NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana artêşa tirk ali dijî navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de yek jê pitik bi giştî 9 kes hatibûn qetilkirin. Nasnameyên qurbaniyan aşkera bûn.
Tirkiyeyê duh di saetên nîvro de devera geştê ya gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Di encama êrişê de yek jê pitik bi giştî 9 welatî hatin qetilkirin û zêdetirî 29 welatiyan jî birîndar bûn.
Nasnameyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin wiha ne:
* Zehra Xeyrî Mihemed, 1 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Sara Qeys Elî, 12 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Zehra Qeys Elî, 16 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Elî Sebah Îsmaîl, 43 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Secad Mihemed Casim, 24 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Ebas Ela Ebdul Ehmed, 30 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Hesen Ebdulemîr, 55 salî ye û ji Kerebelayê ye.
* Teha Ebdulrehman Nemet, 25 salî ye û ji Bexdayê ye.
* Ebas Mihemed Cewad, ji Kerbelayê ye.