ŞIRNEX - Li Şirnexê jina bi navê Kader Tok li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Kader Tok ku li Taxa Yeşîlyurt a Şirnexê dijiya û zarokekê wê heye, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristiyê sewqî malê hatin kirin. Cenazeyê Kader Tok ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Têkildarî mirina biguman a Kader Tokê de lêpirsîn hate destpêkirin.