Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin

  • rojane
  • 10:05 21 Tîrmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - 3’yemîn Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut li Silopiyayê dest pê kir. Bi mebesta protestokirina birîna daran a li Şirnexê, tîmên futbolê bi pankartên “Na ji qirkirina daran a li Şirnexê re” û “Na ji tundiya li dijî jinê re” derketin sehayê. 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê her sal “Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut” li dar dixe. 3’yemîn turnûvaya futbolê ya îsal jî li Silopiyayê dest pê kir. Turnûva bi dirûşma “Nebe bendiyê tiryak, fihûş û pişaftinê, azad bijî” tê lidarxistin û eleqeyeke mezin a ciwanan ji bo turnûvayê heye. Di turnûvayê de 77 tîm dê li dijî hev têbikoşin. 
 
Turnûvaya futbolê li Tesîsên Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê dest pê kir û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan welatî tev li bûn. Beriya turnûvayê li sehayê pankartên “Girêdayî nemîne, azad bijî”, “Li hemberî qirkirina xwezaya Cûdî bêdeng nemîne û li axa xwe xwedî derkeve” û “Em bi rengên xwe yên xemrî ve li sehayê ne” hatibûn daliqandin. Di roja ewil a turnûvayê de 4 maç hatin lîstin. 
 
 
‘EM BI HEV RE XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’ 
 
Eleqeyeke mezin ji bo turnûvayê hebû û Hevşaredarê silopiyayê Suleyman Şavluk wiha got: “Polîtîkaya tiryak û fihûşê li ser civakê tê ferzkirin. Her wiha xwezaya me tê tunekirin. Me jî li dijî vê êrişa ser ciwan û civaka me, dest bi vê turnûvayê kir. Xwedîderketina li civaka xwe, erka her ciwanekî me ye. Divê em tevek bi hev re li dijî belavkirina tiryakê derkevin. Divê em bi hev re xwedî li xwezaya xwe derkevin.” 
 
‘DIXWAZIN NAVÊ KEMAL KURKUT QEDEXE BIKIN’ 
 
Piştre jî parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî û ev tişt anî ziman: “Turnûvaya me li ser navê Kemal Kurkut ê nemir e. Di sala 2017’an de mîna gelek ciwanên kurd, Kemal Kurkut jî bi zanebûn hat qetilkirin. Xwestin vê komkujiyê veşêrin lê xebatkarên çapemeniyê ev rastî derxist holê. Niha jî hewl didin navê Kemal Kurkut qedexe bikink. Qetilkirina ciwanên kurd qedexe nakin lê bi kar anîna navên wan qedexe dikin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. Ev dijminatiya li ciwanên kurd e.” 
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINAN HAT PROTESTOKIRIN 
 
Piştî axaftinan jî lîstik dest pê kirin. Tîma Şaredariya Silopiyayê û Tîma Cangoogullari bi mebesta ku balê bikişînin ser qirkirina xwezayê ya li Şirnexê bi pankarta ku wêneyê darên hatine birîn li ser bûn derketin sehayê. Li ser pankartê nivîsa “Na ji qirkirina xwezayê ya li Şirnexê re!” hatibû nivîsandin. Bi vêdana fîtika destpêkirina maçê re lîstikvanan ji bo protestokirina talankirina xwezayê deqeyekê çepik lê xistin. Temaşevanan jî bi fîtik û çepikan piştgirî dan lîstikvanan û dirûşma “Na ji qirkirina xwezayê re” berz kirin. Piştî maça tîmên Şaredariya Silopiyayê û Cangoogullari,  vêcarê jî tîmên Ramsey Okey û Basrîn Sporê derketin sehayê. Van tîman jî pankarta ku wêneyê Sakîne Kultur a ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve hatiye qetilkirin li ser bû, derketin sehayê. Li ser pankartê nivîsa “Na ji tundiya li dijî jinê re” hatibû nivîsandin û beşdaran dirûşma “Sakîne Kultur nemir e” berz kirin. 
 
77 TÎM LI DIJÎ HEV TÊDIKOŞIN 
 
Di turnûvayê de 77 tîm dê li dijî hev têbikoşin û heta niha 6 tîm hatine beramberî hev. Ji ewil maça Keççan Spor û Nova Door hate lîstin û maç 2-2 xelas bû. Piştre jî tîma Hanî Kablo Hanî Pano û tîma Cûdî Efsanesî hatin beramberî hev. Di maçê de tîma Cûdî Efsanesî tîma din 4-3 têk bir. Maça sêyemîn a rojê jî di navbera Şaredariya Silopiyayê û tîma Cangoogûllari ku Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk û parlamenter Huseyîn Kaçmaz jî tê de bûn hate lîstin. Di encama maçê de tîma Cangoogûllari tîma Şaredariya Silopiyayê bi skora 3-2 têk bir. Herî dawî jî maça tîmên Ramsey Okey û Basrîn Spor hatin lîstin. Di vê maçê de jî Ramsey Okeyê tîma din 3-1 têk bir.
 

Sernavên din

24/07/2022
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike