Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê

  • rojane
  • 13:22 22 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK’ê bi deklarasyona yekitiya neteweyî û pêşengiya serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ala Komara Kurdistanê ya Mehabadê weke ala neteweyî qebûl kir.
 
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û pêşveçûna şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyarên xwe bi danezaneke nû bi raya giştî re parve kir.
 
Danezana PJAK’ê wiha ye:
 
“Piştî derbasbûna mehekê ya li ser şoreşa nû ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dîsa ziyanên madî û meneweyî destketiyên gelek bi nirx û girîng bi dest ketin. Li ber çavgirtina nîqaş û karûbarên şoreşê bingehê şoreş û siberoja wê pêk tîne. Li vir a girîng ew e ku metirsiyên li ber şoreşê bê famkirin, dîsa ‘piştî şoreşê çi bibe’ siberoja gel û gelên Îranê, pêwîstî bi zelaliyekê zêdetir ji hemû aliyan ve heye. Divê hêz, civak û partî bi ramaneke eşkere û vekirî nêrîn û bernameyên xwe yên ji bo şoreş baş birêve biçe, xwe dûr bigirin ji astengî û rêgiriyê li şoreşa azadî û demokrasiyê dike, destnîşan bikin. Rêgirtina li her astengî li dijî şoreşê, nexeşeyek rast û dirûst ji bo pêşxistina şoreşê, nêrîneke baş û xurt a şoreşê ya ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke rast a siberojê ya li pişt qonaxa raperîna gel erk û berpirsyariya her tevger û hêzekê ye. Ji bo wê ye ku divê hemû civak, her partî û hêzek bi awayeke vekirî û eşkere raman û bernameyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo wê jî xelk li gorî vê yekê li pey bangewaziyên hêzan biçe bi wî rengî xwedî helwest û bi tevger be.
 
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) her li destpêka şoreşa nû ya gelê Îranê ku bi pêşengtiya jinan destpê kir, helwesta xwe eşkere li ser şoreş, bingeh û tiştên pêwîst nîşan da. Niha piştî nîqaşên li ser şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê gihiştine asteke ber bi çav, astengiyên li pêşiya şoreşê eşkere dibin. Ji bo wê me pêwîst dît ku careke din nêrîn, pêşniyar û helwestên xwe yên vê derbarê, di çarçoveyeke ‘yekgirtî’ eşkere bikin. Ji ber ku pêşkêşkirina hindek bûyeran hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Îranê weke pêwîstiyekê û xwedîderketina li şoreşê dibînin. Ji ber vê di vê çarçoveyê de bi şêwazeke nêrîn û helwestên xwe hem bo gelê Kurd û gelên Îranê ji bo serketina şoreşê wek bernameyek rêz bikin.
 
* Pêwîst e xwedî li naveroka şoreşa jinê ya bi pêşengtiya jinê destpê kirî derkeve. Rê li her cûre helwest û reftarê mêrserwerî ya li dijî jinê û zayendperestiyê bê girtin. Hewl bê dayîn ramanê azadiya jinê bê parastin, hemû ferdên civakê yek bi yek bê perwerdekirin ji bo kesayetek azadîxwaz û niştimanperwerî.
 
* Xwedûrgirtin li netewperestî û etnîkgerî. Derbaskirina olperestî û mezhebî, bê ferq û cudahiya ol, mezheb û netewî têkoşîn bê kirin. Xwe dûrxistin ji hemû gotin û kiryarên hêzên siyasî serdest.
 
* Pêwîste têkoşîn ne ‘navendî’ be, li ser esasê xwerêveberiyên herêmî û navçeyî be.
 
* Kûrbûn li ser xwerêveberiyên her herêmekê, azadiya jiyan û karûbarên perwerdehiyê li gorî çand û kevneşopiya her herêm û navçeyê ya ji bo her gel û neteweyekê vekirî û eşkere li ser esasê demokrasî û çandê be.
 
* Hewldan û têkoşîn li dijî kiryar û reftarên neyînî yên rêveberiya Îranê ya li dijî jiyanê û dîsa parastina ekolojî û jîngehê.
 
* Ji bo bidestxistina mafê yeksan ê hemû netewe û pêkhate, rêgaz, ol mezheb têkoşîn bê kirin. Ev yek jî li ser esasê welatiyê azad û li gorî hiqûqê be. Perwerde, gotin û kiryarên kesî li proseya têkoşînê bi rêya perwerdeya demokrasî li ser esasê exlaqê hevpar, bihevrebûn ji bo gihiştina netewa demokratîk.
 
* Azadiya hemû dîn, mezheb û baweriyan. Bawerî bi hemû ew hebûn û rengdanên ew azadiya di warê perwerdeya li ser hemû astekê ji bo perwerdeya fer û qebûlkirina hev, dîsa lihevborîna hemû bawerî û olan.
 
* Pêwîste hêzên şoreşger ne tenê bi gotin bi kiyar û reftar bide nîşandan ku parastina maf, bê cudahî rêz nîşandana ol, netewe û dîsa rêgez dike. Hewl bê dayîn ku ‘bê cêwazî yekîtî hebe’ ji bo derbaskirinan ew kiryar û reftarên berê dihatin nîşandan û hê jî didome.
 
*  Pêwîste li ser esasê yekîtî û yekgirtîbûnê bê cêwazî di navbera hêzên şoreşger û damezirandina platformên gel de yekgirtîbûn û hemahengî hebe li ser esasê hemû tevger, alî, sazî û dezgeh, hêzên şoreşger, azadîxwaz, têkoşer ên li dijî rêveberiya teokratîk a olperest a rêveberiyê kar bikin. Hemû hewldan ji bo sîstema xwerêveberiyê yê be.
 
* Pêwîste ji bo pêşxistin û xurtkirinê navek ji bo raperîna cemawerî ku bi şêwazê komîte yan jî meclîsa birêveber ji bo birêvebirina raperîn û şoreşê.
 
Têkildarî karûbarên têkoşîna gelê kurd jî;
 
* Têkoşîn bi armanca ku azadî ji bo hemû nasname, çand, kevneşopî, ziman, rêgez, ol û ew hemû baweriyên li Kurdistanê heye.
 
* Pêwîste bê şert û merc rola yekalîkirin û pêşengtîkirina jinan di nava şoreşa gelê Kurd de.
 
* Rola pêşengtiyê ya gelê Kurd di nava şoreşa nû ya gelên Îranê de, yekîtiya hemû tevger û aliyên Kurdî, qebûlkirina sembolan bi mebesta yekîtiya hemû tevger, alî, partî û hêzên Kurdî di çarçoveya tevlîbûna bihêz û yekîtî ya di nava şoreşa nû de.
 
* Bicihanîna demokrasiya raste rast û redîkal, bicihanîna sîstema xwerêveberiyê ya li nava hemû sazî û dezgehên civakê, gelê Kurdistan û redkirina her cûre serweriya ziman, ol û mezhebî.
 
PJAK li çarçoveya van xalên li jor rêz kirî, radigihîne li dijî her cûre ‘alperestî, sembol perestî ye’ tenê û tenê ji bo yekdengî û yekbûna hêzên kurdî, li ser vî esasî ala Komara Kurdistanê, heta kongreya netewî yan platformeke hevpar a gelê Kurd sembol an jî semboleke din diyar kirî, weke al û sembola yekîtî û yekrêziya ya hemû hêzên Kurdî qebûl dike.
 
Ji ber hestyariya qonaxa şoreşa nû ya gelên Îranê pêwîstî bi eşkerebûn û zelaliya nêrîn heye, ji bo pêşbirina guftûgoyên azadî û demokrasiyê, pêwîste ew ramanên ku baweriya me pê heye, li çarçoveya pradîgmayekê de ji bo bi cihanîna vê pradîgmayê em nîşan didin ku em ê têkoşîn bikin. Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne.”

Sernavên din

19/11/2022
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê
19:51 Platforma Jinan a Şahmaranê qert şandin ji girtiyan re
19:15 Di doza malbata Dedeogûllariyê de li tetikkêş Mehmet Altûn 7 caran cezayê muebeda giran hat birîn
18:38 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Heya niha 342 kes hatine qetilkirin
17:04 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger hate destpêkirin
17:01 Di danişîna doza komkujiya Dedeogûllari de parêzer ji eywanê hatin derxistin
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye