Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir

  • rojane
  • 09:00 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Parêzer Hediye Gokçe Baykal anî ziman ku ew ê li dijî biryara Şûraya Dewletê ya têkildarî Peymana Stenbolê têbikoşin û wiha got: "Ev biryar bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekir."

 
Daîreya Ceza ya 10'an a Şûraya Dewletê, daxwaza ji bo betalkirina Biryara Serokkomariyê ya 20'ê adara 2021'ê a der barê fesixkirina Peymana Stenbolê de red kir. Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê û dilxwaza Komeleya Pêşî Jin û Zarok Parêzer Hediye Gokçe Baykal biryara Şûraya Dewletê nirxand.
 
 
Baykal anî ziman ku biryara Şûraya Dewletê ew matmayî nekirine û biryara Şûraya Dewletê ya ji bo serlêdana "Rawestandina Birêvebirinê" bibîr xist. Baykal destnîşan kir ku di biryara redkirina Rawestandina Birêvebirinê da jî ji 3 dengan bi 2 dengan hatiye redkirin û wiha domand: "Ev tiştekî dihat payin. Ji dadgerên ev biryar dan yek jê jî jin bû. Ev yek bi rastî jî cihê xemgîniyek mezin e." 
 
Baykal parastina ku di danişînê de kirine bibîr xist û wiha pê de çû: “Dozek me hebû ku me wekî komeleyê ew vekiribû. Di parastina me de me malbat û xizmên jinên hatine qetilkirin anîn hêwana dadgehê. Me xwestibû em nîşanî heyetê bidin ku jinên hatine qetilkirin û rastî şîdetê tên ne tenê nav in, hemû jî xwedî çîrok in. Çavên kesên li hêwanê tije bû. Ji lew re ev rastiya welatê me ye. Tundiya li ser jinan ranaweste. Me di danişînan de jî gotibû, me ji dadgeran re gotibû, 'Me ev barê wijdanê girtiye ser milê we.' Lê belê em dibînin ku her sê dadger jî çi di warê hestî çi jî wijdanî da tu nerihetî hîs nekirine."
 
‘EM LI HEMBERÎ VÊ BIRYARÊ RADIBIN'
 
Bi domdarî Baykal destnîşan kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê di warê usûlê de li dijî destûra bingehîn e û ev tişt anî ziman: “Êdî her kes dizane ku bi biryarnameya serokkomariyê, bi îmzeya kesekî tenê vekişîna ji peymanên navneteweyî ne pêkan e. Kesên ne hiqûqnas jî vê rastiyê dizanin ku ev biryar bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekir."
 
Her wiha Baykal da zanîn ku qanûna bi hejmara 6284'an jî piştî betalkirina îmzeya li bin Peymana Stenbolê bi awayekî çalak nehatiye pêkanîn. 
 
‘PEYMANÊ BERPIRSIYARIYEKE MEZIN LI DEWLETÊ BAR DIKIR'
 
Baykal ragihand ku bi vî awayî ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê cesareta kiryaran zêdetir bûye û tahdeya li ser jinan û kuştina jinan jî her diçe zêdetir dibe. Baykal, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vê çarçoveyê de hebûna Peymana Stenbolê ya ku hêmaneke zextê bû, xwedî bandoreke pêşîlêgirtina tahdeyê bû. Peymanê berpirsîyarîyên pozîtîf li dewletê bar dikir û pêşî li ber bêcezatiyê digirt. Di vî warî de çendî li gor usûlê dest ji peymanê hatibe berdan jî, lê em li ber vê biryarê radibin."
 
‘EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
 
Baykal anî ziman ku ew ê îtiraz bikin û got, ew ê dest ji têkoşînê bernedin. Baykal diyar kir ku hêj biryara ku ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatiye ragihandin teblîxî wan nehatiye kirin û got, piştî bê teblîxkirin wê îtiraz bikin. Baykal axaftina xwe wiha qedand: "Ji sedî 90'ê kesên ku dizanin naveroka Peymana Stenbolê çi ye, dixwazin peyman hebe û bidome. Ez hêvî dikim ku ew ê di demek nêzîk de ji merciya jortir vegere û Peymana Stenbolê ji nû ve were bidestxistin. Em ê di vê rêçê de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em komele jî em ê serî li temyîzê bidin. Em tu carî dev ji Peymana Stenbolê bernadin, em ê dev jê bernedin. Hemû kesên li wê hêwanê jî ev yek fêm kirin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe û parastina xwe bernedin."
 

Sernavên din

24/07/2022
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye