NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de bertek nîşanî polîtîkayên bêcezahiştinê dan. Di çalakiyan de çîrokên Mehmet Şîrîn Maltu, Kemal Mubariz û Mehmet Ertak hatin vegotin û banga lêpirsîna bi bandor hat kirin.
Çalakiyên xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin vê hefteyê jî li 3 bajaran berdewam kir.
AMED
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 834emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka koşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya Kemal Mubarîz ê di 1ê Sibata 1994an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat windakirin, hat xwendin û Xizmên Windayan li aqûbeta wî pirsî.
Beriya daxuyanî were dayîn, Sekreterê ÎHD'a Amedê Omer Saman daxuyanî da û bal kişand ser demboriya Doza JÎTEM'ê û got ku wê bi demborîna van dozan nikaribin ser kiryarên salên 90î were girtin. Omer Saman destnîşan kir ku bi vî rengî û van kirinan aştî pêk nayê.
ÇÎROKA KEMAL MUBARÎZ
Piştre rêveberê ÎHDa Amedê parêzer Alî Îhsan Demîrtaş metna serpêhatiya Kemal Mubarîz xwend. Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Kemal Mubarîz ê 29 salî li gel kekê xwe Omer ji aliyên kesên çekdar ve li Torosa Spî siwar dikin û dixin binçavan. Demîrtaş anî ziman ku Omer Mubarîz tê perdan û lê Kemal Mubarîz nayê berdan û ji wê rojê ve agahî ji Kemal Mubarîz nayê girtin û winda ye. Demîrtaş da zanîn ku malbat her çiqas serî li sazî û dezgehên dewletê dide jî lê tu pêşketin di dozê de çênabe.
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Kemal Mubarîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Elîhê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 670'yî de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên li Dewrêşa Şaristanê Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê ku di 31'ê Çileya 1995'an de li gundê Zediya ya navçeya Hezo a Elîhê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hat xwendin. Çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Maltu ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Rêzan Baytar ve hat xwendin.
Piştî vegotina çîrokê çalakiya rûniştinê hat lidarxisitn û çalakî bi dawî bû.
COLEMÊRG
Malbatên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê, li Kolana Hunerê ya Geverê di hefteya 160’an de li hev kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, bal kişandin ser dosyaya Mehmet Ertak ku berî niha bi 33 salan li Şirnexê di bin çavan de hat windakirin.
Metna daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêveberê ÎHD’ê Ozak Akbaş ve hate xwendin û berî daxuyaniyê darbeya qeyûman hat şermezarkirin.