoyêk Rêveberiya Av û Binesaziyê ya Amedê (DÎSKÎ) heye jî, gundî nikarin wê avê bikar bînin. Ava ku DÎSKÎ’ye li gundê Xanika Jêr derxistiye jî ji bo turistan diçê Keleha Zerzewanê. 
 
Her wiha li gund ne tenê pirsgirêka avê di heman demê de pirsgirêka binesaziyê jî heye. Li gund pergala binesaziyê nehatiye avakirin û ji ber vê yekê avên serşok, daşir û mitbaxan jî di nav gund de diherikin. Ev jî li nav gund dibe sedema bêhna genî û nexweşiyan. 
 
DÎSKÎ: ME LI GUNDÊ XANIKA JÊR AVÊ DA KELEHA ZERZEWANÊ
 
Di 6'ê gulanê de DÎSKÎ’ye jî li ser malpera xwe agahî dabû ku li gundê Xanika Jêr bîr vedane û av kişandine Kelaha Zerzewanê. 
 
Me pirsgirêka avê ya li gundê Xanika Jêr,  ji berpirsiyarê DÎSKÎ pirsî, berpirsyaran gotin ji ber ku şêniyên gund ne aboneyên DÎSKÎ’yê ne avê nadin gundiyan. 
 
Lê şêniyên gundê Xanika Jêr daxuyaniya DÎSKÎ’ye derewandin û dibêjin her çiqas wan xwestiye abonetiyên xwe çekin jî DÎSKÎ’yê abonetiyê çênekirine. 
 
Gundiyên Xanika Jêr ku me li gund bi wan re hevdîtin kir ji ber pirsgirêka avê û tunebûna pergala binesaziyê bi gazind in.   
 
DEPO HEYE LÊ SÛDA WÊ LI GUND NABE 
 
Keyayê gund Hasan Çîftçî diyar kir ku bi salane av li gundê wan tune ye û şêneyên gund bi derfetên xwe pêvîdiyên avê dabîn dikin. Çîftçî bal kişand ser depoya DÎSKÎ’ye ku di nava gund de çêkirine û wiha got: “Depoya avê ya DÎSKÎ’ye di nava gund de ye lê avê nadine gundiyan, ji bo turistan avê li gund derdixin û didin Keleha Zerzewanê. Şêneyên gund jî ji biran avê dikişinin malÊn xwe. Kesên ku ava wan tune ye jî bi alikariya cîranên xwe pêdiviyên avê dabîn dikin. Ava ku bi sondajê tê derxistin jî her sal kêm dibe. Gelek gundî bi tankêran avê tînin mala xwe. Ji bilî nebûna avê pirsgirêka binesaziyê jî li gund heye. Daxwaza me ew e ku pirsgirêkên av û binesaziya gund bên çareserkirin.”
  
‘GUNDÎ BI DERFETÊN XWE PÊDIVIYA AVÊ DABÎN DIKIN’
 
Şêniyê gund Omer Oztemel jî derbare mijarê de anî ziman ku li gund pirsgirêka av û binesaziyê heye û wiha got: “Gundiyan bi derfetên xwe pêdiviyên xwe avê dabîn dikin. Kesên ku derfetên wan têrî sondajê neke jî bi alikariya cîranên xwe hewcedariyên xwe avê dabîn dikin. Jixwe dema hemû kes sondajê lêbixe wê deme jî wê av biçike. Pirsgirêka gund ne tenê ya avê heye, rêya gund xirabe ye, ji bilî vê jî li gund binesazî tune, di gund de 600 mal hene, avên serşok, daşir û mitbaxan hemû di nav gund de diherikin. Ev jî dibe sedema bêhna genî û nexweşiyan.”
 
‘HAYA KESÎ JI GUNDÊ ME TUNE YE’ 
 
Şêniyê gund Aydin Balik jî ji ber nebûna avê gazinên xwe anî ziman û got: “Beraj nezî me ye, tevî ku beraj heye jî em bêav in. Bi salane av li vî gundî tune ye. Heya kesî jî ji gundê me tune ye. Li gund ne av ne jî binesazî heye. Ava qirêj ya gund hemû di nav gund de diherike. Bêhnek genî li ser gund belav dibe û dibe sedema nexweşiyan. Bi salane rayedar dibêjin ‘em ê binesaziye li vî gundî çêkin’ lê hê jî tiştek nehatye çêkirin.” 
 
‘DIVÊ DEMILDEST PIRSGIREKA AVÊ BÊ ÇARESERKIRIN’
 
Ji şêniyên gund Servet Çiftçî jî bertek nîşanî pirgirêkên li gund ku nayên çareserkirin da û wiha axivî: “Bi salane ava me tune ye û em bi derfetên xwe avê dikişînin malen xwe. Pirsgirêk li vî gundî pir in lê nayên çareserkirin. Ji ber ku binesazî li vî gundî tune her tim zarok nexweş dikevin. Hê jî çareserî ji binesaziya gund re nedîtine. Lê hewcedariya me ya ewil av e. Divê demek zûtirîn pirsgirêka me ya avê were çareserkirin.”
 
‘DIVÊ EM JI VÊ EZIYETÊ XELAS BIBIN’ 
 
Ji welatiyên gund Musa Aycan jî bi lêv kir ku li gund bi salane û ew perişan dibin. Aycan xwest ku pirsgirêka ava li gund bê çareserkirin û ew jî vê eziyetê xelas bibin. 
 
MA / Mahmut Altuntaş 
 

Sernavên din

30/06/2022
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan