* Nûnerên HDK, HDP û BMG'yê diyar kirin ku armanca girtinan sernixumandina sûcan e û gotin: "Em ê di 6'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom bibin."
* Hevseroka KURD-AKAD'ê Dersim Dagdevîren ji bo pêşî li ber bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin bang li bijîşkan kir û got: "Ji bo piştevaniya navneteweyî peywireke pir mezin dikeve ser milê parêzvanên mafên mirovan û bijîşkan."
* Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan Dilar Solînê got: "Em jin armanc dikin ku bi vê konferansê rêyên pergaleke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîsta a zilamsalarî ya deşîfrebûyî vekolin û azmûneyên li ser vî esasî çêbûne nîqaş bikin û gavine hevpar biavêjin."
* Jinên êzidî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî yê qedexekirî komployeke navnetewiye û got: "Em deyndarê gerîla ne. Ji destê kê çi bê divê bike û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 605’an de dê berdewam bike.
* Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, li dijî guhertina cihê avahiya perwerdehiyê çalakiyên xwe didomînin.”
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin li Amedê û Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dike. (11.00-16.00)
* Platforma Jinan a Îzmîrê, wê têkildarî girtina rojnamevanan û Şebnem Korûr Fîncanci û êrişa nijadperest ya li dijî endama OHD’ê Aryen Tûran li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyaniyê bide. (18.30)