‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’

  • rojane
  • 09:01 13 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Xwişka Alî Çîçek ê di rojiya mirinê ya di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de bi Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Hayrî Dûrmûş re jiyana xwe ji dest da, Ayşe Çîçek wiha got: “Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê.”

 
Ji pêkanînên derveyî mirovahiyê ku di pêvajoya darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê ku yek ji serdemeke herî tarî ya dîroka Tirkiyeyê de xistin meriyete, herî zêde kurd jê bi bandor bûn. Piştî darbeyê Zindana Hejmara 5’an a Amedê bû navenda pêkanînên îşkence û derveyî mirovahiyê. Girtîgeha di rêveberiya Esat Oktay Yildiran de, ji ber pêkanînên dihatin kirin di pêvajoya pêş de keta nava 10 girtîgehên cîhanê yên herî xirab. Lê berxwedana li dijî van pêkanînan hate dayîn jî bû bingeha têkoşîna azadiya gelê kurd. 
 
GAVA EWIL A BERXWEDANÊ
 
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê Adara 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê bi sê darikên şixatê, bedena xwe da ber agir û bû gava ewil a berxwedana dîrokî. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî teslîmiyet qebûl nekirin û bedenên xwe dan ber agir. Kûrtay, Oner, Anyik û Zengîn bi çalakiya xwe weke “Çaran” hatin binavkirin. 
 
BERXWEDANA MEZIN
 
Piştî vê di 14’ê Tîrmeha 1982'yan de di pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de çalakiya ku weke “Rojiya Mirinê ya Mezin” kete dîrokê dest pê kir. Di roja 53’yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojiya mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi têkoşîna xwe weke “kesên ne teslîmiyet, berxwedan hilbijartin” ketin bîra mirovan. 
 
Xwişka, Alî Çîçek ê herî ciwan ê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Ayşe Çîçek, têkoşîna birayê xwe vegot. 
 
Çîçek, da zanîn ku birayê wê li mezrayeke biçûk a gundê Kûskûnlû yê girêdayî navçeya Hîlwan a Rihayê weke zarokê herî biçûk yê malê ji dayik bûye û got: “Em malbateke gelek dewlemend nebûn. Bavê min cotkar bû û çavên wî nedidîtin. Dema ez 10, Elî jî 2 salî bû me barkir Hîlwanê. Elî dema biçûk bû jî bihêz bû. Bi hêrs û her tim wêrek bû. Di zarokatiya xwe de jî neheqî qet qebûl nedikir. Dibistana seretayî li Hîlwanê, dibistana navîn li Ceyhanê û lîse jî li Rihayê xwend. Dema destpêkên lîseyê bi faşîstan re şer kir. Tehamulî tiştên ku wan kirî nekiriye û bersiva wan daye. Wê demê cara ewil bû hate girtin. Nêzî 2 mehan li Edeneyê girtî ma. Di wê pêvajoyê de Kemal Pîr nas dike. Piştî ku vegeriya êdî têkoşîn ketibû nav hişê wî. Wê demê tu tişt ji wî re nedibû asteng. Piştî ku kete nava tevgerê guhertin jî tê de çêbû. Gelek girêdayî tevgerê, partiyê bû.”
 
BAWERIYA WÎ YA BI ŞOREŞÊ RE
 
Çîçek, bi lêv kir ku birayê wî ji “Şoreşa Îslamî ya Îranê” bandor bûye û bi fikriyata “Em jî dikarin bikin” xwe fedayî şoreşê kiriye û wiha berdewam kir: “Baweriyeke wî ya mezin ji şoreşê re hebû. Digot ‘wan kir em çima nikarin bikin?’ Em wê demê jî pê serbilind bûn lê me nedizanî ku ev qas mezin difikire.” Çîçek, da zanîn ku dema birayê wê têkoşîna azadiyê dida meşandin hema bêje li hemû herêmê geriya û bi wî re tenê karîne çend saetan pê re biaxivin û axaftina di navbera wê û birayê wê de derbas bû wiha vegot: “Dema me taştê xwar di sifreyê de tenê penîr hebû. Lê wî qet destê xwe neda penîrî. Dema min sedemê wê pirsî jî got ‘hevalên nikarin penîr bixwin, birçî û tî ne, ez nikarim vê bixwim.’ Wê rojê tenê çay vexwar û nan xwar.”
 
HEVDÎTINA GIRTÎGEHÊ
 
Çîçek, bi lêv kir ku birayê wê pişt re bi îxbara gardiyanekê hate girtin û li Rihayê di girtîgehê de 3 mehan îşkence dît. Çîçek, anî ziman ku birayê wê 2 salan di Zindana Amedê de ma û li vir rastî îşkenceyeke giran hat. Çîçek, bal kişand ser hevdîtina li girtîgehê bi birayê xwe re kir û wiha pê de çû: “Tenê ‘Çawa yî?’ , ‘Baş î?’ û dengê kûçikan hebû… Axaftin her tim wisa berdewam dikir. Em disekinîn û li hevdu dinêrî. Musade ne dida ku bi kurdî were axaftin. Li pişta herkesekî ji me cendermeyek disekinî. Dayika min tirkî dizanî lê bavê min nedizanî. Ji xwe ji ber ku çavên bavê min nedidîtin nekarî qet biçe hevdîtina Elî. Rojekê em çûnn 3 rojan li Amedê dan sekinandin. Ji ber îşkence dîtîbû nedikarî li ser lingên xwe jî bisekine.” 
 
‘BÛN STÛNA KURDISTANÊ’
 
Çîçek, diyar kir ku leşkerên ku hatin mala wan di 17’ê Îlona 1982’yan de agahiya mirina birayê wê dane wan û got: “Dema Denîz (Gezmîş) ew mirin ez bi xesuya xwe ve gelek giriyan. Heman tişt piştî 10 salan hat serê me bi xwe jî. Min hem birayê xwe hem hevalê xwe hem jî zarokekî xwe winda kiribû. Ew her tiştê min bû.” Çîçek, da zanîn ku piştî cenazeyê birayê xwe wergirtin li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê veşartin û anî ziman ku li vir li dijî gora birayê wê êrişên faşîst çêbûn. Çîçek, bi lêv kir ku li ser vê yekê di çarçoveya wasiyeta birayê xwe de cenaze li Amedê veşartin. 
 
Çîçek, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ew bi têkoşîna xwe bûn dîreka Kurdistanê. Ocalan bû bingeha Kurdistanê ew bûn stûna Kurdistanê. Pêşengtiya têkoşînê kirin û pêşî li têkoşîna Kurdistanê vekirin. 4’an xwe şewitand 4 jî ketin rojiya mirinê. Saya wan di girtîgehan de jî guhertinek çêbû. Mirov ji berê zêdetir bi awayekî rehet dest bi dîtina xizmên xwe kirin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

18/07/2022
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome