Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne

  • rojane
  • 13:17 17 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameya derheqê komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê da û wiha got: “Di dema êrişa li dijî zarokên min a li kargeh û nexweşxaneyê de Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î jî hebû. Şahid dibêjin ku di dema kuştina zarokên min de çepik lê didan. Ev kes çawa di îdianameyê de nîne.”
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 588’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” hilayîste blokên beton. Di destê Emîne û Ferît Şenyaşar de kaxiza bi nivîsa “Edalet” hebû. Malbatê, ji bo welatî û parêzerên rêya bi edliyeyê ketî qala têkoşîna xwe ya edaletê û komkujiyê kirin. 
 
Li gel ku komkujî di heman rojê de li dijî malbatê hatiye kirin jî, dosyaya dozê weke ya “kargehê” û “nexweşxaneyê” ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh, li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Dema ku biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ku di 2’yê nîsana 2021’an de dabû li îstînafê, lêpirsîna derheqê komkujiya li “nexweşxaneyê” de 4 sal û 4 mehan hat rakirin û îdianame hat amadekirin. Di dosyaya nexweşxaneyê de bi sedema qetilkirina Haci Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar, ji bo 19 kesan daxwaza girtinê hat kirin. 
 
‘BILA KURÊ MIN WERE BERDAN’ 
 
Dayika Emîne Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan jî Nobeta Edaletê ya li pêşiya edliyeyê didomîne, têkildarî îdianame û nobetê axivî. Yek ji daxwazên Nobeta Edaletê jî vekirina dosyaya “Nexweşxaneyê” bû û derheqê mijarê de dayika Emîne wiha got: “Qismekî vê daxwaza me pêk hat. Daxwaza me ya din jî ew e ku kurê min Fadil were berdan ku zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Divê kurê min di çarçoveya mafê rewa yê parastinê de bê darizandin. Ez edaletê dixwazim. Kurê min ev zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Du kurê min tevî bavê wan qetil kirin. Xwestin hemû kurên min qetil bikin. Heta ku kurê min neyê malê, ez ê dev ji nobetê bernedim. Heke kurê min were malê, em jî dê biçin mala xwe.” 
 
‘HEKE BIMRIM JÎ BILA MIRINA MIN LI VIR BE’
 
Şenyaşar bertek nîşan da ku Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î di îdianameya dosyaya “nexweşxaneyê” de cih nagire û ev tişt anî ziman: “Hem di êrişa li dijî kargehê û hem jî ya li nexweşxaneyê Yildiz hebû. Hinek kesan got ku dema zarokên min dihatin kuştin, Yildiz çepik lê didan. Dibêjin ku qeydên kamerayan hatine dizîn lê ez bawer nakim. Bila wan qeydan derxîninin. Heke sûcekî zarokên min hebe, bila wan jî derxînin. Di doza kargehê de her tişt bi zelalî dernexistin holê. Zarokên min bi neheqî û derhiqûqî hatin qetilkirin. Zilma li me hatiye kirin li tu kesî nehatiye kirin. Heta ku kurê min tê berdan jî ez ê dev ji nobeta edaletê bernedim. Heke bimrim jî bila mirina min li vir be.” 
 

Sernavên din

13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin
12/11/2022
22:50 Li Qilebanê qamyon wergeriya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
20:53 Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be!
19:53 Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin
17:27 Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
17:14 Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:36 Kurdistanî û dostên xwe li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dimeşin
16:24 Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve
16:10 Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
15:39 Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin
15:34 ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan
15:02 Li Qereyaziyê bi hezaran kes civiyan: Rêya me ya sêyemîn heye
14:51 Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin
14:33 Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn
14:12 29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin
13:49 Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir
13:36 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
13:34 Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
12:18 Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
12:13 Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
11:32 Li Agirî û Îdirê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin
11:31 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de ye
10:42 Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin
10:10 Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin