Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin

  • rojane
  • 12:35 28 Hezîran 2022
  • |
AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatabê esasî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha bang li CHP’ê kir: “Bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Vê yekê weke amûrekî bi kar neyînin. Nekin amûra siyasetê.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêvajoya ku di navbera salên 2013-2015’an de weke “pêvajoya çareseriyê” dihat pênasekirin bi dawî kir û li dijî gelê kurd “Plana Têkbirinê” xist meriyetê. Ji wê rojê ve jî krîza siyasî û aborî ya Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Sedema van krîzan tevekan jî israra di polîtîkaya şer de ye û desthilatdariya heyî dev ji tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî berneda. Li dijî polîtîkayên şer, gelê kurd û dostên wan jî bi salan e li kolanan e û navnîşana çareseriyê jî weke Îmraliye nîşan didin. Di Meşa Mezin a Gemlîkê de jî peyam hat dayîn ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorê sereke Ocalan e. 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û geşedanên dawî bi ajansa me re nirxand. 
 
‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI SER NEKET’
 
Berdan Ozturk, anî ziman ku divê tecrîda li ser Ocalan weke tecrîdeke li ser şexsekî neyê nirxandin û wiha got: "Tecrîdeke li ser demokrasî û azadiya gelên Tirkiyeyê ye. Tecrîda heyî ji 5’ê nîsana 2015’an ve hêj girantir kirine. Bi vê yekê re desthilatdarî li kodên xwe yên berê vegeriya. Rejîma li Îmraliyê ketiye meriyetê, niha ne tenê li ser kurdan lê li her welatiyekî Tirkiyeyê tê ferzkirin. Bi girankirina tecrîdê re gotin ‘ Em ê te bi gelê kurd bidin jibîrkirin.’ Lê dema em li 8’ê Adarê, Newroz û Meşa Gemlîkê dinihêrin, dibînin ku negihiştine armanca xwe. Armanca esasî ya komploya navneteweyî, fikrên Ocalan bûn. Ji DYA’yê heta Ingilistan û Îsraîlê, tevek jî ji fikrên birêz Ocalan tirsiyan lewma radestî Tirkiyeyê kirin. Nexwestin ev fikr belav bibin. 
 
Lê Tirkiye cuda li mijarê dinihêre. Ew zîhniyeta Îttîhat û Terakî esas digirin. Di vê zîhniyetê de kurd tune ne. Di demekî ku ev zîhniyet ber bi gihiştina armancên xwe ve diçûn de gelê kurd bi fikrên birêz Ocalan dîsa dest bi têkoşînê kir. Lewma ji Ocalan nefret dikin. Tecrîd, dijminatiya li dijî hebûn û pêşeroja kurdan e.” 
 
‘NEKARÎN PÊŞÎ LI BER BELAVBÛNA FIKRÊN OCALAN BIGIRIN’
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku niha ji gelek deverên dinyayê, miletên cuda xwedî li Ocalan derdikevin û wiha got: “Ji milet û baweriyên din kes dibêjin ‘Bijî Serok Apo.’ Ev jî nîşan dide ku komploya navneteweyî û tecrîda girankirî nekarî pêşî li ber vê yekê bigire. Kesek nikare pêşî li ber heqîqetê bigire. Ji Ingilistanê heta Fransa, Misir û Lîbyayê gel dibêjin ‘Felsefeya birêz Ocalan felsefeya rizgariyê ye û divê em xwedî lê derkevin.’ Anku birêz Ocalan êdî ji hêla hemû gelên bindest ve weke rêberek û fîlozofek tê dîtin. Sekn û berxwedana birêz Ocalan û gelê kurd rê li ber vê encamê vekir. Dibe ku ji hêla fîzîkî ve di tecrîdê de be lê fikr û felsefeya wî her ku diçe bêhtir belav dibe. Nekarîn pêşî li ber vê bigirin. Ev jî nîşan dide ku têk çûne.” 
 
‘GEL AZADIYA OCALAN DIXWAZ E’
 
Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser bertekên li dijî tecrîdê û wiha pê de çû: “Gelê kurd di her firsendê de got ku tecrîdê qebûl nake û divê ji vê saetê ve êdî azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Nîşan da ku ji bo vê amade ye ku bedelan jî bide. Mînaka vê ya herî dawî Meşa Gemlîkê ye. Peyama ‘Her dever Îmrali her dever berxwedan’ girîng bû. Anku peyam hat dayîn ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e. Lê tehemûla vê nekirin û li ser fermana şexsiyeteke ku serokê rêxistina sûc e êriş hate kirin. Çalakvan hatin derbkirin. Êrişeke dijwar li dijî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz hate kirin. Parastina rewa hem ji hêla hiqûqî û hem jî ji hêla wijdanî ve maf e. Heke polîsê li hemberî te êriş bike, çêran bike û hiqûqê nas neke, wê demê unîforma wan naparêze û ew êdî polîs nînin. Ew endamekî feraseta çetetiyê ye. Mafê her kesekî ye ku xwe li dijî vê biparêze. Rakirina parêzbendiyan pirsgirêk e. Ew êrişî Aydenîz dikin lê dibêjin ‘destê xwe nêzî polîsê me nekin.’ Ev feraset, feraseta serokê çeteyan ên wekî Soylu ne. Heta niha bi vê rêbazê tiştek bi dest nexistin û dê ji vir û şûnde jî tiştekî bi dest nexin.” 
 
‘DERDORÊN DESTHILATDARIYÊ BÊHEDIYÊ DIKIN’
 
Têkildarî hinek gotinên derheqê hevdîtinên bi Ocalan re ên di demên dawî de ji hêla derdorên desthilatdariyê ve tên parvekirin jî Ozturk wiha got: “Em van nêzikatiyan rast nabînin. Hewl didin bi vî awayî Ocalan weke amûrekî bi kar bînin. Ev yek bêhedî ye. Ji bo çêkirina hinek bendewariyan wisa dikin. Birêz Ocalan bi xwe jî gelek caran got; ‘Ez amade me ku alîkariyê bidim lê bi tu awayî qebûl nakim ku min weke amûrekî bi kar bînin.’ Lewma em van gotegotan wek bêhedî dinirxînin. Bêguman bandora Meşa Gemlîkê û çalakiyên li her çar aliyên Kurdistanê tên lidarxistin rê li ber van geşedanan vekir. Ya ku divê were kirin ji xwe hiqûq e. 
Ne tenê hevdîtinên parêzer û malbatan lê em dixwazin ji bo ku birêz Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze jê re şert û mercên azadiya fîzîkî bên amadekirin. Di Newroz û 8’ê Adarê de gelê kurd di vê mijarê de peyameke zelal da. Divê li dijî kesayeteke ewqas girîng û aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurd de ewqas bêhed nêz nebin. Ev nêzikatiya wan, nêzikatiya wan a li dijî pirgirêka kurd nîşan dide. Divê gelên Tirkiyeyê êdî vê pirsê bikin; ‘Em ê çima kurdan tune bikin?’ Kurd her carê qala aştiyeke birûmet û pêkvejiyanê dikin. Di esasê xwe de bi vê zîhniyeta xwe ve ew welêt parçe dikin. Êdî gelên Tirkiyeyê asteke wisa ku tercîhekî bikin.” 
 
‘ISRARA DI ŞER DE DESTHILATDARÎ JI HÊLA SIYASÎ VE TUNE KIR’
 
Berdan Ozturk, destnîşan kir ku desthilatdariya heyî di şerê li dijî kurdan de biisrar e û ev nirxandin kir: “Dema em li encama israra di vî şerî de dinihêrin, dibînin ku ji hêla siyasî ve tune dibin. Anku ev yek nîşan dide ku polîtîkaya wan a şerê li dijî kurdan neçareserî kûrtir kiriye. Anku gel hêviya xwe ji wan qut kiriye. Zîhniyeta yekperest a sed sal berê îro bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re derket lûtkeyê. Dixwazin çîrokeke serkeftinê binivîsin. 
 
Li dijî başûrê Kurdistanê ketine nava hewldaneke dagirkeriyê yê mezin. Bi saya rêveberiya PDK’ê li dijî destkeftiyên Başûr dagirkeriyeke berfireh hat destpêkirin. Lê tişta dixwestin bi dest nexistin. Sekna gelê kurd hem PDK bêhtir bi tenê hişt û hem jî AKP-MHP’ê nekarî çîrokeke serkeftinê binivîse. Ji vê saetê û şûnde mimkin nîne bi dest bixin. Lewma dê di siyaseta navxweyî de hewldanên wan cuda hebin. Anku dê êrişî kurdan û HDP’ê bikin. Dê êrişên xwe yên li dijî saziyên din zêdetir bikin. Ev 7 sal in vê dikin. Lê encamek bi dest nexistin û dê bi dest nexin jî. 
 
HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF
 
Derheqê nêzikatiya partiyên muxalefetê de jî Ozturk ev şîroveye kir: “Derdorên muxalefetê dibêjin ‘Em ji pergala xwe ya heyî memnûn in û heke em bûn desthilatdar dê ji kurdan re jî çendek tiştan bibêjin û dilê wan xweş bikin.’ Feraseta wan ev e. Tiştekî cuda nadin kurdan. Divê ji bo pirsgirêka kurd gavên şênber, jidil û wêrek bên avêtin. Tenê dibêjin ‘Bila Erdogan biçe û em bên şûna wî.’ Baş e lê tevahiya têkoşîna gelê kurd tenê bo şandina Erdogan nîne. Wiha erzan nêzî mijarê dibin. Bila biwêrek tevbigerin. Hewl didin hevdîtinên bi birêz Ocalan re bi kar bînin. Kurdan bi veşarî bi kesekî re lihev nekiriye. Nekirine û dê nekin jî. Ev nêrîn, nêrînên pir biçûk in. 
 
Kurdan gelek caran bi AKP’ê dan windakirin. Di 7’ê Hezîranê de wan AKP ji desthilatdariyê xist. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de jî kurdan ew ji desthilatdariyê xistin. Em qala têkoşîna gelê kurd dikin. Kurd vê têkoşînê ji bo ku CHP bibe desthilatdarî nadin. Li hêlekî qala demokrasî, azadî û wekheviyê dikin lê ji bo êrişa li dijî Rojava dibêjin erê. Ev zîhniyet nayê qebûlkirin.
 
PARTIYA ÎYÎ JI MHP’Ê CUDATIR NÎNE
 
Divê maseya şeş ling ji ewil biryarê bide bê ka dê vê pergalê biguherîne yan na. Ji xwe Partiya ÎYÎ ji AKP-MHP’ê cudatir nîne. Heke îdiayeke CHP û partiyên din hebe, ji ewil divê bizanin ku hiqûq tê binpêkirin û divê rê li ber vê bigirin. Madem hûn ji desthilatdariyê aciz in, wê demê hûn bi xwe herin bi kurdan re hevdîtinan bikin. Bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Lê belê weke amûr bi kar neyînin. Nekin amûra siyasetê. Her ku hûn wiha nêz dibin, mijar hîn kûrtir dibe. 
 
ÇARESERÎ RÊYA SÊYEMÎN E
 
Pratîka van kir ku Rêya Sêyemîn ji teoriyê derkeve û êdî pratîk bibe. Ev rê, bû hêvî. Nîşan da ku gelên Tirkiyeyê bêalternatîf nînin. Israra desthilatdariyê ya di şer û zextan de Rêya Sêyemîn hîn xurttir kir. Dê rewşa van hêj xerabtir bibe. Rewşa kesên di rêya van de israr dikin jî dê gelek xerab bibe. Tekane rêya çareseriyê, Rêya Sêyemîn e. Werin em li ser Rêya Sêyemîn li hev bikin û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Werin em Kurdistana azad bi hev re ava bikin. Dem dema Rêya Sêyemîn e.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Mujdat Can
 

Sernavên din

30/06/2022
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê