Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin

  • rojane
  • 10:58 28 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Salih Muslum ê ji hevserokatiya PYD’ê re hate hilbijartin, diyar kir ku wê bi berxwedanê pêşiyê li êrişan bigirin, Sûriyeyê demokratîk bikin û wiha got: “Kes nikare ji bo me Tirkiyeyê bide sekinandin encax em bi xwe dikarin bidin sekinandin.”
 
Di sala 2011’an li Sûriyeyê şerekî navxweyî dest pê kir, kurdên ku di bingeha azadiyê de li ser rêya sêyemîn xwe bi rêxistin kirin bi gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn re xweserî îlan kirin. Paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk ji hemû gelan re bû çavkaniya îlhamê û hêzên serdest û herêmî jî ji encama ku derket holê aciz bûn. Lêgerîna gelan a azadiyê û jiyana bi hev re herî zêde desthilata AKP’ê aciz kir. Tirkiyeya ewilî tevgera şoreşê ku bi kantonan li Rojava dest pê kir, hewl da di bingeha êrişan de Esad bikişîne cem xwe, ji ber bi vê polîtîkayê bi serneket li dijî pergala Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya hêzên paramîlîter rast e rast dest bi êrişê kir. Tirkiyeya bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişî herêmên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û heta niha jî êriş dike. Tirkiyeyê peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re kirine binpêkirin û bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ev êrişên xwe berdewam kirin. Ji Çileya 2020’an û vir ve 26 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di van êrişan de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn. 
 
Tirkiyeya di 3 salên dawî de bi awayekî aşkere êrişî Tirkiyeyê dike, bi heman awayî ji sala 2015’an ve êrişî Herêma Kurdistana Federe jî dike. Di êrişên hewayî yên 7 salên dawî de herî kêm 118 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn. Di êrişa dawî ya li navçeya Kelar a Silêmaniyê pêk hat de Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Ferhad Şiblî yê tev li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a di sala 2003’yan de hatiye avakirin bûbû, heta sala 2006’An li Efrîn û Helebê têkoşiya. Êrişa li dijî Ferhad Şiblî ku di damezrandina PYD’ê de cih girt, 2 roj beriya 9’emîn Kongreya PYD’ê ku bi tev li bûna 700 delegeyan hate lidarxistin pêk hat. 
 
Konreya di 18-20’ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Em ê bi rûhê şerê şoreşger ê gel dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin” pêk hat, Asya Abdûllah û Salih Muslim weke Hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî kongreyê, êrişên Tirkiyeyê yên ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe û kuştina Ferhat Şiblî de ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
KONGREYA PYD’Ê
 
Muslim, diyar kir ku 9’emîn Kongreya PYD’ê ji ber şewbê û êrişên li ser herêmê dereng hatiye kirin û wiha got: “Heta niha di 19 salan de me 9 kongreyên PYD’ê pêk anîn. Em her du salan carekê kongreyekê pêk tînin. Ji bo her partiyê lidarxistina kongreyan gelek girîng e. Ji ber ku di kongreyan de mirov li pişt xwe dinêre û xeletiyan ji holê radike. Di kongreyê de planên li ser pêşerojê hatin kirin. Me bi kongreyê rêxistinkirina xwe xurttir kir. Di vê kongreyê de rexne hatin kirin û xwe rexnedayîn hatin dayîn, raporên xebatan hatin xwendin û têkildarî paşerojê nirxandin hatin kirin. Di peywîra hin hevalan de guhertin hatin çêkirin. Di kongreyê de hin biryarên nû hatin girtin.”
 
HEBÛN Û TUNEBÛNA KURDAN 
 
Muslim, bi lêv kir ku di rêziknameya PYD’ê de hin guhertin çêkirine, hejmara endamên Meclîsa PYD’ê weke 145 diyar kirine û da zanîn ku  “Konseya Hevserokatiyê” ku di rêziknameyê de tune bû li rêziknameyê hate zêde kirin. Muslim, diyar kir ku di kongreyê de geşedanên siyasî yên paşêrojê û yên pêşerojê pêk werin hatine nirxandin û wiha berdewam kir: “Em ê bi çi re rû bi rû bimînin axivîn. Mijareke din ku em gelek li ser sekinîn jî dirûşmeya kongreya me ‘Em ê bi rûhê şerê gel dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’ bû. Em ê hem dagirkeriyê biqedînin hem jî Sûriyeyê demokratîk bikin. Ev ji bo me gelek girîng e. Şerê klasîk di nava du artêşên bi çek de çêdibe. Lê rewşa em niha tê de ne cuda ye, gotubehs hebûn û tunebûna kurdan e. Vê yekê bi koçkirina gelên li herêmê dijîn, ambargoya aborî û êrişên fîzîkî pêk tînin. Divê li dijî vê yekê gel bi tedbîr be. Divê di her mijarê de xwe biparêze. Di kongreyê de jî em li ser vê sekinîn û me xiste nava bernameyên xwe yên em ê di rojên pêş de pêkbînin. Rêxistinkirina komunên gel, hêzkirina wan di nava bernameyên me yên ewil de ye.” 
 
‘EM Ê BI HEV RE MIL BIDIN VÎ BARÎ’
 
Muslim ê got “Em dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê bên çareserkirin” anî ziman ku bi herkesê ku alîgirê çareseriyê ne re amade ne ku hevdîtinê bikin. Muslim, destnîşan kir ku Tirkiyeyê axa Sûriyeyê dagir kiriye û wiha pê de çû: “Peywîra herkesê ye ku weke dewlet berjewendiyên Sûriyeyê biparêze. Ev peywîra me ye jî. Ji bo ku em vê peywîra xwe bi cih bînin kî ji me re bibe alîkar em bi wan re biaxivin. Artêşa Sûriyeyê ji bo ku sînoran biparêze were em jî dê ji wan re bibin alîkar. Ev nayê vê wateyê; teslîmî rejîmê bûn. Pergaleke me heye li cem wê jî parastina Sûriyeyê heye, divê ev pergala me di nava Sûriyeyê de were parastin. Em li ser parastina Sûriyeyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk û artêşa Sûriyeyê ya bi hev re axivîn. Divê kes nebe amûrê tiştên dijmin dixwaze bike. Divê pêşiya şerekî navxweyî yê kurdan neyê vekirin. Li ser vê di kongreyê de 3 rojan nîqaş hatin kirin. Beriya niha jî min û Asya Abdûllah du serdeman Hevserokatiya PYD’ê kiribû. Vê serdemê jî hevalan dîsa em peywîrdarkirin. Ev ji bo me şerefeke. Baweriya gel a bi me re ji bo me rûmet e. Ez hevî dikim ku em ê bi hev re mil bidin vî barî.”
 
‘XEMGINIYEKE KU NIKARE BÊ GOTIN’
 
Muslim, bi bîr xist ku berî kongreyê du rojan Ferhad Şiblî yê di nava damezrînerên PYD’ê de cih digire di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Vê êrişê bandor li kongreyê jî kir. Kîna gel a li dijî dijmin zêdetir bû. Ferhad Şiblî kesekî ku ji destpêka PYD’ê heta niha kedek dabû partiyê bû. Cara ewil e kongreya PYD’ê beyî wî hate kirin. Di hemû kongreyên beriya niha hatibûn kirin de cihê xwe girtibûn. Vê yekê barê me zêdetir kir, divê di kesayeta wî de em zêdetir bixebitin. Ji bo ku em layiqî wî bin tişta ji destê me bê em ê bikin. Hevalê Ferhad li Herêma Kurdistana Federe ji sînorê Tirkiyeyê 280 kîlometreyan dûr hate qetilkirin. SÎHA’yên ku wî qetilkirin ji Herêma Kurdistana Federe rabûn. Ev xemginiyeke mezin e. Qetilkirina lawên Kurdistanê ya bi SÎHA’yên ji axa Kurdistanê radibin, xemginiyeke ku nikare bê gotin e.”
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ 
 
Muslim, bal kişand ku êrişên SÎHA’yan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî dagirkirina Efrînê dest pê kirine û da zanîn ku êriş piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê zêde bûn. Muslim, bi lêv kir ku tevî Tirkiyeyê bi hêzên garantor re agirbest îlan kiriye jî êrişên xwe bênavber didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê tu car li gorî vê yekê tevnegeriya. Her roj SÎHA’yan bikartîne û herêmê bi topan bombebaran dike. Guhê xwe nade kesekî. Hêzên garantor ku dibêjin me bi Tirkiyeyê re peyman çêkirine, çi Rûsya be çi AmerîKA be dibêjin em rewşê dişopînin lê li dijî vê yekê tiştekê nakin. Tenê temaşe dikin. Kes ji bo me Tirkiyeyê nade sekinandin, encax em bi xwe dikarin bidin sekinandin. Divê em bergiriyên xwe bigirin. Tirkiyeyê hemû normên hiqûqê yên navneteweyî xistine bin lingan. Em jî dê li dijî vê yekê tişta ji destê me bê bikin. Tirkiye dibê bi PKK’ê re şer dike. Şerê li diJî PKK’ê tê wateya şerê li dijî hemû kurdan. Li ku derê kurdek hebe di çavên Tirkiyeyê de PKK’yî ye. Bi vê hincetê êriş dike û li dijî vê kesek tiştekê nake. Dibe ku li pişt deriyan bi awayekî veşartî biaxivin lê mirovên me dimirin. Kalên me yên 80 salî, zarokên me yên 10 salî, jinên me tên kuştin û tên koçkirin. Her roj herêm tê bomberankirin lê di xema kesê de nîne. Em jî li dijî vê tişta ji destê me tê dikin û parastina xwe xurttir dikin.”
 
‘EM HÊZA XWE YA XWESER BI HÊZ BIKIN’ 
 
Muslim, destnîşan kir ku Tirkiye li dijî wan dijminatiyeke bêsînor dike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her kes niha di hedefa Tirkiyeyê de ye. Di pêşiya me de ji xeynî rêxistinkirina gel tu rêyên din nînin. Em dikarin bi şerê şoreşger ê gel li dijî Tirkiyeyê şer bikin. Ji ber dijmin dixwaze me bide koçkirin divê em zêdetir girêdayî axa xwe bin. Heke dijmin gundên me malên me bombe baran bike divê wê demê em di bin axê de cihên xwe çêbikin. Dixwazin me bi dorpêçê birçî bihêlin, wê demê divê em ji bo dorpêçeke demdirêj bergiriyên xwe bigirin. Heke bi çekan êrişî me kirin divê em jî çekên xwe bihêz bikin. Tu caran kesê soz neda me û em jî dê pişta xwe bi kesê germ nekin. Em bi gelan re jî bi dewletan re jî dost in. Efrîn bi konseptekê hate dagirkirin. Hêzên navnetewî weke kor û keran tevgeriyan. Li Girê Spî û Serêkaniyê jî heman tişt hate jiyîn. Divê em hêza xwe ya xweser bihêztir bikin. Dikarin encax bi vî şiklî xwe biparêzin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

30/06/2022
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê