Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye

  • rojane
  • 09:08 3 Tîrmeh 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de sûc sabît in, şahid û daneyên heyî têra cezakirina kiryaran dikin û got: "Mesele hebûna dadgerên ku karibin îmzeyê deynin binî vê biryarê." 

 
Danişîna 26'an a Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Semsûrê bê lidarxistin.
 
Di navbera 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 7 sivîl tevî Çawîşê Pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Ji ber vê Fermandarê Rabûra qomando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawîşê Pispor kerîm Şahîn jî di nav de 18 kes bi sûcê "kuştina bi qesdî" tên darizandin. 
 
Ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû beriya danişîna biryardayînê têkildarî dozê axivî. 
 
‘DEMBORÎ'
 
Kûzû diyar kir ku danişîna ku dê bê lidarxistin ji bo wan dosyeyeke temamkirî ye û got, nêzî 2 sal in li bendê ne ku dadgeh biryarê bide. Kûzû anî ziman ku 5 sal e navnîşana Dozgerê Komarê yê Kerboranê yê wê demê Adem Kûl tê lêkolînkirin û dadgeh ji ber vê xwe nade ber biryarê û got: "A rast di dosyeyê de delîl hemû temam in ji bo cezakirina kiryaran. Tekane sedema ku dadgeh xwe nade ber biryarê jî ew e ku dosyeyê bi desrengî bixin da têkeve ber demboriyê." 
 
‘BÛ EZIYET'
 
Kûzû destnîşan kir ku ji destpêka dosyeyê heya niha kiryar û kesên rê li ber vê kuştinê vekirine diyar bûne û got, ev cinayet di encama polîtîkaya dewletê ya salên 90'î de hatine kirin û kiryar jî kesên di bin fermana dewletê de bûne. Kûzû bilêv kir ku dadgeh ji bo vê yekê di çarçoveya polîtîkayên dewletêyê yên salên 90'î de esas negire û kiryar wekî peywirdarên dewletê neyên hesibandin çi ji desta hatiye kiriye û got: "Her çû darizandin bû eziyet. Malbat nêzî 7 sal in ji bo tev li danişînê bibin diçin bajarekîd ûr wan. Ev bi xwe jî eziyet e. Lewma em li bendê ne dadgeh biryareke li gor bendewariya malbatan bide." 
 
Kûzû anî ziman ku dadgehê negotiye dê biryarê bide yan na û got, dadgeh meseleyê di erê nayê de asê dike. Kûzû bilêv kir ku lê axirê dê biryar bê dayîn û got: "Kuştina 7 gundiyan, 7 kurdan dê bi awayekî sîstematîk bê tomarkirin." 
 
‘HER TIŞT BI DELÎLAN SABÎT E'
 
Kûzû ku got "tevahiya meseleyê hebûna dadgerên ku karibin îmzeyê deynin binî vê biryarê bi xwe ye" detsnîşan kir ku delîlên dosyeyê hemû li holê ne û got: "Ji roja hatine revandin heya cenaze hatine dîtin, awayê kuştinê, ên tiliya wan tê de, ên ferman dane, bi delîlên hatine berhevkirin, bi beyanên mexdûran û şahidan her tişt sabît e. Tenê em li benda helwesta dadger in ku van qeyd bike û tespît bike ku ev cinayet li ser navê dewletê hatine kirin. Em hêvîdar in ku dadgeh berisva lêgerîna edaletê ya malbatan bide. Hêvîdar im dest ji hewldanên xwe yên ji bo dosye têkeve ber demboriyê berdin û bes eziyetê bidin kişandin." 
 
Kûzû bilêv kir ku ger dadgeh li gor wijdanê xwe û rêgezên hiqûqa gerdûnî hereket bike dê nikaribe ji tespîtkirina sûc bireve û got: "Çavkaniyên fermî yên dewletê bi xwe eşkere dikin ku ev cinayet di dema peywira peywirdarên dewletê de hatine kirin." Kûzû biryarên di dosyeyên din ên JÎTEM'ê de hatine dayîn bibîr xistin û got: "Ger di vê dosyeyê de ceza bê dayîn, ev tê wateya ku dê dewlet bi xwe bê cezakirin." 
 
‘RASTÎ DI WIJDANÊ CIVAKÊ DE KIFŞ E'
 
Kûzû destnîşan kir ku gava li rewşê mêze dikin qenaeteke wekî di dosyeyên din de rû dane li wan peyda bûye ji bo vê dosyeyê û got: "Axirê bi vê dosyeyê re bi her awayî eşkere bû ku bê li Kerboranê 7 kurd ji aliyê kê hatine revandin, çawa hatine windakirin, çawa hatine qetilkirin. Delîla herî mezin jî cenazeyên di bîran de hatin dîtin. Halî hezir cenazeyên li goristanan e. Qeydên fermî ne. Em wisa difikirin ku kes nikare ser vê rastiyê binixumîne. Em bêjin dadgeh li gor helwesta heyî tevbigere jî, lê li bara wijdanê civakê bi delîl tê zanîn ku bê zarokên 12-13 salî çawa hatine binçavkirin, îşkencekirin û kuştin. Ger biryareke neyînî bê dayîn jî lê rastî li bara wijdanê civakê kifş e." 
 
BANGAWAZÎ
 
Kûzû anî ziman ku ev wexteke dosyeyên kesên di binçavan de hatine windakirinê bala raya giştî nakişînin û got, ev yek encama atmosfera li Tirkiyeyê ye. Kûzû destnîşan kir ku her windabûneke di binçavan de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got: "Biryarên di van dozan de belkî pêşî li ber windakirinek an jî qteilkirineke nû bigire. Her wiha lêgerîna edaletê ya malbatan ne ji bo wan e, ji bo hemû kesî ye. Lewma divê her kes bi hestiyarî nêzî vê bibe. Divê malbat bi tenê neyên hiştin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

03/07/2022
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin