NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê li dijî Elewiyan 39 komkujî hatin kirin û 973 sivîl hatine qetilkirin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku li Sûriyeyê xwedî toreke berfireh a çavkaniyan e, bal kişand ser “operasyonên paqijiya etnîkî û înfazên bêdaraz” ên ji aliyê komên çekdar ên Şamê ve têne kirin û ragihand ku heta niha 973 kes hatine qetilkirin ku di nav de zarok û jin jî hebûn. SOHR’ê da zanîn ku li dijî Elewiyan 39 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine qetikirin.
Li gorî SOHR'ê, ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên Elewiyan herî kêm 481 kes hatine kuştin.
Neteweyên Yekbûyî, Washington û paytextên din komkujî şermezar kirin û bang li rayedarên Şamê kirin ku dawî li kuştina mirovan bînin.