Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye

  • rojane
  • 15:44 28 Hezîran 2022
  • |
img
KONYA - Tetîkkêş Mehmet Altûn ku ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kiribûn. Di rojên ku lêgerîna wî dihat kirin anku di 2’yê tebaxa 2021’an de li ser telefonê 45 deqeyan bi polîsan re axivî. Hat zanîn ku qeydên vê axaftinê winda ne. Têkildarî mijarê parêzerê malbatê Atîla Kart wiha got: “Ev axaftin di dosyayê de tune ye. Ev jî nîşan dide ku di navbera kujer û polîsan de bazariyek hatiye kirin.”
 
Tetîkkêş Mehmet Altûn di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin. 4’emîn danişîna doza derheqê tetîkkêş Altûn û 9 kesên pêdanker ên ji malbatên Çalik û Keleş hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hate dîtin. 
 
Li gel parêzerên her du aliyan, her wiha gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyan û xizmên malbata Dedeogûllari jî beşdarî danişînê bûn. 
 
Bersûcên negirtî tên darizandin bêyî ku hincetekî nîşan bidin beşdarî danişînê nebûn. Tetîkkêş Mehmet Altûn û Velî û Lutfî Keleş ku ji ber êrişa di 12’ê gulana 2021’an de ya li dijî malbata Dedeogûllari de hatibûn girtin, ji girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Talha Goncu yê ku di fîrmaya ji bo kujer Mehmet Altûn wesayît kirê kiribû de dixebite, weke şahid hat guhdarîkirin. Goncu, diyar kir ku Altûn berê nas nedikir û di roja bûyerê de ji ber erebe bilez diajot lê geriyaye. Bi domdarî jî Goncu ev tişt anî ziman: “Ji bo kirêkirina wesayîtê Altûn bi tena serê xwe hatibû. Di demên berê de ji fîrmayên cuda wesayît kirê kiribûn lewma me bedela temînatê jê negirt.” Parêzerê Dedeogûllari Abdurrahman Karabulut pirsa “Dengê kesê li ser telefonê tu pê re diaxivî û yê ku ji bo kirêkirina wesayîtê hatiye ofîsê heman deng bû yan na” ji şahid kir û şahid got; “nayê bîra min.” Piştî pirsan jî şahid ji eywana dadgehê çû. 
 
HAT XWESTIN KU LI XALÊN WÎ WERE GUHDARÎKIRIN
 
Piştre jî parêzerê malbata Dedeogûllari Atîlla Kart mafê axaftinê girt. Kart ji ewil axaftinên di navbera kujer Altûn û malbata wî de xwendin û wiha got: “Altûn, ji ber van axaftinan qet qala poşmantiyê nekir. Malbata wî her tim jê re dibêje; ‘bibêje ez poşman im.’ Ji ber ku bi qasî misqalê poşman nîne lewma jê re wisa dibêjin. Di qeydên telefonan de xuya dibe ku xalên wî Helîm û Hîdayet Şahîn rêyê nîşanî wî didin û alîkariya pereyan didin. Ez dixwazim ku ev xalên wî weke şahid bên guhdarîkirin.” 
 
‘HAYA MALBATÊ JI KOMKUJIYÊ HEYE’
 
Bi domdarî Kart, axaftina xalê Altûn ê bi navê Hîdayet Şahîn a li ser telefonê xwend ku wiha dibêje; “Xweziya te nekiribûya. Te belaya xelkê kişand ser xwe. Cezayê xelkê te girt ser xwe.” Kart, di berdewamê de ev axaftina kujer Altûn bi bîr xist: “Polîs pir baş nêzî min dibin. Xwe bi zorê digirim ku wan hembêz nekim.” Kart, got ku xalê kujer Helîm Şahîn jî di axaftineke xwe de wiha dibêje; “3 roj piştre parastvan hatin cem min û gotin ku heqê xwe helal bike. Hinek guman ji me jî birin. Ji min re gotin dê me tu jî bigirta lê me ev yek nekir.” Parêzer Kart, anî ziman ku ji qeydan diyare ku haya malbatê ji komkujiyê heye. 
 
‘BILA HESABÊN BANKEYÊ YÊN ZEHRA ALTÛN BÊN LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Parêzer Kart, di berdewamê de daxuyand ku li gorî daneyên di qeydên hevdîtinan de, hem li welêt û hem jî li derveyî welat pere ji hesaba Zehra Altûn re hatiye şandin û wiha pê de çû: “Di hevdîtina di navbera kujer û hevjîna wî de Zehra Altûn dibêje; ‘Ji bo parêzeran ji Ewropayê alîkariya pere hate kirin. Mirov alîkariyê didin. Bi taybet jî kesên ku mirov qet li bendê neyî. Pereyan dişînin, gelek name hatin şandin û ji bo zarokan pêlîstokan dişînin. Min ji wan re negot lê heta niha 100 hezar lîre ketine hesaba min.’ Bi vî awayî diaxive. Ez dixwazim ku hesabên bankayê yên Zehra Altûn bên lêkolînkirin.” 
 
DELÎLÊN SEXTE
 
Kart, diyar kir ku di axaftineke di navbera Îbrahîm Keleş û jineke ku nasnameya wê nayê zanîn de axaftineke wiha derbas dibe; “Tê tespîtkirin ku Bariş (Bariş Dedeogûllari yê hatiye kuştin) çek neavêtiyê. Tevî vê yekê jî raporeke ku çek berdaye hatiye amadekirin. Madem ku dê bavê min û Alî li xwe bigirtina, wê demê me çima 50 hezar TL dan.” Kart, da zanîn ku delîlên sexte hatine amadekirin. 
 
HEVDÎTINA TELEFONÊ YA 45 DEQEYAN WINDA YE
 
Bi domdarî parêzer Kart destnîşan kir ku kujer Altûn di 2’yê tebaxa sala 2021’an de bi Şaxa Midûriyeta Asayîşê re li ser telefonê 45 deqeyan axiviye û ev agahî dan: “Ev qeyda hevdîtinê hêj jî winda ye. Ev axaftin di dosyayê de tune ye. Ev yek jî nîşan dide ku di navbera kujer û polîsan de bazariyek hatiye kirin. Divê ev axaftin bên xwestin. Di dema ku komkujî pêk dihat anku dîmenên di navbera saet 18.34-18.36’ê jî tune ne. Divê ev qeydên heyî li dosyayê bên zêdekirin.”
 
Piştre jî parêzeran derheqê dengên qeyd ên li dosyayê hatine zêdekirin pirs ji kujer Altûn kirin. Parêzer Karabulut ev pirs kir; “Di îfadeya xwe de dibêjî; ‘Ez bi xwe teslîm bûm û polîs derewan dikin.’ Gelo te di wan 45 deqeyan de bazarî bi polîsan re dikir?” Li ser vê pirsê jî kujer Altûn wiha bersiv da: “Di vê hevdîtina 45 deqeyan de ez qaneh kirim û teslîm bûm. Min bi polîsan re bazarî nekiriye.” 
 
‘POLÎSÊN DI DEMA ÎFADEYÊ DE BO TE BÛNE ALÎKAR KÎ NE?’ 
 
Li ser pirsa “Di navbera axaftin û teslîmbûna te de 3 roj hene. Lê te got ‘ez ê teslîm bibim.’ Anku polîsan jî ji te bawer kir ne wisa? Kî di navbera te û polîsan de bû navbeynkar?” jî kujer Altûn ev bersiv da: “Min soz da wan. Hinek sekinîm û çûm teslîm bûm. Kesek neket navberê.” Kujer Altûn pirsên parêzeran ên “Te di îfadeyê xwe de got; ‘polîs bo min bûn alîkar.’ Baş e kî û çawa bo te bûn alîkar? Tu dibêjî ‘gelek polîs dibêjin ku ev kes mirinê heq dikin.’ Ev polîs kî ne?” jî wiha bersivand: “Nayê bîra min bê ka min tiştekî wisa gotiye yan na.” 
 
AMÛRÊN NÛ HATIN TESPÎTKIRIN
 
Parêzer Karabulut piştî pirsan jî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di axaftinên bersûc û tetîkkêş de xuya dibe ku hêzên ewlekariyê wan diparêzin. Lewma lêpirsîn bêalî nayê kirin. Lêpirsîn li ser bingeha parastina kujeran hatiye avakirin. Ji ber ku dosyaya komkujî û êrişê bûye yek dosya, pêşî lê hatiye girtin ku bûyer bi awayekî giştî were nirxandin. Di kamerayên malbata Dedeogûllari de xuya dibe ku hem beriya bûyerê û hem jî piştre wesayîteke bi cureya Mercedesê li dora malê bû. Em dixwazin ku bê zanîn bê ka ew wesayîta kê ye û qeydên GPS’ê li dosyayê bên zêdekirin. Di hevdîtinên li girtîgehê yên di navbera bersûc û malbatên wan de tê gotin ku dozger ji wan re gotiye ‘Bila 2-3 kes sûcî li xwe bigirin dê yên din werin berdan.’ Lewma divê ev dozger di dozê de weke şahid bê guhdarîkirin.” 
 
PARÊZERÊ BERSÛC XWEST KU EV DAXWAZ BÊN REDKIRIN 
 
Piştî axaftinên parêzerên Dedeogûllari, şandeya dadgehê vêcarê mafê axaftinê da parêzerên bersûc. Parêzerê Lutfî Keleş, Kazim Turan wiha got: “Dixwazim ku daxwaza guhdarîkirina dozger bê redkirin. Mehmet Altûn ji bo ku malbat giliyê xwe paşve kişîne li wir bû. Heke malbatê ev kaxiz îmze bikira, ev komkujî pêk nedihat. Mehmet Altûn ji bo komkujiyê yan jî êrişeke nîjadperest li wir nebû. Lutfu Keleş sor nekiriye û dixwazim ku were berdan.” 
 
Piştî navberê jî dozger mutalaa da û xwest ku daxwazên parêzeran bên redkirin, rewşa girtî ya faîl bidome û daxwaza girtina faîlên bi awayekî negirtî tên darizandin jî were redkirin. 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Serokê dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir û gelemperiya daxwazên parêzeran red kir. Serokê dadgehê biryar da ku ji bo Selmîn Kuruş, Ugur Yargi û Sefer Orhan Yilmaz weke şahid bên guhdarîkirin navnîşana wan were tespîtkirin. Her wiha dadgehê biryar da ku qeydên telefonê yên 3 mehên beriya komkujiyê ji pisporan re bên şandin, xwe li benda rapora pispor a derheqê hevdîtinê di navbera Mehmet Altûn û bersûcan de bigirin û derheqê hevdîtina Mehmet Altûn a bi şahid Muhammed Talha Goncu de rapor bê amadekirin. 
 
HEVDÎTINA ALTÛN A BI 112’YÊ RE
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku xwe li benda bersiva muzekkereya derheqê axaftina Altûn a li ser telefonê bêyî qerta sîmê bi 112’ê re kiriye bigirin, were xwestin ku di zûtirin demê de bersiv were dayîn û heke neyê dayîn jî dê derheqê berpirsyaran de gilî were kirin. Serokê şandeyê daxwaza guhdarîkirina xalên Altûn ên bi navên Helîm û Hîdayet Şahîn red kir û wiha got: “Derheqê wesayîta ku tê gotin di dema bûyerê de çavdêrî kiriye ji ATK’ê rapor bê xwestin. Dê rewşa girtî ya Altûn bidome û rewşa negirtî ya bersûcên din jî wekî xwe bidome.” 
 
Danişîna dozê taloqî 20’ê îlonê hate kirin. 
 

Sernavên din

30/06/2022
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan