Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne

  • rojane
  • 09:03 21 Tîrmeh 2022
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ji bo daxwazên parêzvanên mafên mirovan serokkomartiyê telefonî wan kiriye. Keskîn destnîşan kir ku ew vê yekê wekî 'veberhênana hilbijartinê' şîrove dikin û wiha got: "Li şûna ku telefonî me dikin, bila peymanên navneteweyî yên îmze danîne binî pêk bînin."

 
Çalakiya endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Dayikên Şemiyê ku her şemî ji bo aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryarên wan bên cezakirin li Qada Galatasarayê ya Taksîmê li hev kom dibin, ji hefteya 700'emîn heya niha ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve bi hinceta “di çarçoveya civîn û xwepêşandan de nîn e" tê astengkirin. Parazvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê ku hefteya 902’yemîn a çalakiyê li pey xwe hiştine, Qada Galatasarayê 202 hefte ye ji bo wan qedexe ye. Her wiha daxwazên parêzvanên mafên mirovan û Dayikên Şemiyê yên ji bo hevdîtina bi bi rayedarên hikûmerê re jî tim tên redkirin û gava diçin qada çalakiyê jî tim rastî tahdeyê û binçavkirinê tên. 
 
Li aliyekî ev binçavkirin û tahde didomin, lê li aliyê din jî çend roj berê serokkomartiyê telefoni ÎHD a Şaxa Stenbolê kiriye. Serokkomartiyê ji parêzvanên mafên mirovan pirsiye bê ka daxwazên wan çi ne.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn zextên li ser Dayikên Şemiyê parêzvanên mafên mirovan nirxandin.
 
 
‘FERASETA DEWLETÊ'
 
Keskîn diyar kir ku ÎHD ku piştî darbeya leşkerî ya sala 1980 hatiye avakirin, ji roja ku hatiye avakirin heya niha ji ber ku li dijî bîrdoziya  fermî ya dewletê ye, her tim bi zextên desthilatdaran re rû bi rû maye. Keskîn anî ziman ku li gel hemû zextên desthilatdaran jî ÎHD di qada navneteweyî de her tim komeleyeka pêbawer e. Keskîn bal kişand ser zextên li ser parêzvanên mafên mirovan û saziya wan jî  û diyar kir ku tu eleqeya zextên li ser wan bi guhertina desthilatdarên vî welatî re tune ye, ya tê kirin bi temamî bi feraseta dewletê ve girêdayî ye. Keskîn got: "Li gorî min nîqaşkirina van zextan a bi AKP'ê re tiştekî gelekî şaş e. AKP,  di salên 90'î de tune bû, lê di salên 90'î de rêbazên şerê qirêj bi awayekî hovane dihatin bikaranîn. Mirov di binçavan de hatin windakirin, cînayetên kontr gerîla hatin kirin, gund hatin valakirin û şewitandin, destdirêjî hatin kirin. Wê demê AKP tune bû. Yanî ez wisa difikirim ku bi mirova rabe her tiştî bi AKP’ê re bide ber nîqaşkirinê, wê ev yek dewletê bide jibîrkirin. Ji ber vê jî divê dewlet tu carî neyê jibîrkirin. Li gorî min ne desthilatdar, divê dewlet bê lêpirsînkirin."
 
SALÊN 90'Î
 
Bi domdarî Keskîn destnîşan kir ku desthilatdarên ku dewletê bi rê ve dibin tenê rêbazên çewisandinê guherandine û got "Zîhniyeta dewletê tu carî neguheriye." Keskîn bilêv kir ku bi taybet piştî hevkariya hikûmeta heyî ya bi MHP'ê re bi aqilê dewletê yê salên 90'î re rû bi rû mane û wiha domand: "Em bi salan e MHP'ê nas dikin. Ji ber ku şirîkê desthilatê ye em dizanin ku tu kes li welêt ne ewle ye. Di salên 90’î de windakirin û kuştin hebûn, lê di warê azadiya fikr û ramanê de em di rewşeke rehettir de bûn. Dadgehkirin hebûn, lê mirov wisa bi hêsanî nedihatin darizandin. Niha dema hûn diçin dozgeriyê îfadeyê didin, derhal der barê we de biryara girtinê tê dayîn. Bi ya min ya herî tirsnak ew e ku her kes bi fikar dijî. Mînaka herî mezin a vê yekê me di doza Denîz Poyrazê de dît. Berê dewletê digot 'me nekiriye', niha bi awayekî eşkere dibêje 'me kiriye' û 'em ê bikin jî.'"
 
Keskîn anî ziman ku Destûra Bingehîn a sala 1980'î hê jî di meriyetê de ye û got, bi vê Destûra Bingehîn re hin daxwazên rewa yên li welêt bi hincetên wekî "ewlehiya cemaweriyê" û "xetera parçebûnê" tên redkirin. Keskîn îşaret bi wê yekê kir ku ev rewş ji bo aliyên siyasî yên ku li welat rola mûxalefetê dilîzin jî kêrhatî ye ûgot, feraseta dewletê bi hemû partiyan re heye û destûra bingehîn a heyî li ber maf û azadiyan astengiyeke mezin e. 
 
‘EM NIKARIN DAKEVIN KUÇEYAN'
 
Di berdewamê de Keskîn diyar kir ku bi salane di her firsendê de li kuçeyan daxwazên gel tînin ziman û helwesta desthilatê ya li hemberî muxalefeta sivîl wiha nirxand: “Em ÎHD rêxistineke kolanan e. Me heta îro daxwazên xwe yên ji bo mafan li kolanan aniye zimên. Lê ÎHD ev demeke dirêj e nikare dakeve kolanan. Ev komele jî di avahîya xwe de hatiye asêkirin. Li kuçeyan daxwaza ji bo mafan mafekî destûrî ye, lê îro destûr nayê dayîn. Ev yek di salên 90’î de jî tune bû. Wê demê me dikaribû dakeviekolanan, wê demê wekî niha ev qas êriş li ser xwepêşandanên kolanan tune bû. Ez dibêjim salên 90’î, ji ber ku wê demê mirov pir dihatin windakirin û kuştin." 
 
‘ÇIMA DESTÛR NAYÊ DAYÎN'
 
Eren Keskîn destnîşan kir ku çalakiyên Dayikên Şemiyê tên astengkirin û wiha pê de çû: "Her kes dizane ku li vê erdnîgariyê û li cîhanê çalakiya herî rewa ev çalakî ye ku ev çalakiyeke bêdeng e. Li wir heqaret li kesî nayê kirin, dirûşme jî nayên berzkirin. Tevî ku her kes bi vê yekê dizane jî, lê 5 sal in destûra vê çalakiyê nayê dayîn. Çima destûrê nadin, ji lew re Dayikên Şemiyê bi çalakiyên xwe bi taybetî polîtîkayên şerê qirêj ên salên 90'î didin ber lêpirsînê. Binêrin, Serokomar Erdogan di dema pêvajoya çareseriyê de bi xwe gazî dayikan kir. Bi taybetî jî gazî dayika Berfo kir û guh da daxwazên wê. Desthilatê îro hemû xwepêşandan, daxuyanî û bûyerên ku wan polîtîkayên berê bibîr tînin qedexe kiriye. Lîstikvanê sereke yê windayan yê wê demê Mehmet Agar bû. Îcar Mehmet Agar niha li ku ye? Şi cem desthilatê ye. Ji ber vê destûrê nadin Dayikên Şemiyê. Yanî tu pêvajoyeke din nayê bîra min ku ev qas daxwazên mafan bi tundî hatibin tepeserkirin û civaka sivîl ew qas bêçare hatibe hiştin."
 
XEBATA HILBIJARTINÊ
 
Keskîn ragihand ku di nava vê mehê da serokkomartiyê du caran telefonî ÎHD a Şaxa Stenbolê kiriye. Keskîn bibîr xist ku bi salan e ji bo xizmên windayan ji serokkomartiyê doza randevûyê dikin, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Keskîn têkildarî telefona serokkomartiyê jî ev tişt anî ziman: "Sedema vê lêgerîna wan ew e ku hilbijartin nêz dibe. Me her tim bi rayedarên dewletê re hevdîtin kirine, lê ev demeke dirêj e em nikarin randevûyê jî bıgırın. Pir ecêb e ku yên randevûyê nadin me telefoni me kirine. Ne mecbûr in telefonî me bikin û guh bidin daxwazên me. Lê i şûna ku telefonî me dikin, bila peymanên navneteweyî yên îmze danîne binî pêk bînin. Dewletê bi îmzekirina vê peymanê soz daye lê soza xwe bi cih nayne. Em dixwazin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Peymana Neteweyên Yekbûyî bên pêkanîn."
 
MA/ Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

24/07/2022
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike