* Şoreşa Rojava ku bûye modela jiyana hevpar a gelan, 10 sal li dû xwe hiştin. Endama Koordînasyona Kongreya Starê Welîda Botî anî ziman ku şoreşê bi pirrengiya xwe dewlemendiyeke mezin afirandiye.
* Emrah Yakût ê di Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê ya Jimare 1'ê de, diyar kir ku bi darê zorê derzî lê xistine û got: "Gardiyan dê min bikujin."
* Hevserokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li nexweşxaneyan bi bicihkirina cîhazên x-ray re dê rê li ber tundiyê neyê girtin û wiha got: “Bicihkirina van cîhazan jî rant e. Gelo ma dê bi vê cîhazê bikarin rê li ber heqaret, êrişên fîzîkî û gefan bigirin? Nexweşxane ne navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh in.”
* Pisporê Hawirdor û Tenduristiya Civakê Necdet Sezgîn diyar kir ku pirsgireka binesaziyê, çêkirina santralên termîk û HES’an dibin sedema gelek nexweşiyan û wiha got: “Ev pirsgirêk li sedî 90’î gundên Amedê tê jiyîn. Ev jî rê li ber gelek nexweşiyan vedike.”
* Yasemîn Boyraz a di Qetlîama Pirsûsê de ku dayika wê jiyana xwe ji dest da got: “Ez 33 salî bûm, dayika min hat kkuştin. Lewma ez ê her tim 33 salî bim. Helbet wêr ojek edalet were.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 497'emîn de berdewam bike.
* Endamên MYK'a HDP'ê dê li navenda giştî ya partiya xwe bicivin. (13.00)
* Danişîna 4'emîn a doza Denîz Poyraz dê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. Beriya danişînê rêxistina HDP'a Îzmîrê dê li ber edliyeyê daxuyanî bide. (08.00-16.00)